Nameyên evînî – 89

Nameyên evînî – 89

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤


Ka niha rehet razê û vêya rind bizanibe: -Min ji hîç kesî wek te hez ne kirîye. Hezkirina hemû keç û jinên min bi hev ra jî nagihîje hezkirina te. Ezê cara pêşin sondekê bixum, belkî gotinên min zêde bi bawer qebûl bikî. Ez gora dê û bavê xwe sond dixum, ku wisan e. Temam? Ha, ezê tiştekê jî bêjim, belkî ne zêde xweş e, lê rast e: -Hîç kesek wê nikaribe wek min ji te hez bike.

 

¤¤¤


Ez û Nura min guh nadine qanûnên cihanê. Di hezkirina me da bo me qanûnek tenê heye, navê wê qanûnê ”Evîn” e. Heta niha me 12 cildeyên wê qanûnê nivîsîne. Nivîsa wê qanûnê berdewam e.

¤¤¤


Min îro Nura xwe têr hez kir, lê têr nebûm. Bi hesreta te radizêm, şîyar dibim, dijîm, cana min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev