Wêneyek

Wêneyek

Zerdûşt Öztürk

 

Behrek. Bipêl. Heta ku çav bibîne şîn. Dexezar carna, carna jî peng, westar. Yekpare, wek dinyayek, makek. Masîk, neheng mesela, kefzer an jî, masîstêrk belkî. Belê, masîstêrk çêtir e, ji ber ku stêrka alema xwe ye. Û yakamoz, tunebe kêmasî ye. Yakamoz rêz bi rêz, pêl bi pêl.

Di binî de bermayîyên keştîyekê, di darê direwş de gerdenîya jinek, gustîlek tilîya qilîçê, qutyek titûnê ya tîryakîyek. Li ser textê ambarê şûşek şereba vexwarî, rêça nargîleyekê û bilûrek… Bermayîyên bîrewerên evîndarek. Tev di binê behrek, tedawulên bîrveçûyî ya jîyanek. Ji balûpalîya wî re hiltê her sibe tav, di bêdawîtî ya wî de dadikeve û dibe tarîtîya wî her şev…

Mêrek. Bipêl. Ber devê silavek de xemgîn, ji ber ku hilnedaye şaşmayî. Betran her daîm, aram. Lê van roja dexezar hey, ji boyê xeyd. Aştîxwaz e gelo, nizam. Dixwaze bibe yekparek, wek dinyayek, bavek; kenek an jî, jîyanek belkî. Erê bi pêl e lê belê şaşmayî ye jî. Çima? Ji xwezîyên wî re hiltê her sibe tav, di beyabana wî de dem dibe û di xeyalên wî de winda dibe, diçe ser xeydên wî her şev.

Mêrek û behrek. Halên bipêl. Tavek. Hilbûn û daketin. Balûpalî û beyabanî. Yakamoz û ken.

Gerdenî, fer…

Li devê behrê mêrek. Di behrê de şûşek şeraba vexwarî û qutîya titûnê ya tîryakîyek.

Di tedawulê de nin kelîme, di tilîya qilîçê ya jîyanê de nin manên wî… Ji yên ku dizanin bibînin re…

Wêneyek Dikare Çi Bêje…

Wêneyek, weke ku tê zanîn, berê behsa xwe nake, behsa xwe ji dawîyê re dihêle lewra.

Wêneyek behsa cîhwar jî nake, behsa cîhwar jî ji dawîyê re dihêle. Wêneyek, behsa axirzeman, bêrî, qencî û xirabî, hebûn û tunebûn, paşeroj û pêşerojê jî nake. Wêneyek, berê, di waxtên dûr û dirêj de, behsa xwedîyê çavên li ser xwe dike. Xwe, tenê ji çavên li ser xwe re xûya dike. Xwedîyê çavên li ser xwe dikşîne ber pirsiyarîya, pirsên ku bersîvên wan tune ne jê dipirse. Di her pirsekê de, şopa qehrên giran dihêle li ser ferên her çavan de. Herwiha pirs, bi nîşanên xwe yê giran ve diniqutên nav dilê kesê ku lê dinhêre. Dilê xwedîyê çavên ku lê dinhêre, diqerime bi deqîqeyan. Wisa diqerime disene li ber dîmena di hundurê wênê de.

Qirka wî ziha dibe, dibin çol dev û lêvên wî. Xwezîyek vexwarina tase ava sar derbas dibe ji dil. Ma çima di wê avê de naxeniqe? Çima nabe tasek jehr ew av jê re? Ka çi derbas nabe wî waxtî di hişê wî de: Ew wûçana ku hatîye dayîn difikire. Sekna li ber devê behrê, halên bipêl.

Porên çîlspî yên ku li bayê ketine. Seknek tîk û li hemberê her tiştî jixwebawerîk zexm û mêranîyek oryantalî. Ma ewqas, naxêr. Fêzek bedew jî dixwîyê di nav sîha çava de. Nêrînek betran û bextewarîyek zelal. Ku ji ber xatirê “ez hê heme” filitîye, hatîye li devê behrê sekinîye. Wêneyek, wek serfirazîyek karkirî ye. Serfirazê wê, yên di hundurê wê de nin. Wêneyek, bi helsengandina kesê ku li xwe dinhêre ve dest bi qedirbilindîyê dike. Ancax dikare wiha cîh bigre, di quncên giranbiha ya jîyanê de.

Apek.

Xwendavanê hêja, ev kurteçîroka wêneyekî ye. Dîmenek xemgîn, li ser xwedî şiklek e. Wêne li ser destê xortekî ye. Ew xweşmêre bipêl ku li ber devê behrek bipêl e, apek e. Ap, xwedî şeklûşemalek çê ye, bilind û gir e, xweşmêr û şanaz e. Lê ji ber ku li welat nîne, xemgîn e.

Apek Dikare Çi Bike?

Apek dikare welatek piçûk bixwaze. Di wî welatê piçûk de, dikare wezîrtîya karên cotkarîyê bike. Apek dikare çakêtek kesk, mîntanek zer û kiravêtek sor li xwe bike. Di waxtên xweş yên xortanîya xwe de, li Stenbolê, di stadyûmekê de, dikare diruşmek biavêje. Bêje “Bijî Kurdistan, Diyarbekirspor” û çardexwira xwe ya bi navê “Keça Kurda” ji ser pişta xwe bikşîne, sê cara bikuxîne. Her wiha piştgirîya Dîyarbekirspor bike. Apek dikare di qereqolek de bi Tirkî nepeyîve û ji bo îfada xwe bide, tercûmanek bixwaze. Apek dikare ji girtîgehek derkeve û li ber derê girtîgehê çavê şivanekî ramûsîne. Ji ber ku “şivan e, gavan e, li serê çîyan e, zane ji bo Kurdan e…”Her wiha dikare serbilind be. Li hember zulmê û zorê hildarê barên giran be. Dikare koçber be jî, ji bo yê bêrîya çemê Mîrze bike. Dikare qet nebe di xeyalên xwe de, hey li ber devê Gola Mêra bibe mîrê gundîya, hey li Gola Bînnaz bibe nêçîrvanê masîya.

Hey li ser devê Kendalê Spî biponije, hey li ser pişta hespê kehêl, çavê xwe li ser mêrg û zevîyên Seregola İntabê bigerîne.

Apek dikare di axirîya emrê xwe de, ji dinê û jînê têr nebe û ji bo neavayîya xeyalên xwe, dilê xwe bişewtîne.

Apek dikare bi xortekî bawer be. Çavê xwe li ser bigerîne û ronahîyên ku tê de maye, wek dîyarîyek, jê re bihêle.

Apek dikare baş be. Bi hezî tijî be. Gava ku ji vê dinê koç ke, kenek bihêvî, biquwet û bi bawer li ser dîmena wênekî de bihêle.

Apek dikare hevokên dirêj li dû hev rêz bike. Dikare xatirê xwe ji xortekî, ji welatekî, ji jînekê bixweaze.

“Apo, her wekî ev Gola Wanê ye, ev der meyxana Qambûr Memed e, li îskela ber devê avê ye, tema iraqê, hevalê êmîşê Erdîşê ye.”

Stenbol, cîhwarê koçbera ye, sitargeha berxwedarê dijî zorê ye. “Ne Gola Wanê li vêderê ye, ne ez li kêlekê me. Ne welat heye êdî, belkî di xewnên tekoşera da ye, ne jî ez heme, ne ku li ser rûyê dinê me…”

Li nexweşxaneke mezin ya bajarekî mezin de, gava ku seet ji yekê şevê re bîst dixwast, Yezdanê Mezin jî, ruhê Apê min dixwast. Ez qerimîm wê demê, li ber derê servîsa acîl ya nexweşxanê.

Dilek min digot “here cem, destê wî bigre.” Dilek din digot “neçe, wê rabe.” Dengê dixtorekî dihat min. Gazî hemşîrekê dikir: “Eva dibehite, lê binhêre.”

Apek, xwedî şeklûşemalek çê ye, ji ber ku li welat nîne, xemgîn e. Lê îro êdî tune ye. Belê, apek; apek û behrek. Halên bipêl. Xwezîyek. Hebûn û tunebûn. Balûpalî û beyabanî. Yakamoz û ken. Çûyîn…

Li devê behrê xortek, di dest de wêneyek. Di behrê de şûşek şeraba vexwarî û qutîya titûnê ya tîryakîyek.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev