BELENGAZIYA SIYASET Û REWŞENBÎRIYA KURD

BELENGAZIYA SIYASET Û REWŞENBÎRIYA KURD
Şemsettîn Işikli
Di sala 2018an de, di meha Çiriya Paşîn de li Diyarbekirê bi navê partîyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, zimanzan û delegasyoneke berfireh li hev dicivin û bi navê ”PLATFORMA ZİMANÊ KURDΔ saziyekê ava kiribûn. Di nav vê saziya ziman de yanzdeh partî û saziyên kurd ku xwe ”kurdistanî” bi nav dikin û partiyên ku di navê wan de peyva ”Kurdistan”ê derbas dibe, hene. Berdevkê vê saziyê kesekî bi navê Şerefxan Cizîrî ye. Îsal berdevkê vê platformê daxwiyaniyekê da çapemeniyê. Di eslê xwe de ev daxwiyanî kişandin û bilindkirina alaya serîdanîn û teslîmîyetê ye. Heke ev daxwiyanî tenê ya şexsê Şerefxan Cizîrî bûya ne giring bû û dê me cidî hilnegirtaya. Lê ji ber ku ev daxwiyanî li ser navê wan hemû rêxistin û kesan e û ji ber ku heta niha jî tu partî, rêxistin, sazî û kesên qaşo rewşenbîr tu bertek (reaksiyon) nîşan nedane, pirsgirêk cidî ye û ev karesateke pir mezin e. Belgeya vê karesatê jî ev e:

”Bila Hemû Rayedarên Dewletê Fêri Zimanê Kurdî Bibin! Li gorî nûçeyên di medya de belavbûne Qeymeqamê navçeya Beşebebê Îsmail Pendik fêri zimanê Kurdî dibe. Qeymeqam dibêje: gava ku mirov bi zimanê Kurdî diaxive diyalog bi xelkê re bi germî berdewam dike… Rast e. Gava ku rayedarên dewletê fêrî Zimanê Kurdî bibin atmosferekî germ, aşitiyane, dostane pêk tê. Naskirina gelê Kurd pêşî di ziman û kultura wana re dibe û dibe xwedî wate. Gava ku mirovên me hevdû qebulbikin, hevdû nasbikin diyalogên di navbêna hemwelatî dewletê de, di siyasetê de, di xebata kulturî de hêsanîtir dibe, germtir dibe. Em weke Platforma Zimanê Kurdî ji ber wan sedeman dibejin; bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Bila pirsa zimanê Kurdî bibe pirseke xwezayî û civakî. Ji ber vê yekê em weke Platforma Zimanê Kurdî helwesta Qeymeqamê Bêşebabe erenî dinirxînin. Di fêrbûna zimanê Kurdî de em serketinê ji birêz qeymeqam re dixwazin. Em bangî hemû qeymeqam, walî, fermandar, amirên sivîl û leşker dikin ku fêrî zimanê kurdî bibin”.

Şerefxan Cizîrî Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî

Eva ye Daxwiyaniya Platforma Zimanê Kurdî

Bi rastî ev qedînek; ”zimanê kurdî”, di vê daxwiyaniyê de qirêj bûye ji ber ku platform teslimiyeta xwe bi van peyvan kamûfle dike. Ya rast ew e ku navê platformê bibe ”Platforma Teslîmiyetê”. Û ev ne daxwiyanî ye, deklerekirina meşrûiyeta dagirkeriyê li Kurdistanê ye.

Mirov dikare di çend xalan de vê daxwiyaniya bextreş binirxîne:

1- Bi giştî taybetiyeke kolonyalîzmê ew e ku nahêle neteweyê bindest xwe bi xwe rê ve bibe, pêşî lê digire. Hişmendiyeke wisa diafirîne ku ew netewe nikare xwe bi xwe rê ve bibe û ji ber wê jî li welatên kolonî rêveber tim ji miletê serdest in û hemû kontrol di destê wan rêveberan de ye. Li Kurdistanê jî Sîstema Serweriya Tirk karên rêvebirinê bi wasêteya qeymeqam û waliyên xwe dimeşîne. Ew qeymeqam û walîyên ku li Kurdistanê wezîfeya rêvebirinê pêk tînîn di perwerdeyeke taybet de derbas dibin ka dê çawa karê jiholêrakirina rasteqînîya welat û miletê Kurd bi rê ve bibin. Karê wan yê sereke jenosida kurdan e. Qeymeqam Îsmaîl Pendîk dibêje gava ku ez bi kurdî bi xelqê re diaxivim diyaloga me bi germî didome. Yanê dibêje ku gava ew du peyv bi kurdî diaxive kurd jê hez dikin û pê bawer dikin, ji ber wê jî karê qeymeqam yê rêvebirin, asîmîlekirin û tunekirinê hêsantir dibe. Di rastiyê de, Platform ji qeymeqam re, di karê wî yê dagirkerane û îmhakirinê de serkeftin dixwaze.

2- Li hemû welatên kolonî û li hemû welatên dagirkirî ew têkoşîn çêbûye ku qet nebe bila li welatên wan rêvebir, rayedar û karmendên li welatên wan ji neteweyên wan yên bindest bin. Li Kurdistanê jî ev daxwaz sed deh sal berê ji alî Şêx Ebdusalam ve hatiye kirin. Loma hindik û qismî jî be ev xwe bi xwe îdarekirin e. Ji daxwiyaniyê dixwiyê ku tu telebeke wiha ya Platforê tune ye. Yanê ji bo wê tu mehsûrek tune ye ku rayedar û rêvebirên sîstemê li welatê wê ne kurd bin. Heke rayedar û rêvebirên dagirker tirk bin lê fêrî kurdî bibin dê bes be û ev, ji bo wasatek, hewayek û danûstandineke aştîyane, gerim û dostane bes e. Derdekî Cizîrî, partî û sazîyên ku ew temsîl dike tune ye ku neteweyê Kurd dahatûya xwe bi xwe tayîn bike. Ev platform daxwaza neteweyî dadixe asteke ji sed deh sal berê kêmtir. Di serdema împaratorîyan de taleba ku bila rêvebir û rayedar kurd bin tê fahm kirin. Lê di sedsala 21ê de ev helwest û taleba vê platformê nayê fahm kirin û dihêle ku mirov bi çavên kirêgirtîyê sistemê li wan binihêre. Nikare bêje bila kurd xwe bi xwe îdare bikin. Ev ecêbiyek e û tenê li Kurdistanê diqewime.

3- Neteweyê kurd wek ”hemwelatî” bi nav dike û ”dewlet”a dagirker jî wek dewleta xwe nîşan dide û tenê diyalogeke hêsan û gerim dixwaze. Jixwe sîstem jî vê diyaloga hêsan û gerim dixwaze. Wisa dixwiyê ku ev platform dixwaze ji sîstemê re bi awayekî xizmet bike. Ku wisa nebe, armanc ji vê diyaloga hêsan û gerim çi ye gelo? Jixwe di navbêna beşek ji wê Platformê û sistemê de diyalogên hêsan û germ hene.

4- Ev camêr yê ku xwe wek ”siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd” dihesibîne û hemû pêkhateyên platformê temsîl dike, şîret li sîstemê dike û dibêje: ”Gava ku rayedarên dewletê fêrî zimanê kurdî bibin atmosferekî gerim, aştiyane, dostane pêk tê.” Gelo ev ”atmosfer” çi ye? Tenê yek tişt tê hişê mirov; ”atmosfer”a helîn, bişivîn û jinavêrabûnê ye.

5- Armanca sereke ya Sîstema Serweriya Tirk ew e ku miletê kurd bi her awayî ji navê rake û dibêje: Yek dewlet, yek milet, yek ala û yek welat. Û di pratika wê de jî: Yek ziman, yek dîn û yek mezheb heye. Û sîstem hebûn û bekaya xwe di tunekirina miletê kurd de dibîne, tunekirina miletê kurd jî di tunekirina ziman û axa wî de ye û hemû karên wê ev tunekirin e. Ne mimkun e ku ev zilam an platform vê nizane, Ev daxwîyanî erzuhaleke ji sîstemê re ku ew ne dijminên sîstemê ne, tenê dixwazin ji me re, ji miletê me re çîrokên nepêkan bibêjin.

6- Ev zilam û platform ji me re çîrokeke din jî dibêje: ”Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.” Ev e sed sal e sîstem bi hemû hêza xwe ve lê dixebite zimanê kurdî tune bike lê platforma me doza perwerde û fermîtiyê dike. Kifş e ku ev zilam vê gotina rast ne jidil lê wek aksesuar bi kar tîne û dixwaze meşrûkirina sîstemê li welatê me di bin vê gotinê de veşêre û bikaribe xwe biparêze ku tiştekî giring û rast gotiye. Jixwe di daxwiyaniyên Platforma Ziman de dema ev taleb tê bi lêv kirin tu caran nabêjin ku em li KU DERÊ dixwazin zimanê kurdî bila bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Ango platform talebên neteweyê kurd bê Kurdistan bi lêv dike. Bi kurtasî mirov dikare bêje ku platform bi vê uslûba xwe axa Kurdistanê ji bin neteweyê Kurdistanê dikişîne.

7- Ev daxwiyanî bang li kadroyên îstixbarat û artêşê jî dike ku bila kurdî biaxivin ku bi ser kevin. (Ji têgeha ”amîrên sîvîl” kadroyên îstixbaratê tê fêmkirin.) Xerabeteke mezin li vir heye. Du saziyên îmhaker yên sîstemê ev in, tenê wezifeya wan li Kurdistanê îmhakirin e. Berdevkê siyasetmedar û rewşenbîrên me ji van saziyan dixwaze ku karên xwe yên îmhaker bi zimanê kurdî bikin. Ev çi bextreşî ye nesîbê miletê me bû ye!

8- Di vê daxwiyaniyê de sê peyvên bêguneh û paqij hene ku divê mirov li ser raweste ka çawa ji wateyên xwe yên temîz dûr ketine û gemarî bûne; ”gerim”, ”aştiyane” û ”dostane. Sîstema Serweriya Tirk hema hema li tevaya Kurdistanê şerekî gerim, bêeman, bi îstiqrar û bi biryar dimeşîne û ev şer li dij hebûna kurdan e, li dij bikaranîna zimanê wan e û şerekî dagirkerane yê welatê wan e. Sîstem, ”têkiliyên gerim” bi dijminên kurdan re, bi destik û tevkarên xwe re û bi dewletên dagirker re çêdike û dimeşîne. Li dij kurdan tenê şerekî ”gerim” bi rê ve dibe. Zanîn û tecrûbeyên me dibêjin ku di Sîstema Serweriya Tirk de cî ji têgeha ”aştiyane”yê re tune, tenê şer heye û hebûna xwe di domandina şerê jenosîdal de dibîne. Tu dewlet ji tu dewlet an miletekî din re nabe dost û têkiliyên ”dostane” nameşînin. Ev têgeheke derewîn e.

Têgeha ”dostane” tenê kurdên ku bi dewletê re li hev in bi kar tînin. Ew xwe ji dewletê re wek dost dibînin û dixwazin her kes jî wek wan bin. Lê dewlet jî wan wek xizmetkar û xulamên xwe dibîne. Bila dostîniya Şerefxan Bey û hevalbendên wî bi dewletê re li wan pîroz be.

Di şertên îroyîn de xwestina ”aştiyane”yê ji kurdan tê wê wateyê ku bila kurd teslimiyetê, asîmîlebûnê û xwe înkarkirinê qebûl bikin û dev ji ziman, welat û hebûna xwe berdin bibin ”devşîrme”.

9- Ka li vê ecêbiyê binêrin: ” ji ber vê yekê em weke Platforma Zimanê Kurdî helwesta Qemeqamê Bêşebabe erênî dinirxînin.” Ev çi helwest e? Û hûn çi erênî dinirxînîn? Di vê hevokê de nexweşiyeke derûnî heye, di vê hevokê de komplekseke rezîlane heye û di vê hevokê de rûhiyeteke îtaetkarane ya kolonîtiyê heye. Cihê heyretkirin û şaşmayînê ye ka çawa û ji bo çi ewqas însan vê hevokê di nav xwe de hezim dikin û tu reaksiyon nîşan nadin.

10- Felaketa mezin ew e ku tu siyasetmedar û rewşenbîrên kurd dengên xwe nakin, îtiraz nakin û daxwiyaniya malkambax ya Platforma Teslîmiyetê dipejirînin. Bêguman yên ku li dij vê daxwiyaniyê ne, hene û pir in jî lê ka bila dengekî bilind bibe. Bila dengekî bilind bibe bibêje ev milet ne bêxwedî ye, ev ziman ne bêxwedî ye û ev welat ne bêxwedî ye. Dengekî bilind, bihêz û birûmet.

 

http://pelkurd.com/authors.aspx?an=33&aid=2&fbclid=IwAR21hNTYRj1PiJdnR_RXDITPKVA-qZeApZK4VCMhv5nQyRA8qx4caWyFqcI

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev