Pirsa we û bersîva me – 138

Pirsa we û bersîva me – 138

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bidin, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: -Gelo hûn dikarin behsa Î’YA BERÎYA Y’YÊ bikin?

 

Bersîv: Ji bo hevalên li berîya Y’yê di nivîsînê de Î’yê tercîh dikin:

 

* Di qurmê peyvê de berîya Y’yê “i” hebe ew jixwe “i” ye. Nabe em wê jî bikine Î.

 

Weke:

diyar – Rast e.

dîyar – Çewt e.

 

ziyan – Rast e.

zîyan – Çewt e.

 

* Ji bo dema bûrî ya dûdar nabe em qertafên “-ine, -iye” jî biguherînin û bikin “-îne, -îye”.

 

Weke:

Gotiye. – Rast e.

Gotîye. – Çewt e.

 

Hatine. – Rast e.

Hatîne. – Çewt e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev