Celalê delal di zîrekîyê da çav daye Aladînê bavê xwe

Celalê delal di zîrekîyê da çav daye Aladînê bavê xwe

Zarên kurd yên Qazaxistanê jî wek bav û kalên xwe serketî ne

 

Têmûrê Xelîl

 

Navê vê zaroka delal di temenê xwe yê 9 salîyê da bi şerezatîya xwe ya di hêla sportê da êdî di komara Qazaxistanê da ser zarê gelek kesan e. Celalê Aladîn Mustafayev ji binemaleke kurdên ronakbîr e, ku di dema zordestîyên Stalînîyê di salên 1937-1944an da sirgûnî Qazaxistanê kirine û ew li gundê Dendrarîyê, li herêma Almatîyê ji diya xwe bûye. Ew ji nifşa 4an ya kurdên sirgûnkirî ye.

 

Bavê wî Aladînê Elî xelatgirê Pêşbirka cihanê ya alîyê gulaşê da ye, bûye çêmpîonê Qazaxistanê, di pêşbirkên Recife û São Paulo da li Brazîlîyayê cîyê pêşin girtîye, bûye xwedîyê Kembera Narincî, niha prezîdêntê Federasyona sportê ya bi navê “Zr-Team Kazakhstan” e, li klûba sportê ya bi navê “Pride”  li Almatîyê werzendvanê profesyonal yê gulaşa bi cûrê Brazîlîyayê Jiu Jitsu ye.

 

Celal heta pênc salîya xwe bi hevalên xwe ra bê xem li derva top dilîst. Dû ra bavê wî ew bire cem xwe. Bi serokatîya bavê bi gavên lez va pêş ket, sport kete dilê wî, ew hingavt û dilê wî ji zewqê fûr da, kelîya. Ji rojên werzandinê yên pêşin da Celal derc kir, ku meremên wî pêk tên, bi gotina wî, sport bû beşeke jîyana wî.

 

Sportsmênê ciwan werzandinên xwe li sera “Zè radios team” dike. Û encam derketin: ew bi serokatîya perwerdekarên xwe Ahmed Tsûlayev û bavê xwe – Aladînê Elî Mustefayev di lecên herêmî û navnetewî da di gulaşê da cîyên pêşin digirt. Celal di giranîya laşê xwe da serketîyê Pêşbirka cihanê di hêla gulaşa Brazîlî Jiu Jitsu ye, ku 24ê nîsanê li Abu Dhabi bi navê “Abu Dhabi World Jiu-Jitsu Championship 2019” hate derbazkirin.

 

Nûnerên gelek welatên cihanê bi hunermendîya wî ya di hêla sportê da zendegirtî mane. Û ew serketina wî a dawî nîbû li ser dikên sportê yên cihanê. Ew tevî gelek lecên cuda dibe, gelek xelatên wî hene, wek: çêmpîonê Asîyayê, çêmpîonê Qazaxistanê, di pêşbirkên Astanayê, Almatîyê û herêma Almatîyê da cîyên pêşin girtîye.

 

Bi saya serê hezkirin û piştgirîkirina pîrik û kalikê xwe sportsmênê kurdî ciwan yê xwedî paşerojeke geş wê di sporta mezin da bigihîje serketinên mezin, bi wê yekê va dilê miletê xwe û hezkirîyên xwe şa bike û me hemûyan bextewar bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev