Serhildana li Dersimê “Tuncelî” (1936-1938) -2

Serhildana li Dersimê “Tuncelî” (1936-1938) -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Serhildana li Dersimê “Tuncelî” (1936-1938)”. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir du paran û para pêşin li heftêya buhurî çap kir. Kerem bikin, beşa duduyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 190

 

Weşana Tirkiyê ya resmî û ya welatên derve yên rêaksyonêr û burjuwa dicedand ku sebebên serhildana Kurdan bidin fe’ş kirin, dixwest ku qewimandinên Dersîmê usa bînin ber çavan ku xwedê giravî ew şerkariya di navbera burjuwaziya Tirkiyê (ku giva rêformên pêşverû dane derbas kirin û pêk anîn) û fêodalên rêaksyonêr da.

 

Ewha, rojnamevanekî bi navê Resîm Dawez, dema gumrehbûna serhildanê di hezîrana 1937 da, di miqala xwe ya bi semivîsara “Serhildana Kurdan a nuh li Tirkiyê” da çi nivîsiye :

 

“Hukûmeta Ankarê ji du mehan zêdetir xerc kirin ji bo hincirandina serhildana Kurdan a rêaksyonêr a nuh li navça Dersîmê. Nenihêrî rêformên ku ji aliyê partiya Kemal da dihatin pêkanîn, derebeg li hev hatine ku hetanî nuha tebiyên xwe li wî qulçê cihanê biparêzin … Partiya gel ku di bin hukmê burjuwaziya millî da dixwest bazara hundirî bide fireh kirin, biryar kiribû ku sala par bi destê hemû mecalan koka gunehkarên ku di bin qolê dewleta komarî da bûn bîne. Wan bi zagona xusûsî di wê qeziyê da serokatiya eskerî ku di bin wê da gelek maf hebûn, heta testîqkirina mehkemê ya gullekirinê ya ku herdem di bin extiyariya meclisa Tirkiyê ya millî da bû, damezrand”.

 

Ji agahdariyên weşanê û gotinên serekwezîr Ismet Inönii li meclisê, meriv dikare bê ser wê baweriyê ku di destpêkê da, ango di meha nîsanê da, weke 25-80 mirov (ji 100.000 binecî) dijî biryarên hukûmetê derketine …

 

Vê demê jî şerrekî zor diçe û çend êrdekên (êskadrîlya) balafiran jî tevî wan qal û cengan dibin (162, r. 26-28). Rojnama “Times” a 16 hezîran girêdayî serhildana Kurdan li Dersîmê miqala nûçegihanê xwe ya li Stembolê, ya bi semivîsara “Kurd dijî xwendin û nivîsarê ne. Eskeran pêşmerge hincirandin”, çap kir. Di wê miqalê da dihat gotin ku giva serhildan bona wê yekê li Dersîmê dest pê bû, ji ber ku dijminatî di hindava “zagona di derheqa xwendina icbarî û rêformên mayîn da” hebû (261, 16.7.1937). Bi vî awayî, şirovekirina sebebên serhildanê hela wê demê jî ji aliyê wan mirovên ku hay ji daxwaziyên Kurdan hebûn, bi problêma Kurdan ra nas bûn, berk dihat gunehkar kirin. Girêdayî vê yekê, ew nama ku kurdzanê bi nav û deng V. Nîkîtîn ji berpirsiyarê rojnama ‘Times” ra şandibû gelek hewaskar e. Di wê namê da usa jî dihat gotin : “… Ez wek mirovekî usa, ku Kurdan nas dikim, ziman û dîroka wan dizanim, ez dixwazim ji we ra bêjim ku ez ji wê agahdariyê gelek li ber xwe ketim. Kurd, ku di wê navçê da dimînin, tu tiştekî usa tomerî bi cîranên wan ra tu neye. Ziman, dîn-ol, rêxistinên wan gelek ji hev cihê ne. Ew qewimandinên ku li Dersîmê dibin, ew cêribandineke Kurdan a nuh e ku wek milletê biçûk otonomiyê bi dest bixin. Wê şaşbûna ku Kurd dijî xwendinê ne bifikirin, loma jî şerr dikin bona ku nehêlin , nebin Tirk. Zimanê dê mecala tek-tenê ye bona pêşketina her mirovekî, bona hezkirina welatê xwe yê ku li ber wî borcdar û deyndar e … eger li her deran bi van şertan va neyên serkarî kirin, mixabin, emê li her derî bibin şahidên konflîkt-pevçûyînên di navbera dewletan û de’wkariyên gelên biçûk da û mafên gelên biçûk divên hildin ser hesêb û pişt guhê xwe va navêjin” (100, r. 405-406).

 

Girêdayî wê yekê, di 18 tebax 1937 da di rojnama “Temps” da miqalek bi semivîsara “Tirkiye li ber pirsa Kurdan”, ya ku bi bênamûsî hovîtiya Tirkan di hindava pêşmergên Kurdan da şirove dikir, derket. V. Nîkîn, di 1 îlon 1937 da, name li ser navê berpirsiyarê wê rojnamê şand Û tê da pêkenîtiya wê miqalê rexne kir, Kurd parastin, ji ber ku ew ji bo mafên xwe şer dikin. Em li jêr wê namê bi hinek kurtkirinan va raberî we dikin :

 

” … Ez Kurdan nas dikim, bi ziman û dîroka wan ra nas im û li ser wê baweriyê me ku divê di van rojên me da heyetiya wan wek milletekî biçûk inkar nekin û ew fehmdarî divê bi fikra fireh bê qebûl kirin. Divê bizanibin ku litêratura Kurdan a dewlemend heye û rewşa Kurdan a siyasî ya xerab nahêle ku ew çand pêş va here. Zimanê kurdî qet jî zaravek nîn e û ji zimanê îranî pêş da ne hatiye û bi “lehceyên ermenî, xaldî, tirkî û aralî ne hatiye dewlemend kirin”, lê zimanekî wek zimanên îraniyan û Afganiyan û yên mayîn e; û zimanê kurdî hela ne bûye zimanekî litêraturî yê helkirî … Lê ew nîşan nade ku afirandinên wî yên edebî yên giranbuha, xwezma yên helbestan, tu nene, û ew afirandin (berhem) divê bên weşandin û lênihêrandin, ji ber ku ew gelek aqilmend hatine nivîsarê û mirov dema wan dixwîne lezeteke baş jê dibîne … Kurd ji sedî sed dikarin wek milletên biçûk bên hesibandin, nenihêrî wê yekê ku hela di nava eşîran da dubendî heye, û Kurd bê dewlet in û di nava welatên cihê-cihê da hatine perçe kirin. Tukes nikare vê yekê inkar bike, ji ber ku dikarin pirseke weha bidin : “Izna me heye ku em di derheqa nasyonalîzma Kurdan da bipeyivin ?” … Ne axir li vira gilî ne di derheqa komeke fêodalan da ye, lê di derheqa fehmdariya millî da ye. Hîç kes nikare bêje ku Skotlandî ne millet in. Ew jî, wê demê, di nava sazûmana dîroka wan a civakî da jî eşîrtî hebû. Kurd jî di wê rojê da ne. Hêja ye ku pirsa Kurdan bi hûrgilî bê lênihêrandin û divê pêşiya siyaseta qirkirina wan, mihacirkirin û cîşihitandina wan bigrin, ji ber ku Kurd nikarin xwe biparêzin û guhdariya cihanê bidin ser bextê xwe. Di destê wan da tenê çek û mêrxasî hene. Tiştekî gelek ê liberxweketinê ye ku em hevokeke usa, ku li ber qelema rojnamevan derketiye, bixwînin : “Pirsa Kurdan berî hertiştî pirsa polîsî ye”. Eger em bi wê bîr û baweriyê qayil bibin, wê demê her pêşveçûneke ku bi zagonên navneteweyî hatiye bi dest anîn ewê bi derbekê va bê pûç kirin û ewê tu mafekî pêpeskirî nikaribe li ber cihana pêşketî biparêze. Na, pirsa Kurdan ew pirsa polîsî ya sade nîn e. Li vira gilî di derheqa naskirina mafên gelê biçûk ê etnîkî, zimanî û civakî, ku dikare bibe bingeh bona pêşketina normal, da ye …” (100, r. 406-407).

 

Lê ew nama ku li ser navê serokê “Temps” hatibû şandin ne hate weşandin, ji ber ku ew ne bi dilê xwediyê rojnamê bû û ne jî bi dilê komên empêryalîst ku piştgiriya wan rojnaman dikir bû.

 

Ew welatparêzên kurd ku mihacirî welatên derve bûbûn, di derheqa siyaseta dîwana Tirkiyê ya gelkujiyê di hindava gelê kurd da ji dewletên mezin, Koma Milletan ra nivîsî.

 

Ewha, di nava Gaziya (Bang) pêşmergeyên Kurdên ku derketibûn welatên derve, ya 20 november 1937, ku ji nûnerên dewletên mezin ên ku li Rohilata Nêzîk rûdinên ra nivîsîbû, û ew bang herweha ji sekreterê sereke yê Koma Milletan ra şandibû, bi hûrgilî di derheqa hemû zordarî û êşkencên ku dîwana Tirkiyê li Kurdistanê dida derbas kirin da dihat gotin (126, r. 296-299).

 

“Em mecbûr in – di nava wê bangê da dihate gotin – ku careke din jî ber bi riya rêxistina we ku li cihanê organa dadgehê ya herî bilind e, di derheqa siyaseta zêrandin û qirkirinê ku hukûmeta Tirkiyê di nava 15 salan da li Kurdistanê pêk tîne da, bibin”. Di nava bangê da xuya dibû ku Kurd bi milletiya xwe, bi ziman û dîroka xwe û bi çanda xwe ji Tirkan gelek cihê ne. Kurd gelek sensalan pêş da hatine ser wê axê û çanda wan gelek pêşketî ye. Hukûmeta Tirkiyê bi behana pêşxistina wan navçan li ber cihanê siyaseta durûtiyê dide derbas kirin. Di wê bangê da di derheqa bext-qederê bineciyên Dersîmê yên 500.000 da tê gotin. Bineciyên kurd, di nava wê dokumentê da tê gotin, bi hovîtî tê zêrandin. Gundên Kurdan tên bombe kirin. Hemû dibistanên gundên Kurdan hatine dadan, qedexe kirine ku bi zimanê kurdî bipeyivin û binivîsin, pirtûkan çap bikin, rojnaman û kovaran derxînin. Dîwana Tirkiyê bend daniye ber xort û keçên kurd ku bi zehmetî di idarên xwendinê yên navîn û bilind da bên qebûl kirin. Hukûmeta Tirkiyê navça Dersîmê kiriye dojeh (cehennem) …”. Di dawiya bangê da, Kurdan ji navê eşîrên Dersîmê hêvî dikir ku komissyonekê bişînin bona lênihêrandina gunehkariyên dîwana Tirkiyê. Lê bang û gaziya Kurdên Tirkiyê li Koma Milletan û dewletên mezin bêy bersîv ma.

 

Di hezîrana 1937 da, hukûmetên Tirkiye, îran û Iraqê peymana Seedabadê girê da û tê da wan gotî Antanta Rohilata Nêzîk, ku bû çekê siyaseta Ingilterê li Rohilata Nêzîk, damezrand. Tirkiye, ku di wê Antantayê da rola sereke lîst, bû bedela hukumdariya Ingilterê li Rohilata Nêzîk (97, r. 184).

