Pêşangeha Pirtûkan a Rojava hat lidarxistin

Pêşangeha Pirtûkan a Rojava hat lidarxistin

Nivîskarê malpera Ria Taza ji Qamişloyê me agahdar dike

 

Ferîd Mîtan

 

Rojavaya ku ev serê çend mehan e li ber hafa şerekî nedîyar e û çarenûsa wê ji çapemenîya cîhanê re bûye rojeveka xurt; sibeha îro şemîyê (20.07.2019), dergehên “Sêyemên Pêşangeha Pirtûkan a Rojava” (Pêşangeha Ş. Herekol) li Qamişloyê vekirin.

Bi serperiştîya Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê û tevlêbûna 43 standan, li jêr diruşma “Civak dixwîne, civak pêş dikeve” çalakîyên pêşangehê di 10ê sibehê de dest pê bûn.

Endamê Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan a Rojava, Aram Elî, ji malpera Ria Tazayê re ragihand ku “ev pêşangeh 113 hezar pirtûkên pirziman bi 8600 serenavan têvel ve li xwe digire”.

 

Di pêşangehê de erebî serdest e

Tevî ku ev pêşangeh li bajarekî kurdistanî û bi serperiştîya birêveberîyeka kurdî hatîye lidarxistin jî, lê çaxa ku kesê şopîner çavekî li pirtûkên di refikan û li ser maseyan de digerîne, bi dest xwe re serdestîya pirtûkên erebî ferq dike.

Der barê vê pirsê de, Endamê Komîteya Amadekar, Aram Elî, li gor zimanan rêjeya pirtûkên pêşangehê, wiha senifand: “Pirtûkên erebî 60%,  yên kurdî 35% ne û 5ê mayî pirtûkên: tirkî, ingilîzî, fransî, ermenî û suryanî ne”.

Hêja ye ku mirov bibêje di pêşangeha îsal de ji bakurê Kurdistanê 6 weşanxaneyên kurdî (Avesta, Nûbihar, Sîtav, J&J, Peywend û Dara) û ji Herêma Kurdistanê jî weşanxaneyek (Endîşe) beşdar bûne.

 

Sazî zêde ne; xwîner kêm in

Berpirsê Pirtûkxaneya Bindarûkê, Evdo Şêxo, ku bi 2000 serenavî beşdarî pêşangehê bûye, da zanîn ku “hejmara sazî û dezgehên beşdar li gor salên bihurî baştir e, lê hejmara xwîneran kêm e”.

Şêxo her wiha bal kişand ser wê yekê ku her çi qas serlêder û bikirên erebî ji yên kurdî zêdetir in jî, lê di warê xwestin û neqandina pirtûkan de, bikirên kurdî bêhtir têgihiştî ne û bi zanebûn serenavên xurt dixwazin.

Di heman çarçoveyê de, Serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd – Sûrîye, Dilawerê Zengî, ji malpera Ria Tazayê re da xuyakirin ku “çûn û hatin zêde ye, lê kirîn û firotina pirtûkan kêm e û îsal di milê teknîkî de jî gelek kêmasî hene”.

Biryar e ku ev pêşangeh 6 rojan bidome, tê de 11 çalakî (6 semîner û 5 panel) bihêne lidarxistin û Weşanxaneya Aramê ya bakurê Kurdistanê wekî “Mêvana Rumetê” were ragihandin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev