Wênekêşê evîndarê çand û azadîya welatê xwe Fewzî Bîlge

Wênekêşê evîndarê çand û azadîya welatê xwe Fewzî Bîlge

 

Ji ber boranên siyasî, huner di nav kurdan de,

di nav Kurdistanîyan de bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye.

Ev kêmasêyeke mezin e di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê de. 

 

Şervanê huner û çanda Kurdî

 

Şeyhmus Özzengin

 

Miletê kurd, miletekî bindest, Kurdistan welatekî dagirkirî, dabeşkirî û di nav gola xwînê de liber xwe dide. Divêtîya miletê Kurd, divêtîya Kurdistanê bi her cûre piştgirîya kar û xebatên siyasî, hunerî, têkilîyên dîplomatîk heye.

 

Di vî warî de beşek jî dikeve para hunermend, wêneçêker û pêkersazên kurd. Siyaseta hişk, ji estetîk û afirînerîyê dûr serkevtî nabe. Ji ber wê jî dewsa çakuçê pêker, nirxên ku ji ber firça wênesaz ku bi derya rengan derdikeve ber me girînge. Mixabin kurdan girîngî nedaye vê beşa afirîner û di warê estetîkê de, nekirîye referans ji xwe re. Ew tenê, sêwî û jibîrkirî hiştinê.

 

Hunermendên me jibîrkirî, bêpiştgirî, bi hunerê xwe liberxwe didin. Mixabin, keda van hêjayan wek girêkek kor di qirika wan de sêwî û bê xwedî, bê piştgirî maye. Ji ber boranên siyasî, huner di nav kurdan de, di nav Kurdistanîyan de bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezine di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê de.

 

Piştî danasîna hunerê Serhad Bapîr û Zoro Metînî, min biryar da ku Fewzî Bîlge, kar û xebatên vî hunermendê mutewazî, hêja jî, bi xwendevanan re bidim naskirin.

Hêja Fewzî Bilge, kesayetîyek ji fîgurên jiyana qirnê me yê Kolanên Qosera Mêrdînê ye. Xortekî mutewazî, evîndarê çand û azadîya welatê xwe ye. Wek ku ew dibêje, Fewzî Bîlge; “ew nexweşê çanda Kûrdî” bû.

 

Cara dawî, di nav tofanên cunta Leşkerî ya sala 1981an de li Stenbolê em lihev rast hatibûn. Salên reş, tofana ser keç û xortên kurdan di warekî barbarî de bû. Me hev hinbêz kir û carek din nebû nesîb ku em hevûdû bibînin. Lê her hayê me ji hev hebû.

 

Mixabin gengeşî û alozîyên siyasî, hişkîya berjewendîyên partîzanî, bandora neyênî li ser kar, ked û xebatên wek her hunermendê Kurd, li ser hunermend Fewzî Bîlge jî kirîye. Bûye sebeb ku siyaset para xwe a estetîkê, referansa xwe ji huner, ji hunermend û berhemên wan negire. Di vî warî de hunermend Fewzî Bîlge bi neştera hunermendan dadikeve qadê û eşkere dibêje:

“Ne zanyarî, ne teknolojî, ne sîyaset, ne çand, ne ziman û ne jî tiştekî din, ger referansê xwe ji huner, hunermend û berhemên hunerî negire, şensa wan tune, ne dikare pêş ve bikeve, ne jî dikare xwe bi hêla jîyanê ve bigire.”

 

Hunermendê me, hêja û mutewazî, her bi hêvîyekê dijî û berhemên xwe tomar dike. Dîbêje;

“belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wî wêneyî nas bikin û hes bikin.“ Bi hêvîya ku hunermend û nivîskarê çanda Kurdî, Fewzî Bîlge rojekê bigîhê vê xwezîya xwe.

 

Kar û xebatên Fewzî Bîlge yên hunerî, em dikarin bêjin; „bi fîguratîfek Exspresyonîst hatine nexşandin. Di her xeta Fewzî Bîlge de êşek, hêvîyek û bandoreke çanda Kurd û Kurdistanê heye.

Di warê hunerê Fewzî Bîlge de E. Roniar di pirtûka xwe de li ser xeta hunerê Fewzî Bîlge van nirxan tîne ziman:

„Huner bi teva neyênîya Andy Warhol û sazûmana ku her tiştî dizîvirîne berjewendîyên xwe, dîsa jî xwe gîhandîye dema me. Bi saya wêneyên Fewzî Bilge, hunerê tekanebûna xwe cardin daye der û xwe nû kirîye. Huner ji bandora neyênînên Andy Warhol rizgar kirîye. Hunerê bi saya berhemên Fewzî Bîlge êdî dest bi rêwîtîyeke nû kirîye. Ev rêwîtî ji hunera hemdem derketîye û bê hunera hemdem di wêneyên wî de didome.“ E. Ronîar, Geometrîyên Rengên Şikestî /rpl. 136

 

FEWZÎ BÎLGE kî ye?

Werin em bi hev re vî şervanê huner û çanda Kurdî nas bikin:

Fewzî Bîlge di sala 1962’de li Dêrika Mêrdînê ji dayik bûye.

Malbatê bi çêbûna wî re koçî Qoserê kirine û wî heya lîse qedandîye li vir jîyaye. Piştî wê malbatê vêca koçî Stembolê kirine û wî li vir xwe bi du zanîngeha awiqandîye û bêtir guh daye hunerê şêwekarî.

Berê li Stembolê gelek pêşangeh lidarxistine. Piştre li bajarên Edene, Antalya, Îzmîr, Amed, Mêrdîn, Batmanê û piştre jî li Elmanya li bajarê Cellê pêşangeh lidarxistine. Li Batmanê kargehek hunerê şêwekarî vekirîye û li wê kargehê di nava 15 salan de gelek nivîskar û wênesaz gihane.

Ji bilî wênesazîyê hunermend xwedî gelek berhemên edebîye jî. Heya nuha deh pirtûkên wî (çîrok, helbest, roman) çap bûne.

Piştî malnişîn bû ji eşqa felsefeyê du salan jî felsefe xwend û ji ber sedemên tenduristîyê mecbûr ma dev ji xwendinê berde.

Hunermend bi şêweyekî azad dixebite. Berê tenê bi boyaxa zeytî wêneyên xwe diwênandin. Dûre boyaxa avî ceriband û anuha bêtir bi boyaxa avî wêneyan diwêne. Razber an jî şênber çi biwêne teqez bêhn, reng û çêja Kurd û Kurdayetîyê ji berhemên wî tê. Ew nexweşekî çanda Kurda ye ji loma bedewîyê layiqî wan dibîne. Tim û tim wan bedew diwêne û hemû bedewîyê li wan bar dike.

Pênc salên dawî li Amedê dijî û hîn jî tenê dinivîse û diwêne. Û dibê belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wî wêneyî nasbikin û hesbikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev