Lêkolînek* derbarê ”Êzdîxan û 97 ferman” de

Lêkolînek* derbarê ”Êzdîxan û 97 ferman” de

 Suleiman Sulevani

Heyameke min dixwest tiştekê ser pirûka ÊZDÎXAN û 97 FERMAN binvîsim. Berhem a Amed Tîgrîs û Rojîn Zarg e û ji weşanxaneya Apec bi awakê spehî û profesyonel derketiye. Pêşî min dixwest pênasîneke kurt derbarê pirtûkê binvîsim, lê ji ber giringî û aktualbûna mijarê, min hew dît ew ji laşê pênasînê derket û hema bêje bû kurtebasek ser naveroka pirtûkê. Ew xalên li jêr tên rêz kirin giringiya xwe heye bo her kurdekê bixwaze hine agahdariyan ser miletê xwe bizane. Lê da mirov agahiyên bêtir bistîne, gereke pirtûk bê xwendin û ez wê bi germî pêşniyaz dikim.

 

Sernavê pirtûkê bala min kişand, heya niha behsa 72, 73,74, û 75 ferman hatiye kirin lê 97min qet guh lênebûye. Xwendina pirtûkê bi wê asta zanistî û pir jêder ez şa kirim, lê pirî caran jî ez xemgîn kirim. Rast e Êzdî kurdên resin in û ola Êzdî oleke kurdî ya resen e, û hindî diçe kurd bi vê rastiyê dihesin û lê xwedî derdikevin, jixwe di vê pirtûkê de derbarê vê mijarê, behsa gelek xalên giring tê kirin. Pirtûk trajediya milet, bedbextiya xwefiroş û nezanên kurd (êzdî û misilman) ku mixabin heya van rojan berdewam e; radixe ber çavan. Carna gunehê min bi me kurdan dihat, carna hêrs dibûm û carna jî baştir têdigehiştim û agahiyên rasttir bidest dixist. Di heman demî de xalên ez jê bigoman jî hebûn, pirs cem min peyda dibûn û ez pal didam li bersivan bigerim.

 

Ez ê li ser mîtolojî, efsane û dastanan nesekinim, belku bêtir li ser dîrok, agahî, fakta, lêkdan û berhev kirina hin rastiyan rawestim. Li ser rastî û şaşîyan ne rawestim. Ergumentên digel yan dij jî nehênim pêş belku weke kurdekê bi çavekê vekirî û rexnegir duf têgehiştina xwe hine tiştan bînim ziman. Bûyerên bigoman û xalên mirov dikare bêxe jêr pirsyar hene. Nerxandina naverok û wan agahiyan ji aliyê pispor û kesên elaqedar, dê zelaliyekê bîne pêş berbere kêmasî û şêliyan û bi gengaz xalên negativ ji holê rake. Rexne, dialog û serrastkirina şaşiyan û piştrastkirina qencî/rastiyan dikare tenê miletê me berev pêş bibe. Ev beşeke giring e ji dîrok, kultur û çanda kurdî û gereke kurd weke netewe, xwedî li vê zengîniyê derkeve, xwedî li xwe derkeve.

 

Pirtûk ji du beşan pêktê, beşê yekem ser cografya, eşîr, mîtolojî, dîrok û tiştên girêdayî ola Êzdiyan e. Beşê duwem jî li ser dîl û koçberên destê DAÎŞiyan e. Li herêma Şengalê û Bakurê Kurdistanê perestgehên Êzdiyan. Ez ê li ser beşê yekem rawestim û kêm zêde li ser xalên li jêr: 

  • Cih û warên êzdiyan
  • Êl, eşîr û qebîleyên êzdiyan
  • Dîrok û felsefa ola êzdiyan
  • Kurdbûna Şêx Adî
  • Zulm û zordariya misilmanan ser Êzdiyan û di vê kategoriyê de kurdên musulman jî
  • Malbat û eşîrên kurdên musulman bi kok êzdî
  • Kurdên Qafqasya (kurd deyndarê wan e)
  • Sîstem kastî
  • Hevkok û hevbeşîya Êzdiyatîyê digel olên din yên Kurdistanê
  • Tabû û qedexekirinên di ola Êzdî de
  • Kronolojîya 97 komkujên li ser Êzdiyan
  • Bêbextiya Osmaniyan
  • Rexne, balkêş û balkişandin

Pirtûk pir dewlemend e bi agahiyên yekcar baş ser ola Êzdiyan, kurdên êzdî û misilman. Nivêskar weke mirovekê rexnegir, humanist, objektiv û netewî lêkolîna xwe daye pêş. Amed Tîgrîs, nivîserê beşê yekem e, bi jêderên cuda weke referens û ergument berhem zengîn û zindî kiriye. Bi jêderên kurdî û bîyanî, wî bi giştî 269 jêder bikar anîye. Nivîskar û lêkolînerên kurd weke Prof. Dr. Mehrdad R. Îzady, Dr. Eskerê Boyik, Kemal Tolan, Prof. Dr. Îlhan Kizilhan, Ezîzê Cewo, Dr.Tosinê Reşîd, Prof. Dr. Ordixanê Celîl, û gelekên din dewlemendiyeke jêhatî û misdaqiyet (kredibilitet) dane berhemê. Bi giştî pisporên kurd nêziktir in ji rastiya Êzdiyan, ji rastiya xwe û ew bêtir cihê baweriyê ne. Zanayên kurd ya xwe û ser xwe jî dibêjin û carnan ya ser xwe zêdetir dibêjin, ev karaktereke kurdî ye.

Cih û warên Êzdiyan 

Ser erdnîgarî û demografiya Êzdiyan agahiyên fireh hene û ez bawer im piraniya kurdan pê nizanin. Di rûpela 11:an de tê nivêsîn: “Êzdî ji warê xwe yê qedîm (kevn) re Êzdîxan dibêjin. Hinek êzdî ji herêma Şengalê re û hinek jî li gorê dema berê ji Şengalê heta Heleb û Antakya, Mereş, Sêwas, Xarpêt û Wanê, ji Tebrîz, Qers, Ûrmiyê, Hekarî heta Kermanşah, ji Kerkuk û Silêmaniyê heta Şengalê ku Êzdî li ser vê erdnigariya fireh ku lê jiyane Êzdîxan dibêjin”.

Êl, eşîr û qebîleyên Êzdiyan 

Eşîrên Êzdî duf cografiya û terminilojîya Kurdistana dagirkirî dike çend beş Başûr, Bakur, Rojava, Qafqasya û Ewropa, lê Rojhelatê Kurdistanê ne tê de ye. (Her çend behsa Êzdiyên Rojhelat li vir û li wir tê kirin jî lê weke kategorî nehatiye nivêsîn. Ew hatiba nivêsîn dê baştir be)

Li başûrê Kurdistanê behsa sê eşîrên mezin dike:

  1. XWERKA (Dûxiyan, Simoqî, Cefriyan, Çêlkî, Çelkan, Heliqî, Feqran, Korkorkan, Mendikan, Heskan û Xîran).
  2. CIWANEKÎ (Mîhîrkan, Dasinî, Hebabat, Mûsqoran, Bekiran û Mala Xaldî)
  • FEQÎRANÎ (Êlên Şengalê)

Li bakurê Kurdistanê

  1. Êzdiyên herêma Cizîr û Nisêbînê
  2. Êzdiyên herêma Torê
  • Êzdiyên Xaldî
  1. Êzdiyên li herêma Wêranşarê
  2. Êzdiyên li herêma Kilîs û Nizîbê
  3. Êzdiyên li herêma Amedê

Li rojavayê Kurdistanê

  1. Êzdiyên li herêma Cizîrê
  2. Êzdiyên li herêma Amûdê
  3. Êzdiyên li herêma Cerihê
  4. Êzdiyên li herêma Hesekê
  5. Êzdiyên li herêma Serêkaniyê

Li Qafqasya êl û qebîleyên Êzdiyan 

  1. Êla Rojkîyan
  2. Êla Sîpkan
  3. Êla Zuquriyan
  4. Êla Hesenyan

Li Ewropa 

Êzdiyên ku ji Bakur, Başûr, Rojava û Yekitiya Sovyetê hatine welatên Ewropa piraniya wan li Almanya dimînin. Di navbera salên 1970-1980 de dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li ser civak û malbatên êzdî û elewiyên kurd çewsandin û zordarî zêde kir. Piraniya êzdiyên li Bakur koçberên Ewropayê kirin. Êzdiyên ku ji Bakur, Başûr, Rojava û Yekitiya Sovyetê hatine welatê Ewropa ji aliyê perwerde, çand, zanîn û olî ve gelek ji hev dûr dihizirin. Ciyê koloni ava kirine. Rûpel 59**.

Dîrok û felsefa ola Êzdî 

Êzdî, beşek ji kurdên dema ku artêşên xelifeyên Îslamî hatine Kurdistanê dagir bikin, wan Ii berxwe dane û heta îro li ser ax û ola xwe mane û misilmantî qebûl nekirine. Heta îro nav, ol, ziman û çanda xwe parastine. Li ser dîrok û wateya navê Êzdiyan çar teorî, angaşt boçûnên cuda hene:

  1. Li gorî êzdiyan gotina êzdî ji du gotinan pêk hatiye: Ez û da. Yanî Xwedê ez da. Gotina Yezdan (Xwedê) jî nêzîkê vê gotinê ye.
  2. Ji van teoriyan yek gotina yezdanî ye ku navê ola kurdan a kevn a berî îslamê ye. Ev navê olek e ku xwediyê felsefa heft melekan Li gorî vê teoriyê ji 3000 sal b.z. piraniya kurdan li ser vê olê bûne. Yezdanî oleke bê pirtûk e. Di Şerefnameyê (1597) de behsa Yezdaniyan dike û dinivîse: ”Êzdî mezhebek ji Yezdaniyan e. Lê wek tê zanîn êzdî bi xwe ji ol, çand û jiyana xwe re bi giştî “ezdatî” dibêjin. Hinek lêkolîner dibêjin li Îranê bajarê Yazd heye û êzdî navê xwe ji wî bajarî girtine. Xwediyên vê teoriyê dixwazin kurdên êzdî û yarsanî faris nîşan bidin.
  3. Hinek lêkolîner dibêjin navê êzdiyan ji Yazîd lawê Muawiyê tê. Ji ber ku Şêx Adî kurê mezinekî Emewiyan bû û wî xelîfeyên xwe ji Muawiye û kurê Muawiye Yazîd pir hezkirine loma vî navê êzdî li mirîdê xwe kiriye. Hinek jî dibêjin, “navê êzîd ji Siltan Yezîdê kurê Muawiye kurê Bavê Sufyan hatiye”. Yanî ew ji neslê ereb in.
  4. Dîsa van neteweperestên ereb û îslamê dibêjin ku “di serdema Ebbasiyan de gelek Emewî ji aliyê Şamê reviyane û hatine li Çiyayê Şengal û Hekarê bi cî bûne. Ji ber vê sedemê kurdên herêmên Şengalê û Hekarê ji Emewiyan hez kirine”. Parastvanên vê teoriyê jî dixwazin êzdiyan bi ereban ve girê bidin û bêjin “ola ezdiyan mezhebeke îslamî ye”. Rûpel 61-62

 

Şêx Adî û ergumentên kurdbûnê 

Şêx Adî (Şêx Hadî Şîxadî) di sala 1073 -1077an de li herêma Lubnanê li gundê Beytîfarê ji dayik bûye. Ew gund û herêm wê demê li ser bajarê Şamê bûne. Navê bavê wî Misafir û navê diya wî jî Yezda ye. Yezda bi xwe navekî kurdî ye. Li nav ereban li mala xwe bi kurdî axivîne û loma Şêx Adî bi kurdî zanibûye. Îbnî Mustefî dibêje, ”li gor vegotina Şêx Hesen, ereban ji gundên Şêx Adî re Şevfu Ekrad (gundê kurdan) digotin”. Ji ber van sedeman gelek lêkolîner guman dikin ku malbata Şêx Adî ji Kurdistanê çûne û li gundê Beytîfarê bi cî bûne.

 

Hinek nivêskar jî dibêjin, Şêx Adî ereb e û ji malbateke Emewî yê Şamê ye. Bi taybetî nivîskarên ereb û yên misilman ên serdema navîn xwedî vê dîtinê ne ku Şêx Adî ereb bû. Rûpel 78

 

Di mijara kurdbûna Şêx Adî de dokumenta herî dîrokî, olî û berbiçav ”Qewlê mala Baban” e. Ev qewle li ser vegera Şêx Adî ye. Şêx Adî vegeriyaye mala bavê xwe. Ango ew ji Şamê vegeriyaye geliyê Laleşê. Derheqa kurdbûna Şêx Adî de dukumenta duyem jî wekî me li jor jî destnîşan kiribû, bi kurdî axiviye û bi kurdî nivîsandiye. Rûpel 79

 

Nivîskarê pirtûka Tarîxa Eşîretan Îbrahîm Bozkurt jî li ser kurdbûna Şêx Adî weha dinivîse: Şêx Adî bi eslê xwe kurdê Şengalê ye û eşîreta wan ji Xorasanê hatine li Şengalê bi cî bûne. Navê wî yê esil Misafir bîn Ahmed kurdî ye. Rûpel 80

 

(Ev teoriya kurdbûna Şêx Adî nêzîktir e ji rastiyê û logîk tê de heye. Bi taybetî ger mirov bizane ku Êzdî oleke girtîye û kesekê derveyî ola Êzdî qebûl nakin.)

 

Zulm û zordariya misilmanan 

  • Artêşa Omer di sala 638an de Kurdistanê dagir dike. Bi hezaran kurd kuştin. Bajar, gund û malên kurdan talan û wêran kirin. Jin û keçên wan wek xenîmet girtin û birin nav ereban. Kurdên mayî bi zor û tirsa devê şûr ola îslamê bi wan dan qebûl kirin. Di dîroka kurdan de ev komkujiya han a herî barbar û mezin bû. Ji wir bi şûn ve li hinek çiya, gelî û dolên asê kurdên yezdanî bi awayekî nepenî ola xwe parastin û îslamiyetê qebûl nekirin. Ji wan derdoran herêmên weke Hekarî û Şengalê man. Bi salan li ber xwe dan. Vê carê birayên wan ên misilman heta îro bûn belayê serê wan û hertim ji wan xwestin ku ew bibin misilman. Rûpel 174
  • Xaldî kurdên Êzdî yên Bakur in, di serdema Îslamê de, ji ber zilma kurdên misilman û dewletê koçberî herêma Şengalê bûne. Rûpel 24
  • Di sala 1820î de bi şev çeteyên Şêx Qasimê Mala Dewrê davêjin ser Delana Qaso û Delana Paso. Jin, mêr û zarok nabêjin, hemûyan dikujin û davêjin nav çemê Ridwanê. Ava çem bi xwîna wan sor dibe û diherike. Mal, milk û heywanên gundiyan jî talan û wêran dikin. Rûpel 34
  • Êzdiyên Xaldî çar eşîr in: Anqosî, Neqîbî, Qizilî û Xendeqî. Her ku misilmanî li herêmê di nav kurdan de pêş ket û xurt bû Xaldî ji aliyê olî de heliyan û hejmara wan kêm bû. Rûpel 33
  • Ji ber zixt û serdestiya tûndrawên (fanatîkên) Îslamî, Êzdî neçar mane ya bi darê zorê koçber bûn ya bi çewsandina psikolojîk û civakî ol guhertin û bûn misilman. Bi tenê Êzdiyên herêma Wêranşarê li ser ol û çanda xwe bi rikokî li berxwe dan û man. Rûpel 35
  • Li herêma Xaldiyan bi giştî 108 gundên Êzdiyan hebûne. Mixabin niha li van gundan Êzdî nemane, piraniya wan koçberê Ewropayê bûne û misilmanan dest dane ser mal û milkên wan. Rûpel 35
  • Weha bû ku li Serhedê Êzdî neman. Ên ku revîn aliyê Rûsya û Ermenistanê, yên ku hatin kuştin û yên ku man jî bi darê zorê bi wan misilmantî dan qebûlkirin.
  • Tê gotin ku heta 180 sal berî niha bi tenê ji Kilîsê heta Pirsûs, Xelfetî, Wêranşar, Dêrik, Mazîdax û Çinarê bi qasî 400 gund û gundikên Êzdiyan hebûne. Sal bi sal Êzdî ji aliyê olî ve hatin asîmîle kirin û misilmantiyê bi wan bi darê zorê, bi çewsandina civakî û derûnî dane qebûlkirin. Rûpel 28
  • Niha mirov nikare li seranserê herêma Serhedê rastî şopa Êzdiyekî/ê were, nikare bi çirayê Êzdiyek bibîne. Rûpel 54

 

Malbat û êşîrên kurdên musulman bi kok êzdî 

  • Nivîskar Temûrê Xelîl di sala 1982:an de, li bajarê Peterburgê bi Cegerxwîn re li ser êzdiyan hevpeyvîneke dîrokî dike. Di wê hevpeyvînê de Cegerxwîn dibêje: Îmareta Mehmûdî yezîdî bûn, lê paşê, piştî şerekî giran bûn misilman. Li Botan, Îmareta Bextîyan dîsa yezîdî bûn, ew jî peyî cengan ra bûn misilman. Eşîra Xaldî, ku dora Betlîsê dima, eşîreke mezin û nav û deng bû. Îmareta Becnewî êzdî bûn, lê vê dawiyê bûn misilman. Heta Dimbilî jî Êzdî bûn, lê paşê bûne Elewî. Evana hemî di kûraya Kurdistanê da, di bin ola Zerdeştî da mabûn. Lê hêdî hêdî dîtin, ku ser wan zor û sitem tê kirin û nikarin berepêş herin, mecbûrî bûne misilman. Rûpel 27

 

  • Li ser esilê bavikê Del a Omeriya du dîtinên cuda hene: hinek kes dibêjin, ”Delî bûne misilman û bi Mîrsom re hatine herêma Omeriyan bi cî bûne. Hinek jî dibêjin,”na piştî Mîrsom ji Şengalê hatine û li herêma Omeriya bi cî bûne û piştre bûne misilman” Mêrsom serokê hemû bavikên eşîrên Omeriya bûye, ew di serdema Selhedînê Eyubî de ji Rojhelatê Kurdistanê hatiye li herêma Omeriya bi cî bûye. Rûpel 29

 

  • Lê tiştê ku tê zanîn ji wan eşîran beşek ji ber serdestiyên dewleta osmanî û misilmanan koçberên Rûsyayê (paşê jî Sovyeta Kevn) bûne û beşeke mezin ji wan jî bi darê zorê bûne misilman. Ji wan eşîrên Êzdî yên Bakur û Qafqasyayê çend jê ev in: Mahmudî (li devera Xoşê), Dunbilî (li deşta Sekmanê), Rojkî (li deverên cuda), Mamreşî (li Xoşavê), Bazûkî (li Erdîşê), Biradost (li Tîrgeverê), Reşî, Baravî, Mendikî, Belî, Kurtî, Xaldî, Anqosî, Şerqî, Dasinî, Mamtacî, Şemsika, Mendesorî, Mîrangî, Recefî, Sturkî, Zuquriya. Rûpel 32

 

  • Eşîra Çêlkî… Yên herêma Serhedê jî di navbera salên 1908 -1909 de koçî Rûsyayê Ji ber bê derfetiyan beşek ji wan nikaribûne herin Rûsyayê, neçarî çûne li herêma Şengalê bi cî bûne. Yên li sinorê Tirkiye mane bûne misilman. Rûpel 21

 

Kurdên Qafqasya 

Beşek Êzdiyên ji Êla Sîpka, di 1854 -1856an de, di dema şerê Rûsya û Osmanî de çûne Ermenistana Rojhelat û piranî li herêma Parna îro ku hingê di nav Rûsya Tsarî de bû, bi cî bûne. Beşek din a Êzdiyên êla Sîpka di sala 1877-1878an de, di dema şerê Rûs û Tirkan de çûne Ermenistanê. Beşeke mezin a êla Sîpka jî, di dema şerê Cihanê yê Yekem de çûne Ermenistanê. Rûpel 51

Cihangîr Axa, kurê Xetîb Axa bû. Malbata wan serokê êla Zuquriyan bû. Cihangîr Axa di sala 1874an de, li gundê Çibûxliyê ji dayîk bûye. Çibûxlî wê demê li ser qeza Bêgiriya bajarê Wanê bû. Cihangîr Axa dostê ermenî, eşîrên kurdên misilman bû, mirovekî dilnerm û mirovhez û aştîxwaz bûye. Bi wê re şervan û qehremanekî binav û deng bûye. Li ser mêranî, camêrî û qehremaniya Cihangîr Axa çend stran û destan hene. Stalîn, Cîhangîr Axa bi serokên eşîr û mehqûlên kurdan ên din ve sirgûnê Sibiryayê dike. Niha li muzeya bajarê Rewanê peykerê Cîhangîr Axa çêkirine. Rûpel 52

Kurdên Êzdî li Ermenistanê ji sala 1921ê şûn ve dest bi perwerdeya kurdî kirin. Di sala 1925an 50 dibistanên kurdî li Ermenistanê hatin vekirin. Di sala 1930î de dest bi derxistina rojnameye Rya teze kirin. Gelek kurdên Êzdî li dibistanan bi kurdî xwendin. Di nav Êzdiyan nifşeke rewşenbîr zîl da. Ev nifşê xwenda li ser çanda êzdiyatî hestê kurdiyatiyê xurt kirin. Dest bi Radyoya Rewanê beşa kurdî kirin. Kurdên xwenda li ser ziman, wêje û çanda kurdî dest bi nivîsîn û lêkolînan kirin. Demeke dirêj bajarê Rewanê bû navenda çanda kurdî. Pêşketineke weha çêbû ku Êzdiyên herî xwenda, zana û şareza li Ermenistanê û welatên Qafqasan derketin holê. Rûpel 54

Di dema Sovyetê de dewleta Ermenistanê ji bo ziman û çanda kurdan gelek derfet û xizmet dabûn. Lê îro politîka dewleta Ermenistanê derbarê kurdên Êzdî de ne baş e. Dewlet her hewl dide ku êzdiyan ji kurdan cuda bike. Êzdî û zazayan ermenî dihesibîne. Ji ber vê politîkayê civak û zimanê kurdên Êzdî yên Ermenistanê kirine du cî: kurdî û êzdî. Ji bo zimanê êzdîkî tîpên kirîlî û ji bo kurdî tîpên latînî bi kar tînin. Halbûkîu herdu jî eynî ziman e, yanî kurmancî ye. Rûpel 57

Li Rûsya û Ukraînayê 80.000 Êzdî hene û li wir bi cî bûne. Li hemû Sovyeta kevn li derdora 200 – 250 hezar kurdên êzdî hene. Heta niha kurdên êzdî li gel hev li gundên xwe bûn. Ji ber wê yekê ol, ziman û çanda xwe diparastin. Niha li seranserê komarên Rûsyayê ji bo kar belav bûne û asîmîlasyona netewî, olî û çandî dest pê kiriye. Piştî belavbûna Sovyetê piraniya ronakbîr û xwendekarên êzdiyan jî çûn li welatên Ewropa ya Rojava wekî penaberên polîtîk bi cî bûn. Weha lê hatiye êdî rola rewşenbîrên kurd ên êzdiyên Qafqasyayê ji holê rabûye. Rûpel 58

(Ez ne bawer im rola wan ji holê rabûye belku rola wan hatiye guhertin, ew elîta kurd e û rola wan weke intellektuel yekcar mezin e. Mixabin rêxistin, partî û desalata kurdî fêde û wec ji intellektuelên xwe nake weke pêwist. Gereke ev rastî jî bê gotin ku xizmeta kurdên Qafqasya kirine jibo çand, wêje, ziman û dîroka kurdî bê hemba mezin e. Bi hejmara xwe ya kêm bi qatan zêdetir xebat kirine, kurd deyndarê wan e.)

 

Sîstema kastî 

Kastên êzdiyan ên sereke çar in: Mîr, şêx, pîr û mirîd. Hinek kes mîrîtiyê weke kast nahesibînin û weke lûtkeyê (zîrwe) kastan dibînin. Ji kasta şêx û pîran re ruhanî an dunav dibêjin. Dunav ji %6-7 civaka êzdî û mirîd %93-94 civaka êzdî ne. Şêx bi şêxan re, pîr bi pîran re û mirîd jî bi mirîdan re dizewecin. Di navbera kastan de zewac qedexe ye. Jixwe êzdiyek ji derî êzdiyan ne keça xwe dide der, ne jî ji derî êzdiyan keç ji kurê xwe re dixwaze. Yanî ji olên din jî zewac qedexe ye. Rûpel 86

Paş li ser van gotinan bi hûrgulî tê rawestandin û pênasîn mîna: Mîr, şêxwezîr, babaşêx, şêx, pîr, mirîd, qewal, berat, koçek, babaçawîş, feqîr (feqîrê dunav û feqîrê yeknav), feqre, pêşîmam, micêwîr, pismîr, bira/xuşka axiretê, merebî, kebanî, xizmetkar, neqîb, babegavan. Rûpel 90-106

 

Êzdiyatî û olên hevkok û hevbeş 

Hejmareke lêkolîner jî xwedî angaşt in ku, ”êzdiyatî, yarsanî û elewî ne oleke serbixwe ne û her yek mezhebeke yezdanî ye. Yezdanî ola kurd û Îraniyan a qedîm a berî misilmantiyê ye”. Ka em binêrin çî hevbeşî û nêzikatiyên bingehîn di nav van olan de hene. Ji kîjan xalî û aliyê ve dişibin hevdu.

Hevbeşiyên êzdiyatî û yezdantiyê (16 xalên hevbeş)

Hevbeşiyên êzdiyatî û zerdeştiyê (23)

Hevbeşiyên êzdiyatî û yarsantiyê (33)

Hevbeşiyên êzdiyatî û elewîtiyê (27)

Hevbeşiyên êzdiyatî û mîtrayetiyê (13)

Hevbeşiyên êzdiyatî û durziyatiyê (6 )

Hevbeşiyên êzdiyatî û nusayriyetiyê (18)

Hevbeşiyên êzdiyatî û îslamiyetê (5)

Rûpel 133 -144

 

(Di van berhevkirinan de mirov dibîne xalên hevbeş yên herî zêde (33) xal digel yarsantiyê hene û herî kêm jî (5) xal digel îslamiyetê hene.)

 

Di ola êzdî de tabû û qedexe 

Civaka êzdî civakeke sirî ye. Hem di nav xwe de û hem jî ji civak û olên der vegirtîye. Civaka êzdî, civakeke weha girtî ye ku ola êzdî ji hezar salî bêtir di nav dil û malên êzdiyan de nepenî maye. Ji ber kêmhejmarî û tirsa misilmanan nikaribûne û newêribûne bi awayekî vekirî behs, vegotin û şirova dîrok, felsefe, mîtolojî û rê û rêbazên ola xwe bikin, qewl, beyt, qesîde û duayên xwe bi awayekî vekirî bêjin û îbadetên xwe bi cî bînin.

Her ku hewl dane bi fermanên bêbav û barber re rû bi rû mane. Di ola êzdî, di mijarên aferîna gerdûn, sîstema melekan û sîstema kastî de gelek dijberî û kontrast hene. Ji ber van sedeman û hinek sedemên din di nav civaka êzdî de bi taybetî ya herêmên Şengal û Şêxanê de guhertinên civakî û şaristanî bi pêş neketine. Rûpel 145

(paşê nivêskar behsa nêzikê 20 tabû û qedexeyan dike, wan şirove dike weke xwarina xasê (marolê), xwarina goştê xezalê, cilûberkên şîn û tarî û hwd.)

 

Kronoljiya ferman û komkujiyên êzdiyan 

Gelek nivîskar bê argument û referens salên fermanên êzdiyan dinivîsînin. Ev ne karekî zanistî ye. Ev berhemên weha bê argument û referens nabin dîrok, dibin çîrok.

Êzdî ji ber cudabûn û kêmhejmariya ola xwe ji sala 637an ve heta sala 2014 ku 1377 sal dike 97car ferman û komkujiyên ereb, faris, tirk û kurdên mûsilman. Rûpel 172. (Ev çawa dibe? Di sala 637 kurd wê demê ne kêmhejmar bûn vêce nav Êzdî, Êzdayetî yan jî Yezdanetî be.)

Ji sala 1515 heta 1918 Êzdîxan jî di bin desthilatdariya Osmaniyan de bû. Ji sala 1516 heta sala 1918 ku 403 sal dike, di navbera 403 salan de Osmanî 91 ferman li ser serê êzdiyan rakirine. Heke mirov fermana Bedirxan Beg, Mehemedê Kor û Yezdan Şêr û sê-çarên Îraniyan û sefera Moxolan jê derbixe, Osmaniyan bi xwe 72 ferman li ser serê êzdiyan pêk anîne.

Êzdiyên ku îro li Qafqasya û Rûsyayê ne, ma ne ji ber zilm û zordariya Osmaniyan revîne û çûne wan welatan? Rûpel 174

 

(Paş bi data û agahiyên baş li gorî zincîra dîrokî 97 ferman û komkujiyên ku li ser kurdên êzdî hatine kirin yek bi yek bi kurtî radiweste. Fermana yekê 638-639 dest pêdike û ya 97an jî ferman û komkujiya DAIŞiyan 2014.)

 

Bêbextiya Osmaniyan 

Dasinî. Di dema Osmaniyan de Huseyn Beg û Mîrza Beg serokê eşîra Dasiniyan bûn û ji aliyê Osmaniyan ve layiqê rutbeya paşatiyê hatine dîtin û piştre bi bêbextî, bi dek û dolabê Osmaniyan herduyan jî kuştine. Rûpel 23

Mûsqoran. Meto Paşa ji ber doza Şengalê û miletê xwe ve hatiye kuştin. Serê wî hatiye birîn. Dijmin serê wî ji mezinê xwe re kirin diyarî û ew bê serî hatiye gorkirin. Rûpel 24

Piştre padişahê Osmanî Yavuz Sultan Selim, Qasim Beg û kurê wî Canpolad bi çend kurdên din vedixwînin Stenbulê. Li Stenbulê Qasim Beg dikuje û Canpoladê 12 salî dişeyne sêwîxanê û perwerdeya leşkerî. Rûpel 40

Osmanî soz didin ku Elî paşa xwe radest bike dê ew nekujin û efû bikin. Elî Paşa radest dibe. Paşê Elî Paşa dibin Stenbûlê û li wir dikujin. Dest didin ser mal û milkên Elî paşa. Dibêjin, ”ev malên xenîmetê ne”. Ji ber ku padişahê wê demê Ahmed bû, bi mal û milkên Elî Paşa û hemû malbata Canpoladan Mizgefta Sultan Ahmed ava dikin. Rûpel 41 (Elî Paşa pir dewlemend bû, jîr bû, artêşeke wî a mezin hebû û dixwest dewletê ava bike)

 

Goman, balkêş û balkişandin

Tosinê Reşîd jî di pirtûka xwe ya Êzdiyatî de dinivîse ku di salên 906 û 980:î de misilman êrîş birine ser êzdiyan. Weke tê zanîn êzdayetî bi Şêx Adî dest pêkiriye. Şêx Adî di sala 1073an bûye û di sala 1162a jî wefat kiriye. Di tarîxên 906 û 980î de hîn Şêx Adî ji dayîk nebûye. Ev çawa dibe? Rast e, di wan tarîxan de misilman li herêma Mûsilê avêtine ser kurdan û komkujî kirine, lê wê demê ne êzdayetî, Yezdanetî hebû û hema hema temamiyan kurdan yezdanî bûn. R172

Nivîskar (Ezîzê Cewo: S.S) di heman berhema xwe de gelek caran dubare dike ku ”êzdîtî (ezdatî) û êzîdîtî ne yek in. Ezdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştî ye û êzîdîtî jî tarîqata Şêx Adî ye”. Rûpel 63. (Binêrin EZDÎTÎ hatiye nivîsîn, ew ne êzdîtî (ezdatî) ye û ne jî êzîdîtî ye. Û gotina berhema xwe dubare, du caran hatiye nivîsîn. Jixwe di vê berhemê de gelek caran gotinên êzdayetî, êzdatî, êzdiyatî, ezdatî, ezdîtî û êzdî tevlî hev dibin. Ev jî kêmasiyeke berhemê ye.)

Di berhemê de gelek navên kesan, olan, herêm, eşîr, bajar û hwd bi tîpa hûr hatiye nivêsîn ku ew jî kêmasiyeke û di çapa bê de gereke baştir pirtûk bê redaktekirin.

Ji ber ku êzdiyatî oleke devkî ye, varyantên mîtolojiyên wê gelek in û hevdu nagirin. Rûpel 73

Gelek lêkolîner û teolog prosesa ola êzdiyan dikin sê beş: 1. Dema berî Şêx Adî 2. Dema Şêx Adî 3. Dema piştî Şêx Adî. Rûpel 69 (Nivîskar wan her sê qonaxan bi sernivêsa Dema piştî Şêx Adî dest pêdike û hemûyan têde dihewîne. Gerek bû yan qonax bi qonax behs hatiba kirin yan jî sernavê Dema piştî Şêx Adî hatiba guhertin bo mînak Her sê dem.)

Mêr ji bo debara xwe li Mûsil, Hewlêr, Duhok û Zaxoyê di karê xizmetguzariyê dixebitin. Ciwan jî di artêş û emniyeta Iraqê de kar dikin. Rûpel 16 (ez bawer im şaşiyek li vir heye û ciwanên êzdî di artêş û emniyeta Iraqê de kar nakin û ger hebin jî ew pir kêm in).

Dîrokzan dibêjin ku ”Îro Durziyên ku li Lubnanê ne, ew ji eslê Mend in. Ji wir çûne li Lubnanê bi cî bûne”. Welî Canpolat ji wan Durziyan yek e û îro serokê Durziyên Lubnanê ye. bi xwe di hevpeyvîneke zindî ya MedTV de, bi devê xwe got ku, ”Em kurd in û ez bi kurdayetiya xwe serbilind im”. Rûpel 42 (îro jî ew malbat bi bandor in li Lubnanê û hîkariya wan ser siyaseta dewletê heye).

Di nav Hevêrkiyan de sê olên cuda hene: Êzdayetî, Xiristiyanî û Misilmanî. Ji aliyê nijad ve yek in û ji aliyê olî ve jî bûne sê beş. Hertim di nav êl û bavikên Hevêrkî de pismamtî, aştî û aramî hebûye û di nav rojên teng û reş de li hev xwedî derketine. Wek kurdên herêmên din di nav wan de şer û hevêrkiya olî nebûye an jî herî kêm bûye. Ev şêl û helwêsta hevêrkiyan divê ji bo hemû kurdan bibe nimûneyeke erênî û berbiçav. Rûpel 45

Piştî têkçûna şerê Şêx Seîd 1926:an de, dema axa û serokên eşîrên Êzdiyên Bakur ji ber zordarî û zordestiya Komara Tirkiyê derbasî Binxetê bûne, beşek Êzdiyên Bakur jî, li gel serokên xwe li Binxetê bi cî bûne. Li wir ew Êzdî neçûne nav Êzdiyên ku zemanê berê ve li Binxetê hebûne. Tercîha wan a netewî ji ya olî girantir bûye û li nêzîkî serokên xwe li gundên herêma Cerihê bi cî bûne. Rûpel 45

Di serdema me de gelek rewşenbîr, zana û lêkolînerên êzdî metnên kitêba Cilwe û Mishefa Reş a ku îro hene qebûl nakin û dibêjin, ”ev sexte ne, orjînala wan wenda ne û heta îro nehatine dîtin”. Rol û qudreta Îlahî ya Melekê Tawis guhertine. Di sedsala 13 û 14 de elewîtî, yarsanî, nusayrî û durzî derketine holê ku ji wan hemû baweriyan dibêjin ji Yezdayetiyê peyda bûne û paşê weke mezheb ji hev cuda bûne. Rûpel 71

Ûsiv Beg li Ermenistanê xwendina bilind qute kiribû û di sala 1918:an de, li ser navê civaka Êzdiyên Ermenistanê parlementer hatibû hilbijartin. Rûpel 50

Ji ber ku ola Êzdî bi hizir û baweriyeke heram li perwerde û mijara nivîsê dinêrî. Rûpel 18

Îro li Başûr li dibistanên ku zarokên Êzdiyan lê hene ji dibistana seretayî heta lîsê dersên ola Êzdî bi awayekî modern tên dayîn. Rûpel 19

Li gorî statîstîka sala 1526:an li herêma Heskîfê 1301 malbat hebûne. Ji wan 494 malbat misilman, 787 malbat xirîstiyan û 20 malbat jî cuhu bûne. Di rastiya xwe de, di wê demê de encax bi qasî cuhûyan xirîstiyan li wir hebûne û yên din Êzdî bûne. Ango piraniya gelê herêma Heskîfê Êzdî bûne. Her dem li herêma Heskîfê giraniya Xaldiyan hebûye. Rûpel 33 (Mirov bi gomane ji vê jêdera tirkî tr.wikipedia.)

 Mûsqoran. Çar bavikên kurdên misilman di dema tengasiyê de, xwe li vê eşîrê girtine û di nav de mane. Paşê Mûsqoran mal û erd dane wan û ew weke nasên xwe xwedî kirine. Ew çar bavik kurdên misilman ev in: kelp elî û nasoyî li Girê Zirka, înoyî û evdo Elî li Dohla û nasoyî jî li Girşikestî dijîn. Rûpel 24

Xaldî hem li Başûr, hem li Bakur û hem jî li Qafqasya hene. Rûpel 25

Çelkan û Çêlkan ne yek in, du eşîrên cihê ne. Rûpel 21

Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameya xwe de navên 13 eşîrên Êzdiyên herêma Heskîfê dide ku yek ji wan eşîra Çilkî ye. Rûpel 27. (Gelo ev Çelkî ne, Çêlkî ne yan jî eşîreke din e?)

Mîhîrkan. Di dîroka Êzdiyan de eşîreke mezin, şerker û serhildêr e. Di zemanê xwe de eşîreke rêbir û talanker bû. Rûpel 23

Di nav Êzdiyên Şêxan, Şengalê û Êzdiyên Serhedê de ji aliyê bawerî û felsefî, ziman, çand, tore û heta cilûberg ve gelek ferq û cudayetî hene. Di Êzdiyê Serhed (Sovyeta Kevn) de Yezdantî xurttir e. Rûpel 31

Êzdiyên Kurdistanê navê satan bi kar nayînin û dema bikevin tengasiyê di şûna navê wî de dibêjin, ”Ew” an ”mêrik”. Lêbelê li cem kurdên Sovyeta kevn tiştekî weha tune. Heta li hember qedexekirina vî navî zendgirtî (matmayî) dimînin. Rûpel 77

Kurdên misilman îro jî ji Xwedê re ”Yezdan” dibêjin. Rûpel 39 (Ne tenê vê belku îro jî hine kurdên misilman otomatîk sond bi Tawusî Melek dixwin. Sonda ”Pa bi Tawisî Melek” hêşte tê bihîstin li Behdînan.)

Di Şerefnameyê de kêmasiyek heye ku Mend bi xwe mîrê Êzdiyan e, nivêskarê Şerefnameyê Şerefxan weha nivêsîye ku Mend ne wekî mîrekî Êzdî be. Ev jî ji ber bawerî û hizrê wî yên misilmantiyê. Rûpel 40

Di dawiyê dixwazim bêjim ku ev nivîs ne jibo pesindan yan dijatiya hîç olekê hatiye nivîsîn belku bi hêvîya xwenaskirin û aşkerekirina hin rastiyên dîrokî bi başî û xirabiyên xwe ve. Kurd gereke berî her tiştî netewî bîr bike û xwedî li jêhatiyên xwe derkeve. Azadî, wekhevî û serxwebûn tenê di bîr û hişê netewî, serbixwe û YAKITIYA KURDAN dikare bibe rastî û realitet.

 

*Dibe ev nivîsîn ji lêkolînê bêtir kurtebasek be derbarê pirtûkê lê navbera herdu gotinan de min tercîha lêkolîn helbijart.

**Gotin û Komentarên xwe bi kurtî di nav du parantêzan () de ye û bi nivêsîna xwehr (kursiv/italic) e. Û bi giştî ew piştî hejmara rûpelan (R) tê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev