ZERDEŞT

ZERDEŞT

Gird Elî

Wexta ko Zerdeşt sîh salî bû, ji welatê xwe derket, dev ji gol û kanîyên erdê xwe berda û hilkişiya ser çiyan û tê de deh salan xweşîya tenahî û lezeta eqilmendiya xwe tam kir û jê têr ne bû.

Lê dawî fikra xwe guherî û rojekê li rohelatî hat pêşîya rojê û got:

Tu stêra mezin! Halê te çi dibû heke yên ko tu rondar dikî ne hebûna, wê gavê sirûd û mezinahiya te bikêrî çi dihat?!

Deh salan pê de, her roj tu bi hewa diketî û dihatî hir, heta ber şikefta min û te em rondar dikirin; bê min û mar û eyloyê min, bê şik tu ji riya vî çiyayî û ji ronîya xwe aciz dibûyî…

Lê me her ro di sariya sibehê de çavnêriya te dikir û ronahiya te a zeyde dibir û em pê şikirdarê te dibûn û pesnê te didan.

Binêre… ez ji aqilmendîya xwe aciz bûme, mîna mêşa hingivînê ko ji piraniya hingivê xwe têr dibe, min destin divêtin yên ko xwe dirêj dikin û dixwazin. Ez dixwazim diyarî bikim û lêkvekim; heta ko di nav mirovan de, ên aqil bi dinîtiya xwe û ên feqîr û belengaz bi dewlemendiya xwe ji nû ve şa bibin.

Ji bona vê yekê divê ez bikevim xwar, herwekî tu li êvarê dikî, dema ko dadikevî li wî alîyê avê, heta ko ji dinyayê jêrîn re ronîyê bînî. O… tu, stêra dewlemendtir…

Herwekî mirov dibêjin, divê ez herim ava, dakevim xwar da ko bigehim mirovên ko hewcedarî zanîn û dewlemendîyê ne.

O tu çavê rahet û bêteşxele, tu î ko bê hesed û tima dikarî li siûd û bextiyariyeke mezin jî binêrî… Were, xêr û qencîya min bixwaze!! Xêr û qencîya wê piyanê bixwaze, ya ko dike di ser ra birije, ta ko aveke zelal û zêrîn jê biherike û geşî û xweşîya roniya te bibe her derî… Binêre! Ew piyan dike careke din vala bibe û Zerdeşt dixwaze ji nû ve bibe mirov.

Daketina Zerdeşt bi vî awayî destpêkir. Zerdeşt ji çiyê bi tenê kete xwar û kes rastî wî nehat.

Lê dema ko Zerdeşt giha rêl û daristanan, ji nişka ve dît ko li ber wî mirovekî pîr sekinîye; ew ji holika xwe derketibû û dixwest li daristanê rayê giyan û pelên hêşînatiyan berhev bike û wî bi awayê jêrîn dest bi axaftinê kir û got: Ev rêwingiyê he ji min re ne keskî xerîb û nenas e; berî çend salan ji vir birêbiwarî derbaz bû bû; navê wî Zerdeşt e, lê xwe guhertiye.

O Zerdeşt! Tu di wî wextî de xwelî a xwe dianî çiyê; gelo tu dikî niho agirê xwe bînî deşt û newalan?!

Ma tu ji cezayê ko pê mirovên şewatker têne êşandin natirsî?

Erê, ez Zerdeşt nas dikim, çavên wî pak û zelal in; û tu xirabî di devê wî de cih nagire. Ma meşa wî ne mîna wî mirovî ye ko ketiye govendê! Zerdeşt hatiye guhartin; Zerdeşt bû bû mîna zarokekî; Zerdeşt niho mirovekî sere û hişyar e; ma tu li ba mirovên razayî çi digerî, tu ji çûyîna ba mirovên razayî çi hêvî dikî?

Te di bêdengî û tenêhiyê de mîna li behrê emir dikir û behrê tu li ser pêlên xwe hiltanî! Wey li te, tu dikî niho bikevî erdê? Ax li te, tu dikî ji nû ve barê giyanê xwe hilgirî?

Zerdeşt lê vegerand û got: Ez ji mirovan hez dikim.

Mirovê pîr û miqedes got: Ma çire min xwe kişandiye tenahiya rêl û daristanan… ne ji bona wê yekê ko min gelek hejî mirovan dikir. Niho ez ji Xwedê hez dikim û ji mirovan hez nakim; mirov tiştekî nepêkhatî ye û hevina wan ez bikuştama.

Zerdeşt lê vegerand û got: Min qala hejkirinê kir, ne were ye? Ez ji mirova re diyariyekê tînim! Mirovê pîr û miqedes got: tu tiştek mede wan; çêtir ji wan tiştekî bibe û pê barê wan siviktir bike û barê wan ê mayî bi wan re hilgire; ewê pê hêj kêfxweştir bibin; bi tenê heke tu jî pê dilxweş dibî?

Zerdeşt got: No… Ez sedeqê nadim, ji bona dana sedeqê divê mirov zehf feqîr be; ez ne hindê belengaz im.
Mirovê pîr û miqedes bi ser Zerdeşt keniya û got: De binêre; ko ew diyariya te qebûl bikin. Ew ji mirovên ko di tenahiyê de dijîn ne ewle ne û pê qîma xwe nayênin û bawer nakin ko ew tên da ko diyariyekê bidin wan.

Dema ko em dikevin bajarê wan û li ser riyên wî ên tena dimeşin, pêjna piyên me li wan nexweş tê; û berî bi saetên ko ro hiltê gava ji rê û kûçan dengê piyên me dibihîsin, ew di textê xwe de texmîna dikin û ji xwe re dibêjin: Gelo ew diz dixwaze here kû.
Meçe ba mirovan û di rêl û daristanan de bimîne! Hêj çetir here nav dehban! Çire na xwazî mîna min bibî… di nav hirçan de hirçekî û di nav teyran de teyrekî…

Zerdeşt jê pirs kir û got: Mirovê kal û miqedes di nav rêl û daristanan de çi dike? Mirovê pîr û miqedes lê vegerand û got: Ez stranan çêdikim, dikenim, digirîm û dinehwirînim û pê pesnê Xwedê didim. Bi stran, girîn, kenîn û nehwirandinê Xwedê dipesinînim; yê ko Xydayê min e.

De bêje, te çi diyarî anîye me?

Gava Zerdeşt ew xeber bihîstin, selav li pîrî kir û got: Ma ez çi dikarim ji we re birgerînim diyarî; baştir ew e ko berdin, bila ez zû ji vir herim; ta ko ji we tiştekî me stînim!

Bi vî awayî mirovê pîr û mêrê sere bi ken û xweşî ji hev veqetiyan, bi kenê ko du zaro pevre dikin û pê şa dibin.

Lê dema ko Zerdeşt bi tenê ma, ji xwe re got: Ma îmkana wî heye…! Vî mirovê pîr û miqedes di nav rêl û daristanan de hêj ne bihîstibe ko Xwedê miriye.

“SEYDAYÊ GEROK” bi navê xwe ê rasteqîn Mîr Celadet Alî Bedirxan (Friedrich Wilhelm Nietzsche; Also sprach Zarathustra) di rojeke welê de çu ser dilovanîya xwe.

Evîya nimûneyek ji xebat û zarê wî yê şêrîn e, ruhê wî şad be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev