Sipasnameya serokkomarê Qazaxistanê bo Ezîzê Zîyo Bedirxan

Sipasnameya serokkomarê Qazaxistanê bo Ezîzê Zîyo Bedirxan

Nimûneyeke xweş bo qedirgirtina kurdan ji alîyê dewletê da

 

Di vê Sipasnameyê da serokkomarê nû yê Qazaxistanê Kasim-Jomart Tokayev sipasîya xwe bo profêsorê kurd, karsazê binavûdeng, doktorê aborîzanîyê Ezîzê Zîyo Bedirxan dîyar dike bona karê bo komarê gelekî kardar û kêrhatî.

Em mêze bikin ka serokkomarê Qazaxistanê di Sipasnameya xwe da çi nivîsîye:

 

Birêz Ezîzê Zîyo!

 

Ez sipasîya xwe bo We diyar dikim bona hûn bi dil û can tevî karê agîtasyonê di goveka hilbijartinên Serokkomarê Qazaxistanê da bûn.

Ez encamên hilbijartinan wek ji alîyê qazaxistanîyan da piştgirîkirina kûrsa Elbasîyê (Serokê Dewletê), herwiha sîyaseta bo diha pêşketina welêt li ser hîmê prînsîpên heqîyê û pêşketinê, ku pêşîyên me bingehê wan danîne, qebûl dikim.

Ez bawer im, ku emê bi hev ra bi awayekî serketî wan erkên xwe bo gulvedana welêt bi cî bînin, ku ber me sekinîne!

Ez ji We ra cansaxîya baş, xweşbextîyê û serketinê dixwezim.

(mohr, îmze) Kasim-Jomart Tokayev

Nûr-Sûltan, hezîran, sala 2019an.

 

Em destnîaşn bikin, ku Ezîzê Zîyoyê ji binemala Bedirxanîyên binavûdeng bûye serekê pêşin yê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ”Berbangê”ê, wek nivîskar xudanê pirtûkên giranbuha ”Merivê evsenewî (derheqa Mela Mustefa Barzanîyê Mezin da)”, ”Kurdên Qazaxistanê” û ”Kurdistana Sor” e. Bavê wî Zîyo Bedirxan ew kes bûye, ku tevaya çûyîna Mela Mustefa Barzanî ji Ûzbêkistanê heta Moskvayê û hevdîtina wî bi serekê dewleta Sovyet Nîkîta Xrûşçev ra, ku di qedera tevaya kurdên cihanê da roleke mezin lîst, daye organîzekirin.

 

Desteya Rêvebir ya malpera Riataza Ezîzê Zîyo Bedirxan bi dil pîroz dike bo vê qedirgirtina serokkomarê Qazaxistanê. Ew nîşana qedirgirtina tevaya gelê me ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev