Ronahîdarê gundê kurdan – Qeşqebilaxê

Ronahîdarê gundê kurdan – Qeşqebilaxê

Dibistan – ew karxaneyek e, ku li wir fikira nifşê nû

dikemile, gerekê wê di destê xwe da zexm bigirî,

eger naxwezî paşeroja te ji dest te here.

Barbusse

 

Bona bîranîna Mamostayê Pêşin

Gulnara Salheddîn Ahmedova, mamostaya zimanê kurdî

Min tu caran behsa Kalikê xwe yê ji wext zûtir rehmetlêbûyî nekirîye. Merivekî xwedî qedirekî mezin, dilvekirî, dilovan, kêrhatîyê milet û hezkirîyên xwe bû, wek bi kurdî dibêjin, ”Serê pêsekinîyan” bû. Ez herdem ser wê bawerîyê bûm, ku ezê nikaribim tiştekî bo wî bikim, di bin deynê emekê wî derkevim. Lê wisa xuya ye ku ruhê kalikê min li pişta min e û ew ruh hêzê dide min ez bi dilxwezî behsa wî bikim. Dem hatîye û ez dixwezim bibim dengê kalikê xwe. Ji bo xatirê rastîyê û heqîyê…

Keremê Elîyê Silêman sala 1915an, li Bakurê Kurdistanê, li herêma Wanê ji diya xwe bûye, sala 1958an serê xwe danî ax û berên sar. Ew serwêrê pêşin û bingehdarê dibistana gundê kurdan li Qazaxistanê – Qeşqebilaxê bû. Keremê Elî li zaniştgeha kurdî ya mamostaamadekirinê ya Pişkavkazê xwendibû, ku li paytextê Ermenîstanê – Rewanê bû.

Piştî wê yekê, ku sala 1937an kurdan bi destî zorê ji Kavkazê (ji Naxçiwanê) sirgûnî Asîya Navîn kirin, wê demê li Komara Qazaxistanê, nêzîkî warê Çolaktaûyê bingehê kolxoza ”Qeşqebilax”ê danîn, ku tê maneya “Ava qerisî”.

Jêdereke ji pirtûka bîranînan ya akademîsyan Nadirê Kerem Nadirov da tê gotin: -Kurdan qet nikaribûn qebûl bikirana, ku ew hatine sirgûnkirin, hewil didan jîyana xwe a rojane û pevgirêdanên bi hezkirîyên xwe ra berdewam bikin, germa ku kurd fêrî wê nebûbûn, gîhande wê yekê, ku pêşîyên me hewil dan bi serî xwe hinek tiştan biguhêrînin. Keremê Elî, ku rûsîya wî baş bû, nameyeke ha ji Stalîn ra nivîsî: -Em, kurd, herdem li warên çiyayî mane, ku li wir hewa hênik bûye. Di hewa germ û qûmistanan da em tab nakin, ber xwe nadin.

Keremê Elî bi çend hevalên xwe va buhust-buhust erdek digerîyan, ku bikaribin lê bijîn. Kerem ji warekî diçû warekî din, ji kanîyan av vedixwar, xwelî hildida destê xwe, hewil dida warekî wisa bibîne, ku miletê wî bikaribe lê bijî, sitara xwe bibîne. Qazaxek, ku pê ra digerîya, bîr dianî, ku ew bi emelê Kerem va zendegirtî dima. Kerem wê demê 22 salî bû. Destûra kurdan dan warê xwe ava bikin. Lê ew yek gaveke taybet û lazim bû bo desthilatê. Ji ber ku bo wan hêsatir bû warekî wisa kontrol bikin, ku hemû kurdên mihacir ser hev lê dijîn.

Ew war heta sala 1953an warekî girtî bû. Tu kesî nizanibû, ku piş çiyayên dora wan jîyan çawan e. Eger yekî cesaret bikira bê destûrdayîn ji warê xwe derketa, cezayê 25 salan jê ra dihate birrîn.

Bi alîkarîya qazaxên cînar destbi çêkirina xanîyan bû. Wan deman hewcedarîyeke gelekî mezin bi sitargehan hebû. Û sala 1938an bi serokatîya Keremê Elî dibistaneke biçûk hate çêkirin, ew di navbenda wargehê bû, nêzîkî çemekî gurr. Serwêrê dibistanê yê pêşin Keremê Elî bû, cîgirê wî Enwerê Kerem Nadirov bû. Wê demê li dibistanê 105 şagird hebûn. Kerem bi niştecîyan ra behsa giringîya xwendinê dikir, wana dida bawerkirinê, ku zaran bişînine dibistanê, herwiha keçan jî. Xwendin bi zimanê kurdî bû.

Jêdereke gotara rojnamevan Remezan Osmanov – ”Kalikê min Hesen Osmanov gilî dikir, ku Keremê Elî mamosta û serwêrekî ji Xwedê bû. Wî xênji karê perwerdehîyê, alî karê gund jî dikir. Serwêrê kolxozê yê pêşin Eynalê Ahmed bû, cîgirê wî Ebdulayê Memê Dewo, sêkrêtar Evasê Elî, çar brîgadîr jî Ebdullayê Nevê Sedo, Ûsivê Nevê Hemîd, Ûsivê Eyîbo Mixo û Îbrahîmê Mûso bûn, lê sedira şêwra gund jineke bi aqil û feraset Nûra Cebar bû.

Gelek daxwez û hîvîkirin hebûn dibistana Qeşqebilaxê ya navîn bikine ser navê Keremê Elî, ji ber ku ew bingehdar û serwêrê pêşin bû, lê Nadirê Kerem Nadirov û Gul-Huseyn Mûsayev, dema di nîveka salên 90î ya sedsala buhurî seredana Qeşqebilaxê kirin, pêşnîyar kirin gundê Qeşqebilaxê bikin ser navê apê Eynal, çimkî ew serokê gund yê pêşin bû”. Wana jî li vê dibistanê xwendibûn.

Îro dibistana Qeşqebilaxê bi tu tiştî va ber dibistanên bajaran danaxwe. Dibistana nû sala 2016an hate çêkirin, ew bi têknologîya nûjen va hatîye demûdezgekirin. Ew dibistana yekemîn e li Qazaxistanê, ku perwedehî bi zimanê kurdî ye. Çimkî li gund nûnerên miletên din najîn. Mamosta hemû kurd in, ku xwedî xwendina pedagogî ne. Xênji xwendina bêqusûr, ewana herwiha welatparêzên bêhempa ne. Ne hêsa ye li gundekî dûrî derez bijî, ku weke 50-70 kîlomêtran bajar tune. Lê merivên wisa herdem hebûne û wê hebin…

Keremê Elî tevaya jîyana xwe da bo perwerdehîya zarokên miletê xwe û bi dilekî rehet serê xwe danî ax û berên sar.

Ez minetdara kalikê xwe me û serê xwe ber bîranîna wî dadihêlim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev