Xwelîserî!

Xwelîserî!

Gönül Gün

 

Wan rojên hanê ez çûm serdana hevala xwe a mêrkirî.
Min û xwesîya hevala min ku 60-65 salî ye, me hevudu naskir.
Wexta ez û xwesîya hevala min bi hev ra qise dikir (ez wisa texmîn dikim ku metê kinc û porê min nihêrî) çawa bû behsa çend tiştên din kir.

Metê qala qîza nizanim filan kesî/ê dike û dibêje: ”Nasê keçeke me wexta piçûk bûye, kincên xwe li xwe kiriye û porê xwe şeh kiriye û xwestiye derkeve derve. Lê belê keçika piçûk nihêriye birayê wî derveye. Keçika piçûk ji birayê xwe tirsîyaye û ji derîyê malê a pêşî derneketîye û derîye paşîyê a malê derketîye. Keçik lê niheriyê birayê wî derketîye pêşiya wê û keçik ji birayê xwe kutan duxe, ango birayê keçikê li keçika piçûk dixe.”
-Ez dibêjim çima ev mêr xwîşka xwe ya piçûk xist?
-Metê dibêje: “Çimkî keçik porê xwe şeh kir, ango serê keçikê ser qot e (serê keçikê vekirî bûye) û kincên xwe li xwe kiriye û derdikeve derve!”
Paşê metê dibêje: “Ev keçika piçûk piştê ku mezin bû, wê bêje baş e birayê min li min xistiye, min kutaye !”

Piştre meta me a 60 nizanim çend salî behsa xwe û mêrê xwe dike. Metê dibejê: ”Dema ez û mêrê min em li zevîyê bûn, me gîha diçînî, çima pî-lingê min bê gorê-tazî bûye, mêrê min şivê-darê hilda û lingên min xist.”

Dema metê behsa van bûyerên ecêb dikir, dikenî û tu pirsgirêk jî gorî wê di van kutan, piçûk xistina jin û şexsiyeta jinê de nedidît. Û heta maf dida ev zilamên hanê ku tundî li ser jinan kirine.

Ez jî metê re dibêjim ne hewceye ku ji ber xwekirina cil/kincan ziman dirêjî û tundî li ser jinê bê kirin. Civak ji ber neheqî, zilmê, feqîrtî, tunebûna edelet/dad, tunebûna wekhevîya jin û mêrê, binpêkirina mafan, karker, kedkar gava ku heqê xwe tam negirin, ji ber hebûna tefecî xira dibe, welhasil ji ber sedemên wiha civak wê çaxê xira dibe.

Wexta metê behsa van meselê hanê dikir, du kurên wê jî li cem wê bûn. Hevserê /mêrê hevala min jî dest bi axaftinê dike û ji min re dibêje, na wisa nebêje mijara kinc xwe kirina jin û zexta li ser jinê jî tiştên girîng in û lazım in.

De were dîn nebe! Jineke 60 nizanim çend salî bi destê xwe tundî û zextîya li ser keç û jinan normal dibîne. Kurê vê jinê jî zimandirêjîya li ser jinê normal û meşru dibîne.
Xwelîserî! De jinên wisa çito-çawa zarok, bi taybet xort-zilamên “normal” mezin bikin!

 

Bila kes qisûrê nenihêre û rastîyek wisa her xwe dide der ku li ser navê ol, mezheb û edet li ser jinê zilm, zext û neheqî tê kirin. Tiştê xirab, ev yek normal û maqûl tê dîtin.
De ka hûn bibêjin civaka ku kes, kesayetên normal mezin neke dê civakên normal bi xwe çawa-çito çêbe/in!
Ji min bipirsin, bi vê rewş/halî ve civakeke normal gelekî zehmet e ku çê bibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev