Berhemeke Xelîlê Çaçan bi xwendina Mecrum Suleymanov

Berhemeke Xelîlê Çaçan bi xwendina Mecrum Suleymanov

Ev berhema nivîskar û bingehdar, avakar û rêvebirê 24 salan yê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan, ku veçêkirina nimûneyeke zargotina me ya helbestkî ye, berî weke 50 salan hatîye nivîsar û berî çend salan ji alîyê Weşanxaneya LÎSê li Amedê di pirtûka nivîskar a bi navê Cewahirên kurdî da çap bûbû, vê carê jî dilsoz û pêşewitîyê çanda gelê me Mecrum Suleymanov bi hunermendîyeke ser asta here bilind wê berhemê dixwîne.

Çapkirin, weşandin, belavkirin û xwendina vê berhemê nîşana wê yekê ye ku berhemên derecebilind, ku bi hostatî hatine nivîsar, winda nabin û tên qîmetkirin.

 

 

 

Şêr û rûvî

Devê gêlî, nav mêşe,

Şêrek dima hermêşe,

Û ji tirsa şêrê har

De’be lê nedibû dîhar.

Mabû bê risq u nêçîr,

Mabû qertel û hêsîr.

Dinê wan bûye doje,

Her tişt wana bûye qat,

Rabûn û kirin civat.

Pêşîyê hirçê xeberda,

Go: -hûn şêr li erdêxin,

Ezê pê lepa lêxim,

Wexta min qirik lê gest,

Şêrê îdî bibe mest.

Gur got: – Hirça derewîn,

Bes derewa biteqîn,

Herke tu bal şêr zorî,

Çima para dikolî

Wexta tu şêr dibînî?

Şêr hovekî lap zor e,

Yê wî qelske, ew gur e.

Hirçê wir kire a’rîn:

– Ezê te li zinêr xim,

Herdû çevê te derxim.

Gurê qelpî situ deq

Tê biteqî mîna beq…

Wê deqê pêra-pêra

Gur hirçê ra da çêra.

Devê xweyî çatanî

Berbi zikê hirç anî.

Bi hêrs lê dia’rîne,

Ku zik lê bidirîne.

Rûvî xwe davê ortê,

Nade herda moletê.

– Malxirabno, wî, şerm e,

Naha şêrê bê ser me,

We vira hevdu xêr e,

Dijminê me tek şêr e.

Hûn hatine civatê,

Bibhên gilîyê ometê,

Hatine alî hev kin,

Nehatine vir şer kin.

Malava, hûn mezin in,

Îdî xweyê zar-jin in.

Hûn bisekinin alîkî,

Ezê bêjim gilîkî;

– Behra aqil û hiş im,

Tek ezê şêr bikujim,

Hûn xwe dûr bitelînin

Û mêranîyê bibînin.

Rûvî poça xwe hilda,

Bestê kete tirada,

Mîna nasê duh na pêr,

Çû sekinî li ber şêr

Û li ber şêr bû daxûl,

Ça belengaz û ça qûl.

Go: -Tu çar-mikanê me,

Go: -Tu xwey-xudanê me,

Em bêy te ne tu tişt in,

Bêy pismam û bê pişt in,

Go: -Zanî, apê te me,

Ez birê bavê te me,

Niha dil ha min xastî,

Te ra bibim berdestî,

Ku hîç dijmin û nemam

Nebêjin gilîkî xam.

Bi fêlbazî şêr xapand,

Aqilê wî sêrî firand.

Go: -Şêrê zor, ez heyran,

Wer, em tev bikin seyran,

Herine rev û nêçîrê,

Ez beled im der û rê.

Rûvî kubar dimeşe,

Fitlê dide nav mêşe,

Tê disene ser zerê,

Yan çiye hate ciyê nêçîrê.

Wî nihêrî çevê şêr,

Ha’şa serî kir berjêr.

Mala Hacê û Xatê,

Kesereke te’l hatê.

Şêr go: “Apê min aqil,

Te çi derde, te çi kul?.”..

– Ez korbim li ser mêra,

Ser efata, ser şêra,

Divê hovê pîs, bêkêr,

Îdî ne man mêr û şêr.

Bavê teyî remetî

Banz dida ji vî te’tî,

Mînanî hespê cehxur

Zerê ra firqas dikir.

Bira korbim ser mêra,

Mêr nemane tu yêra,

Li nav êlê, nava gund,

Dewsa mêra mane kund.

Boy navekî qazanc ke,

Ser zerê ra firqas ke.

Şêro çû-hat û firî,

Lê riya zerê ne birî,

Tev zinarê ser zerê

Şêr gulol bû-çû jêrê.

Ê, ji wî şêrê yeman

Perçê mezin herd guh man.

Rûvî bi delk aha xwar

Serê şêrê dînî har.

Paşê simêl kaw bada,

Nav mêşe da tirada…

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev