Xelatgira Nobelê Nadya Muradê serekwezîrê xwe pîroz kir

Xelatgira Nobelê Nadya Muradê serekwezîrê xwe pîroz kir

“Avakirina Şengalê wê ji Herêma Kurdistanê ra aramî bîne”

 

Xelatgira Nobelê a Aşîtîyê, kurda êzdî Nadya Muradê birêz Mesrur Barzanî bo hilbijartina wek serekwezîrê Kurdistanê bimbarek û pîroz kir, hêvîya xwe dîyar kir, ku Kurdistan wê tevaya hereketê xwe bi kar bîne bona çareserkirina pirsgirêkên kurdên bi dine xwe va êzdî.

Nadya Muradê di nava pîrozbahîya xwe da got: ”Ez bi hêvî me, ku di nav demeke kurt da karê şênkirin û avakirina devera Şengalê wê bi teqileke nû va pêş bikeve, niştecîyên êzdî wê li welatê xwe aram û azad bijîn”.

Nadyayê herwiha bawerîya xwe dîyar kir, ku kurdên êzdî wê bi saya hereketê serekwezîrê Kurdistanê Mesrur Barzanî bi aramî, edil û bextewar bijîn û di dawîya silavnameya xwe da got:

-Eger li Şengalê aramî hebe, miletê me dikare vegere warê xwe û ewê tesîreke erênî li ser gulvedan û şênbûna Herêma Kurdistana bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev