Sansura weşanxaneya tirkan “Can yayınları” û acizîya kurdan

Sansura weşanxaneya tirkan “Can yayınları” û acizîya kurdan

Helwesta malpera me ser neyartîya dijmin û bêhntengîya kurdan

 

Têmûrê Xelîl, Nura Şane

 

Ev demek e çend kurdên welatparêz û herwiha yên derengxwehesiyayî jî rabûne weşanxaneya tirkan a bi navê “Can yayınları” didine ber pihînan û qamçîyan, ku we çima di wergera tirkî a pirtûka Paolo Coelho a bi sernavê ”Onze minutes” (”Yanzdeh deqe”) da sansur li navên “kurd” û “Kurdistan” kirîye û dewsa wan gotinên pîroz ”Rojhilata Navîn” nivîsîye.

A pêşin, sansurkirina navên “kurd” û “Kurdistan” ji bo neyar û xêrnexwazên me bûye weke erkekê. Lê acizîya hinek kurdan jî ya himberî hemû cûre sansurkirinên navên miletê me û welatê me bûye weke modeyê. Di vê pirtûkê da behsa jineke jirêderketî a laşfiroş tê kirin, ku çawa çûye Ewrupayê û li wir bi çend kurdan ra bûye nas. Ango, hinek kurd aciz dibin bê ka bo çi navê kurdan û laşfiroşekê di wê pirtûkê da ne li rex hev in.

Em bêne ser acizî û dijminatîya xêrnexwazên miletê me û welatê me. Em herdem hewil didin di wan acizîyan û dijminatîyan da tiştên positiv bibînin û herdem jî dibînin. Em çend nimûneyan bînin:

-Dema kesek ji kurdan ra dibêje kê li Tirkîyê behsa Kurdistanê, dewleta kurdan, serxwebûna kurdan bike, dikare here “Güney Kürdistan” an jî “Kuzey Irak”, tê wê maneyê, ku ew kes li xwe mukur tê ku welatekî kurdan heye, heta welatekî bi navê “Kurdistan” jî heye.

-Dema desthilata Îraqê bo dagirkirina Kerkukê hewcê piştgirîya xayînên kurd bû, tê wê maneyê ku bi awayekî sergirtî ji me ra tê gotin, ku pêşmergeyên kurd xurt in, emê bi serî xwe tenê nikaribin Kerkukê zevt bikin.

-Dema du stiranbêjên kurd bo kilamên kurdî li kolanên Stembolê digirin, lê nûnerên miletên din ku li kolanan stirana dibêjin nagirin, tê wê maneyê, ku ji kurdan ditirsin, lê ji miletên din natirsin.

-Dema nijadperestên tirk, laz û çerkez alaya kurdan ji dest çend geştîyarên Kurdistana Başûr ku hatibûn Trabzonê seyranê digirin, dijî ala me derdikevin, tê wê maneyê tirsa avabûna Kurdistana başûr wek dewlet ketîye dilê wan û tirsa ku wê rojekê li perçeyên din jî alaya Kurdistanê bimilmile, di dilê wan da cî girtîye.

Ma qey bo çi li Stembolê gelek derî ber kurdan vekirî ne, lê li Kurdistana Bakur girtî ne? Ji ber ku kurd li Stembolê nikarin serhildanê bikin, lê li Kurdistanê dikarin.

Bi kurtî, bo me tirsa dijmin ji kurdan ji sansurkirina navê kurd û Kurdistanê gelek giringtir e. Ji ber ku dema tirs heye, tê wê maneyê ku em hene. Lê dema sansurkirina gotinên kurd û Kurdistan heye, tê wê maneyê ku ew tunene.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev