Mijarên Mîhrîcana îsal a Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê ”Dersim”

Mijarên Mîhrîcana îsal a Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê ”Dersim”

Semra Turan

 

Wê di Mîhrîcana îsal a Çand û Xwezayê ya Dersimê de, li dijî êrîşên li hemberî çand, ziman, xweza û baweriyê bertek bên nîşandan û wê xwedî li navê ”Dersimê” bê derketin.

Wê di mîhrîcana îsal a Çand û Xwezayê ya Dersimê de, li dijî êrîşên li hemberî çand, ziman, xweza û baweriyê bertek bên nîşandan û wê xwedî li navê ”Dersimê” bê derketin.
Mîrhîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya 19an wê îsal di navbera 25-28ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo mîhrîcanê li ber qedandinê ne. Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê ji bo mîhrîcanê serî li Walîtiya Dersimê da.

Par walîtiyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” mîhrîcan qedexe kiribû û îsal cihê meraqê ye ku wê ji bo serlêdana hatiye kirin çi bibêje. Her wiha wê têmaya mîhrîcana îsal texrîbatên li hemberî dîrok û çandê be û wê bi dirûşmeya “Xwedî li Dersim, bawerî, ziman û çanda wê derkeve. Bijî û bide jiyandin” be.

Di 25”ê Tîrmehê de wê pêşî li Qada Seyîd Riza daxuyaniyek bê dayîn û piştî vêxistina çirayan wê mîhrîcan dest pê bike. Wê di mîhrîcanê de çalakî û konserên cur bi cur bên lidarxistin û wê heta 28ê Tîrmehê bidome.

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê Alî Haydar Ben, diyar kir ku cara ewil hatiye xwestin mîhrîcan di sala 1999an de li dijî şewitandin û valakirina gundan bê lidarxistin, lê belê hatiye qedexekirin. Ben, bilêv kir ku cara ewil mîhrîcan di sala 2000î de hatiye lidarxistin û mîhrîcan li dijî valakirina gundan, bendav, santralên hîdroelektrîkê û madenan helwesteke girîng nîşan daye û got:

“Êdî mîhrîcan ziman, bawerî û çandên cuda jî dihewîne.” Ben, diyar kir ku îsal têmaya sereke ya mîhrîcanê çand, xweza, ziman û bawerî ne û navê ”Dersimê” ye. Ben, got: “Navê Dersimê nayê qebûlkirin. Em ê di mîhrîcana îsal de careke din xwedî li navê Dersimê derkevin.”

Herî dawî Ben diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo mîhrîcanê heye û ew hêvî dikin beşdarbûyîneke baş çêbibe û bang li her kesî kir ku tev li mîhrîcanê bibin û xwedî li navê Dersimê derkevin.

http://www.rupelanu.com/mijaren-mihricana-isal-a-munzure-cand-ziman-xweza-u-nave-dersim-5761h.htm

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev