Ji bo bîranîna Dr. Ebdulrehman Qasimlo di salvegera terorkirina wî de

Ji bo bîranîna Dr. Ebdulrehman Qasimlo di salvegera terorkirina wî de

Guhdaren delal di bernameya xwe de em rêberekî siyasî, dîplomatê bêhempa û întelektûalê gewre Dr. Abdulrehman Qasimlo yê ku ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kir di 30-min salvegera terorkirina wî de bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li himber wî ditewînin.

Ebdulrehman Qasimlo, rêberê zana û jêhatî yê Kurdistana Rojhilatê bû. Qasimlo serokê PDK-Îranê bû û li Viyanayê 13’ê tîrmehê 1989 di rêya azadî û serxwebûna Kurdistanê de ji alîyê rejîma Îranê ve bi bêbextî hat şehîdkirin.

Ebdulrehman Qasimlo 22ê kanûna sala 1930an li bajarê Ûrmiyê di malbateke dewlemend û navdar de ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Ûrmiyê temam kir û pişt re ji bo dewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji zarokatiyê de, bi hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pê hesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de dijî. Herçend bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin bû li herêma Ûrmiyê, wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê giran cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşand.

Çalakiyên wî yên siyasî sala 1945’an, dema ku hê 15 salî bû, bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) li bajarê Ûrmiyê dest pê kir. Dema ku damezirandina Komara Kurdistanê hate ragihandin, Dr. Qasimlo 17 salî bû. Piştê rûxandina Komarê, di sala 1948an de ji bo xwendina unîversîteyê çû Parîsê, li vê derê Kamuran Bedirxan jî nas kir û vê têkilîyê tesîreke girîng li ser wî kir. Ji demekê şûn ve, ji bo xwendina li ser aborîyê berê xwe dide Çekoslovakyayê û li bajarê Pragê dest bi xwendina ûnîversîteyê dike. Li vî bajarî xwendina unîversîte û doktorayê temam dike û di heman unîversîteyê de dest bi mamostatiyê dike. Di sala 1952an de li Çekoslovakya Helen Krulich nas kir u pê ra zewicî û bûn xwediyê du zarokên bi navên Hîwa u Mîna. Di navbera salên 1961-1978an de digel hevjîna xwe, li Unîversîteya Pragê mamosteyîya dersên Aborî kir. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî bûye.

Karê herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976’an heya 1978’an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanîngeha Sorbonne li Parîsê, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên ewropî de li ser jiyana civakî, dîrok û rewşa siyaseta kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya giştî ya Ewropayê bide nasandin. Dr. Ebdurehman Qasimlo tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê xwedan kesayetekî bi bandor bû. Pêwendiyên wîn yên li gel hêzên parçeyên din ên Kurdistanê jî pir baş bûn.

Dr. Ebdurehman Qasimlo ji bilî kurdî, heft zimanên din jî dizanî. Wî dikarî bi farisî, tirkî, erebî, fransî, îngilîzî, rûsî û çekî biaxive. Berhemê herî navdar û girîngê Dr. Qasimlo ku têza doktoraya wî ye, pirtûka wî ya bi navê Kurdistan û Kurd e ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev pirtuk yek ji çavkaniyên herî ilmî û baş e ji bo nasandina dîrok, aborî û xebata siyasiya Kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin.

Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyek siyasî û zana di heqqê pirsgirêka gelê Kurdistanê de dihat nasîn û dewletên ewropî di vê taybetmendiyê de dîtin û nirxandinên wî mîna serkaniyekê dihesibandin.

Di vê navberê de têkilîyên wî bi Kurdistanê re qut nabe, dem deman seferên ji bo serdana Kurdistanê dike. Dr. Qasimlo di sala 1970ê de dibe endamê navendî yê PDKÎ û di sala 1973an de jî wek Sekreterê Giştî tête hilbijartin. Di sala 1974an de carek din vegerîya Ewrupayê û li Parîsê cîwar bû. Di sala 1978an de vegerîya Kurdistanê û digel serokên hinek grubên din, pêşengîya xebata sîyasî û çekdarîya rojhelatê Kurdistanê kir.

Di sala 1979an de, dema li Îranê bi pêşengîya Xumeynî Şoreşa Îslamî çêbû, piranîya erdê rojhelatê Kurdistanê di bin desthilatdarîya rêxistinên kurdan de bû û di nava van rêxistinan de ya herî bi hêz partîya damezirêner a Komara Kurdistanê yanî PDKÎ bû û wê demê Dr. Qasimlo jî serokê partîyê bû. Xumeynî ji bo ku piştgirîya tevgera Rojhilatê Kurdistanê bike, bi serkirdeyên tevgera kurd re, peymana ji bo otonomîya rojhelatê Kurdistanê çê kiribûn. Lê mixabin piştî serkevtina Şoreşa Îslamî, ew peyman hate înkarkirin yan jî rejîma nû li gora xwe şirove kir û xwestin naveroka peymanê pûç bikin. Li ser vê helwesta rejîma nû ya Îranê, di navbera hêzên kurd û rejîma Îslamî de şerê çekdarî dest pê kir. Bi serokatîya Dr. Qasimlo PDKÎ, hêzeke sereke ya vî şerî bû.

Kurdan di seranserê tarîxê de her tim xwestine bi rengekî aştiyane û bi biratî bi cîranên xwe re bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine ti caran nexwestine li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng bikin. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gihiştina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir.

Dr. Qasimlo pir xebitî da ku bi rêya hevdîtin û danûstandinên siyasî pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma îslamî re çareser bike, lê mantiqa karbidestên komara îslamî ne di wê pîvanê de bû ku perspektîvên Dr. Qasimlo, yên li ser çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên Îranê, bipejirînin. Ew di cîhana siyasî de du dunyayên ji hev cuda bûn. Dr. Qasimlo mirovekî demokrasîxwaz û maqûl bû. Komara Îslamî ji bilî berdewamkirina vê siyaseta xwe ya gemar li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên xwe yên terorîstî derbasî derveyî sînorên Îranê jî kirin. Ji bo wê jî Refsencanî (serokkomare Îrane yê berê), Xaminêyî û berpirsyarê giştiyê îstixbarata Îranê (Elî Felahyan) hatin ba hev û ketin wê fikrê ku bi navê diyalogê xwe nêzî serokê giştiyê rêxistinê Dr. Qasimlo bikin û mejiyê hereketa kurdên Rojhilatê tune bikin. Bi sebeba çareserkirina meseleya kurd, daxwaza hevdîtinê ji PDKÎê kirin. Ev daxwaz ji alîyê PDKÎê ve hate qebûlkirin û bi serokatîya Dr. Qasimlo hevdîtinan dest pê kir. Di rûniştina sêyemîn de yanî di 13yê tîrmeha 1989an de, Dr. Qasimlo û du hevalên xwe yên din ji alîyê nûnerên Îranê ve bi bêbextî hatin şehîdkirin. Di 20 tîrmeha 1989an de bi merasîmeke mezin li Goristana Pêr Laşez (Per Lashes) ya Parîsê tesmîlî axe kirin. Li çend metre nezîkî mexberê kînorêjîsorê kurda yê mezin Yimaz Guneyî.

Ev bêbextîya rejîma Îranê, ne ya pêşîn û ne jî ya dawîn bû. Sê sal piştî şehîdkirina Qasimlo û hevalên wî, di sala 1992yê de careke din serokê PDKÎê Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li bajarê Berlîna Almanyayê, ji alîyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin şehîdkirin. Mixabin li dewleta Avustriya de dadgeh heya niha hê jî bêsûd didome.

Di salvegera şehîdkirina Qasimlo û hevalên wî de em vê kiryara kirêt a rejîma Îslamî bi tûndî şermezar û rûreş dikin. Divê hemî dijminên kurdan bizanin ku bi kuştina pêşeng û reberên kurdan, doza rewa ya milletê kurd nayê çareserkirin. Gelê kurd di oxira doza azadiyê de berdêlên giranbûha daye. Dîroka însanetîyê daye dîyarkirin ku bi tunekirin û xwînrêtinê pêşî li daxwaza heq û mafê gelan nayê girtin.

 

Qasimlo

Te pişta xwe dabû kîjan milkî

kîjan warî, kîjan ehlê bawerî ?

Li wan şarên ku qesda canê me kirin

Telqîn li me naçe êdî

Sewta selawatên me biliyayî

Te digot “em bêxwedî ne,

lewre, peyva sereke ye

aştî û wekhevî »

 

Erê, Doktor,

Serçavan,

Lê, ez birînên te çawa derman bikim?

 

Pel û qelem li deverine dûr man

Derbirîna kerbê bi kêrî çi ma

Tu serborîya milletekî wendayî dinivîsî

Kî dixwîne ?

Kî dibêje ?

Temam,

serçavan,

em ê şerrî nekin

û nekujin

Lê, doktor, ka bêje hela

Ma ez birînên te çawa derman bikim ?

 

Xezalên ku te dabû pey û

Xeyalên ku te azana wan dikir

Bi xwînê hatin şuştin û

Tune bûn…

 

Refên kevokan li dora te ne doktor

Flamîngo, bi hawarê

Kerîyên me li zozanan bê xwedî

çem zûha, zevî dêm,

dest terîkî

aştî

nema tê êdî

Hêvî,

hema ew

Lê, doktor

Ka tu dev ji van tiştan berde hela

û bibêje

Ez birînên te çawa derman bikim ?…

 

Helbest ya Îbrahîm Seydo Aydogan

 

Amadekar û rêwebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev