
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: – Gelo ji van gotinan kîjan trast e û çima? RUS AN URUS?
Bersîv: – Di tirkî de peyvên bi van dengdaran dest pê bikin nîn in: “Ğ, L, M, N, R, C, V, Z”
Peyveke biyanî ya bi van dengdaran dest pê bike derbasî tirkî bûbe gelek caran di devokên wan de dengdêrek li serî tê zêdekirin.
weke:
limon – ilimon
recep – ırecep
lahana – ilana
Îcar bi vê mentiqê ji peyva “RUS” re jî berê digotin “URUS”.
Kurdên me yên Kafkasyayê û Serhedê hê jî bi wê bandora tirkî dibêjin “URUS-URUSET”!
Riataza