 

Peymana Seedabadê didît ku ew dewletên ku wê paymanê qol kirine divên şerkariya tevayî dijî tevgerên veqetandinê, û helbet dijî têkoşîna Kurdan jî, bikin. Di nava miqala 7an a wê peymanê da dihate gotin : “Her welatek ji wan dewletên ku ew peyman qol kiriye borc hildide ser xwe ku mecalan dijî sazkirin, an jî karkirina cerdên çekdar, komele an jî rêxistinên ku dixwazin rejîma heyî wergerînin û li her derî tevhevbÛnan çêkin û dijîhevtiyê di navbera van welatan da pêş da bînin qebûl bike” (35, dîwan 19, r. 300-302).

 

Komên Tirkiyê yên serokatîkir, ku piştgiriya hukûmeta Iran û Iraqê texmîn kir, dest pê kir wî karê ku wan di hindava Kurdên Dersîmê da pêk dianîn xelas bikin. General Alpdogan name ji Seyid Riza ra şand û tê da bi navê qumandariya Tirkiyê qayilbûna xwe ku şerr bidin sekinandin diyar dikir. Seyid Riza, ku baweriya xwe bi gotinên Alpdogan anî, hate Erzincanê bona ku tevî dîwana Tirkiyê hevpeyvînan derbas bike. Gava ku ew hat Erzincanê (5 îlon 1937), di dest xwe da hate girtin û wan ew da mehkemê. Dema mehkemê, Seyid Riza îlan kir ku ew ji bo serbestiya Kurdan şerkarî dikir, û daxwaziya wî her tenê ew bûye ku Kurd aza bin. Dema mehkemê, çend pirsên provokasyonê dan Seyid Riza : Gelo bal wî zabitên rûs hebûn ? Gelo Rûsan çek û cebirxane ji wan ra dişandin ? (126, r. 284, 288). Hema wê demê di weşanê da dihat îlan kirin ku zabitên Ingiltere û Fransayê hatine bal eşîrên Kurdan ên Koçan.

 

Di 10 november 1937 da, mehkema eskerî li Elazîzê biryara mehkema pêşmergeyên kurd derxist. Ji bo Seyid Riza û 11 terefdarên wî biryara gullekirinê derxist. Di 18 november 1937 da, Seyid Riza, kurê wî yê biçûk Resik Huseyn, serekeşîrê Qurêşiyan Seyid Husyen Axa, serekeşîrê Yûsifan Qember Axa û yên mayîn li Elazîzê hatin dar da kirin. Berî mirina xwe, Seyid Riza bi zaravê zaza bilind kire gazî : “Ez 75 salî me, ewê nuha min dar dakin û ezê herim bal şehîdên Kurdistanê ! Dersîm ket, lê Kurd û Kurdistan ewê bijîn, gencên Kurdan ewê heyfa me hildin ! Şerm û etb ji zulmkaran ra … ” . Lawê Resik Husnî, ku li rex wî sekinî bû, bilind got : “Bavo, bira bijî Kurdistan !” (126, r. 283, 289, 290).

 

Di 11 november 1937 da, ango rojtira mayîn, pey biryara mehkemê ya di hindava welatparêzên Dersîmê ra, AtatUrk bi rêberiya serekwezîr C. Bayar, ku di meha oktobirê da dewsa Ismet Inönu girtibû, dest bi gerra xwe ya li wilayetên welêt ên rohilata başûr kir. Ew çû Meletiye, Ûrfa, Diyarbekir û wilayetên mayîn (130, r. 86). Di 16 novembr 1937 da, Ataturk li Diyarbekirê, ku piraniya bineciyên wê Kurd bûn, peyivî. Lê dîsa jî wî di nava kêlma xwe da got ku giva hemû bineciyên rohilata welêt Tirk in. Wek ku Atatiirk, xwedî-xudanên Komara Tirkiyê, nîşan da, “yên ku bona cihana pêşketî dikarin bibin nimûne Tirk in” (121, r. 301). Bi vî awayî, AtatUrkê ku di salên 1919-1920 da di derheqa biratiya Kurdan- Tirkan da dipeyivî, nuha propaganda panturkîzmê derbas dike û dixwaze ku heyetiya Kurdan û pirsa Kurdan bide inkar kirin.

 

Lê pirsa Kurdan bona komên Tirkiyê yên serokatîkir dîsa wek “kula piçengê” mabû. Di hezîrana 1938 da, rojnamevanê Tirkiyê yê bi nav û deng Yûnus Nadî nivîsî ku hukûmeta Tirkiyê îsal ewê dîsa bi pirsa Kurdan va mijûl bibe, xwezma bi problêma Dersîmê va, û li wira ewê karên eskerî bên pêk anîn (193, 30.4.1938). Xuya bû ku Dersîm hela ne hatibû rayê û Kurdan dîsa li ber xwe dida û xwe li navçeyên çiyayî diparast. Di 28 gulan 1938 da, serekwezîrê Tirkiyê Celal Bayar ber bi riya Dersîmiyan bû: “Ey gelê Dersîmê ! Çekan ji destê xwe bavêjin û emê destê xwe dirêjî we bikin. Em gelek dilrehm in, lê kîna me hîn zehf e: bextê we di destê we da ye !” (258, 7.8.1938).

 

Lê çara Kurdan jî tu nebû. Ceribandina temamiya dîroka şerkariya azadariyê ya dijî Tirkiyê digot ku ewê kevneperestên Tirkiyê bona “safîkirina” problêma Dersîmê di nîvê rê da nemînin.

 

Tevî wê yekê, agahdariya serekwezîr Celal Bayar usa jî şehadeta di derheqa wê yekê da dida ku hukûmeta Ankarê di nîveka sala 1938 da nikaribû serhildana Kurdan bide temirandin û rewşa Kurdan wek xwe ji mexlûqetiyê vedişart. Kêlma wî li meclisê (30 tîrmeh 1938) ew yek testîq dike. “Ji karên me yên hundirî ên îsalîn, – wî gotiye -, babetek hêjayî guhdariya we ye. Ew pirsa di derheqa Dersîmê da ye. Em dixwazin li wira rêforman bidin derbas kirin. Ew program di nava jiyanê da tê pêk anîn. Sala par li wir şerr bû, di derheqa wê yekê da gişk bi hûrgilî dizanin. îsal, anegorî programa me, lazim e ku karên eskerî li wir berdewam bikin. Li hemberî sala par, nuha li navça Dersîmê hîn bêtir hêzên me hene. Em ji bo wê yekê li Dersîmê rêforman didin derbas kirin ku heta-hetayê pirsa Dersîmê bidin hel kirin …” (193, 31.7.1938). Şerkariya Kurdên Dersîmê û hişkbûna danûstendinên Tirkiye- Fransayê di hêla demê da ketin hev. Ew hişkbûn ji ruyê senceqa Iskenderonê bû. Hukûmeta Tirkiyê ku dicedand fikra mexlûqetiya welêt ji qewimandinên li Kurdistanê bide dûr xistin dicedand ku hertiştî bavêje ser destdirêjiyên kolonyalîst ên Fransayê. Tevî wê yekê wê bi behana “talîmên eskerî” paraskerên bi jimara pirr şandin Kurdistanê. Qumandariya Tirkiyê sê korpusên orduyê, ku bi teknîka nûjen va hatibûn razî kirin, şandin dijî Kurdan.

 

Serekwezîr Celal Bayar û wezîrê karên derve Tofîq Ruştî çûn navça “talîmên eskerî”. Em binihêrin girêdayî wê yekê rojnama “Cumhuriyet” çi nivîsiye : “Serekwezîr û wezîrê karên hundirî duh çûne Elazigê (Elazîz) … Serekwezîr berî çûyînê li Dolmabahçayê çû mêvaniya serokê mezin Atatirk. Eskerên ku spartin stendine ewê dema hatina serekwezîr tevî talîmên eskerî yên mezin bibin” (193, 24.8.1938).

 

Dema “talîmên eskerî” usa jî wezîrê parastina millî Kazim Özalp, serokê barêgeha sereke Fewzî Çakmak, mufettişê orduya siyasî general Kazim Paşa û yên mayîn hazir bûn. Ew “talîm” li navçeyên Elazig, Dersîm û Paluyê dihatin derbas kirin.

 

Di tebaxa sala 1937 da, anegorî peymana Seedabadê, hukûmeta Tirkiyê gotûbêj tevî hukûmetên Iran û Iraqê, bona pirsa di derheqa karkirina dijî Kurdan da derbas kirin, bona nehêlin ku şerkariya Kurdan a millî-azadariyê li navçeyên her sê welatên ser sînor belav bibe.

 

Dîwana Tirkiyê ku piştgiriya komên îran û Iraqê yên serokatîkir stend, dest pê kir bi hovîtî ji heq-hesabên Kurdên Dersîmê were der. Eskerên Tirkan, ku bi jimara xwe û teknîka eskerî va bêtir bûn, gunehê xwe ne bi kalmêran, ne bi jinan, ne jî bi zaran dianî. Beyantiyên cezakiran ewqas bi hovîtî û bêxudêtî bûn ku qumandarê korpusa Erzurûmê Tofîq Paşa dev ji kar berda û çû Ankarê (119 a, r. 57).

 

Di îlon-oktobra sala 1938 da, berxwedaniya Kurdan şikiya. Dema şerrê giran, bi hezaran Kurd hatin qir kirin. Bi hinek salixan, dema qewimandinên Dersîmê cezakiran weke 70.000 Kurd qir kirin (192, 1972, No 2, r. 9).

 

Wek I. Ş. Wanlî bi heqî nîşan dide, serhildana Dersîmê berî her tiş tî ji ruyê wê yekê pêş da hat ku hukûmeta Ankarê dicedand ku Kurdan bi kitle ji cî bişihitîne, mihacir bike. Bineciyên Dersîmê guh ne da fermana Ankarê di derheqa muhacirkirina Kurdan ber bi navçeyên welêt ên roavayê da (173, r. 11-12). Di 5 hezîran 1938 da, meclisê projeya di derheqa kêmkirina muhacirbûna Kurdan da eciband û qedexe dikir ku Kurdên muhacirbûyî ji navçeyên roavayê vegerin wargên xwe yên ezîz. Ew zagon qedexe kir ku ew eşîr û kesên “bi eslê xwe va ne tirk, ên ku bi çanda tirkî ra ne girêdayî ne” careke din vegerin navça No 1 (35, dîwan 20, r. 1556).

 

Anegorî zagon No 3667, a 24 november 1939, hukûmetê biryar qebÛl kir (No 2/12374) ku Kurdên koçer derbasî jiyana reatiyê bibin û perçeyên xweliyê bifiroşin wan (45, r. 166-171).

 

Divê bê nîşan dan ku salixên rasteqîn di derheqa Kurdên ku ji wilayetên rohilatê muhacirî wilayetên roavayê bûbûn tu nene. Lê em dikarin hinek tiştan ji qinyatên hesabkirina bineciyan ên salên 1935 û 1940 pê bihesin. Ewha, hesabkirin nîşan didin ku tenê li wilayetên Elazîz, Erzurûm, Mûş û Wanê, ji sala 1935 hetanî 1940, jimara bineciyan bi 280.338 mirov hatiye kêm kirin. Eger em bidin ber hesêb ku di nava wê demê da bineciyên welêt bi 10% zêde bûne, ev nîşan dide ku li navçeyên jorgotî jimara bineciyan ne ku divê nehata kêmkirin, lê hela divê bi 100.000 mirov va bihata zêde kirin.

 

Bi vî awayî, jimara bineciyên wan wilayetan bona wê yekê kêm bûne, ji bo ku hukûmeta Tirkiyê ji wan wilayetan weke 370.000 kes ber bi navçeyên mayîn raqetandine.

 

Usteyngul, ku di derheqa siyaseta Kemalîstan di hindava milletên biçûk da, herweha Kurdarn da, dipeyive, nîşan dide : “Ew (Kemalîstan – M.H.) milletên biçûk bi destê zorê dikin Tirk. Lazan ji wargên wan cîşihitandî dikin, Kurdan bi kitle qir dikin, usa wek ku berê anîbû serê Ermeniyan. Êdî bi hezaran Kurd hatin qir kirin, bi sedan gund hatin şewitandin û wêran kirin. Hukumdarên Ankarê, bona ku rêça gunehkariyên xwe hunda bikin û veşêrin, ew navçe wek navça “qedexekirî” ku tê da gund xerab kiribûn û bi erd va kiribûn weke hev” îlan kir (151, r. 21).

 

Di derheqa wê yekê da ku siyaseta Kemalîstan di salên 30 da di pirsa Kurdan da gihande çi, miqala rojnamevanê tirk Osman Metê, ku di nîsan 1948 da di rojnama “Son Posta” da hatiye çap kirin, şehadet dide :

 

”Ez çûm Tunceliyê, ew Dersîma berê. Ez li wê warga valabûyî geriyam. Ez bi bineciyên Kalanê (berê ew gundê Memikan bû) ra peyivîm, heta gihîştime Araratê. Wan bi çavan karmendên hukûmetê yên mayîn, bilî berhevkirên bacan û cendirman, ne dîtine … Li vira ne sen’et, ne ziraet, ne jî bazirganî heye. Min tenê mirovên bextreş, sexîr, feqîr, ku di temamiya jiyana xwe da kar û bizin xwedî dikirin, dîtin. Tuncelî di sedsala 16a da dijî û haya wê ji pêşketina sedsala 20an tune. Navbenda wilayeta Tunceliyê, ku rex çemê Munzurê ye û tê da 50 mal hene, li Kalanê ye. Çima ew gund li cîkî usa bê fesal hatiye çê kirin ? – min pirs kir -. Bersîva min da ku dû ketina qewmandinên Dersîmê ra ji Abdullah Paşa ra gotine … (Alpdogan) ku bona ku ji wilayetê ra navbendek bibîne û bingeha wê deyne û, nenihêrî neqayilbûna pêşekzanan …, wî hema xût ev şkeft bijart … Li vira binecî nemaze bi bizinxwedîkirinê va mijûl in. Xwezma jin gelek kar dikin. Tu jiyaneke rûhanî tune, ne dibistan hene, ne jî medrese. Pêşketin qet ne hatiye bal me. Li vir ne bijîjk (doktor) hene, ne jî derman û heb. Di navbera gundan da rê tune. Li navçeyê ji 100.000 bêtir mirov dijîn. Bersîva van şertên jiyanê yên nemirovatiyê divê bikeve ser komissyonên hukûmetê, ji ber ku ew ji Dersîmê gelek tiş t hildidin, lê tu tiş t nadin wan. Em divê nehêlin ku ew rewş berdewam bike”.

 

Bi deh salan gelê kurd şerkariya çekdarî di hindava zordarên Tirkiyê da biriye, ji bo naskirina mafê xwe, ji bo wekhevtiya çandî, siyasî û aborî di nava jiyana welêt da. Lê Kurdan bi sebebên cihê-cihê dl wan şerran da hergav jî daye der, ji ber ku ew şerkarî ne weke hev bûye. Bi hovîtî hincirandina serhildanên bêjimar aboriya Kurdistana Tirkiyê ji cêrgê derxist û ew kafkûn kir û hêzên Kurdan gelek da s is t kirin. Pelixandinên berk û têrora bêhempa bûne sebebên mirina karkirên Kurdan ên bi nav û deng û bineciyên aşîtiyê. Pirsa Kurdan li Tirkiyê ma nesafîkirî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev