Şaredariya Qoserê navê Parka Leyla Qasim û 3 parkên din vegerand

Şaredariya Qoserê navê Parka Leyla Qasim û 3 parkên din vegerand

Nûçeyeke xweş ji Qosera Qiziltepe

 

PeyamaKurd – Encûmena Şaredariya Qoserê di civîna destpêka meha Tîrmehê de navê 4 parkên ku di serdema Qeyûm de hatibûn guhertin, bi piraniya dengan ji nûve vegerand navên berê.

Encûmena Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê civîna Tîrmeha 2019an li dar xist û di civînê de navê parkên ku ji aliyê qeyûm ve hatibûn guhertin anîn rojevê.

Encûmenê bi piraniya dengan biryar wergirt ku navê parkên ku hatine guhertin paşve bistînin û navê berê li wan bikin.

Li gorî biryara encûmenê Parka Mehmet Sincar, Ubeydullah Eren, Şeyhdavut Yalçinkaya û Leyla Qasim ku qeyûm guherandibû dîsa hatin vegerandin. 

 

http://www.peyamakurd.com/kurmanci/Kurdistan/saredariya-qosere-nave-parka-leyla-qasim-u-3-parken-din-vegerand?fbclid=IwAR0RgSjO_9QFxdpKYcwezF80m7PB9jOXsyjHhrlQqAmetBi-ibtGF142TD8

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev