Hevpeyvîna bi Koma Xwendinê ya Amedê re

Hevpeyvîna bi Koma Xwendinê ya Amedê re

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn dilê me baristan dike

“Me xwest komek xwerû bi kurdî û kurdewarî bi we bide naskirin. Li ser navê Koma Xwendinê ya Amedê Sevgul Şaşmaz bersiv dan pirsên me.”

Tu dikarî ji me re qala çîroka avakirina “Koma Xwendinê ya Amadê” bikî? Fikir ji ku hat û kengî ev kom ava kir?

Ev kom bi biryara 7 mamosteyên Kurdî-Derê hat ava kirin. Mebesta ku me vê biryarê jî da ev bû. Hûn jî dizanin ku di 2016 an de hemû sazîyên zimên li me hatin girtin. Me xwest em wek kampanyayê xebatên xwe yên zimên bidomînin. Ji 2016 an vir ve ye ku ev koma xwendinê ya Amedê 3 sale aktîf dixebite.

Komên xwendinê di xwendin, nivîsandin û di pêşketina kurdî de bandorek çawa digrin ser milê xwe?

Di serî de komên xwendinê bi xwendina pirtûkên Kurdî barekî giran digirin li ser milên xwe. Gelek kes hîn haya wan ji pirtûkên Kurdî tune ne. Komên xwendinê di serî de balê dikşînîn li ser xwendina pirtûkên Kurdî. Elbet kesên ku hertim pirtûk bixwînîn di wan de hêza nîvîsê jî çê dibe. Bi vê mebestê hem pirtûk tê xwendin hem jî rîya nivîsê vedibe. Pêşketina zimanêkî axavtin û wêjeya wî zimanî ye. Bi pêşketina wêjeyê bi xwendin û nivîsê çê dibe. Em dixwînin û yên der û dora xwe jî teşwîq dikin ku bixwînin. Em bawer dikin ku bi avakirinên komên xwendinan bandorakê erenî li ser hemû xwendevanên Kurd çê dike.

Tu dikarî ji me re hinekî qala plansazî û naveroka şêwirekê bikî?

Pirtûk bi pêşnîyarîya hevalekê / î tê dîyar kirin. Hemû endamên komê wê pirtûkê dixwînin. Bi nivîskar re têkîlî tê danîn ku nivîskar li welat dijî zindî tevlîyê komê dibe, ku dervê welat dijî li gorî derfetan bi rîya medya civakî tevlîyê komê dibe. Hemû endamên komê ji pirtûka ku xwendine nîşe digirin dibe ku ev nîşe erenî be dibe ku neyînî be, endam çi dîtibin wan tiştan ji nivîskar re dibêjin. Bi nîqaşên xweş û geş di navbera endam û nivîskar de çê dibe. Nivîskar jî kêmasîyên ku di pirtûkê de hatine dîtin şîrove dike. Bi endaman re dan û stendina naveroka pirtûkê tê kirin. Hin nivîskar şîroveyên ku li ser pirtûka wê/wî tên kirin wekî nîşe li ber xwe qeyd dikin û soza pirtûkên xwe yên din de van pêşnîyaran bibîr bînin.

Ji çend rojan carekê civîna şêwira xwendinê tê ba hev?

Şêwira me di 15 rojan de carekê pêk tê.

Ji bo pêşerojê çi xebatên we hene? Di nava van xebatan de derxistina kovarek an jî sazkirina malpereke wêjeyî heye an na? Hebe wê kengî dest bi weşanê bike?

Ji bo plansazîya pêşerojê belê, çend plansazîyên me hene. Em niha di betlanê de ne heta îlonê. Em gava ku serdema xwe ya nû dest pê bikin di nav projeya me de 6 panel hene. Em ê rojên taybet wek 27 Mijdarê, 21 Sibatê, 8 Adarê, 15 Gulanê û hwd… em ê panelan çekin. Projeyeke me ya din jî atolyeya romanan e. Ew ê nîvîskar tevlî vê atolyeyê bibin û li ser romannûsîyê ders bidin. Niha di nav planên me de malpereke weşanê tune ye. Elbet niha ji bo axavtinê zûye dibe ku di pêşêrojê de xebatên wekî antolojîyê yan jî tiştekî din bê kirin.

Hûn li gorî çi qaîdeyan berhem an jî nivîskarekî/ê hildibijêrin û gazî wî/wê dikin?

Me heta niha roman dixwend û dinirxandin. Ji bo ku me roman dixwend qaîdeya me nivîskarekê/î xwedî roman bûn. Niha me çîrok jî tevlî xebatên xwe kirin. Nivîskarekê/î em hildibijêrin divê berhema wê/î roman be yan jî çîrok be elbet qaîdeya me ya sereke divê Kurmancî be.

Heta niha çend şêwir pêk hatîye û kîjan nivîskar bûne mêvanê komê?

Heta niha 50 şêwir pêk hatiye. Dilawer Zeraq, Rênas Jiyan, Nûdem Hezex, Receb Dildar, Mehmed Oncu, Omer Dilsoz, Gulgeş Deryaspî, Tahîr Tanînha, Mîhdî Perînçek, Îrfan Amîda, Sîdar Jîr, Mihemed Ronahî, Veysî Ulgen, Mehmet Akdogan, Eyup Guven, Muhsîn Ozdemîr, Yildiz Çakar, Şener Ozmen, Helim Yûsiv û çend nivîskarên din bûne mêvanê koma me.

Têkilîya we bi komên din re heye an na? Heger hebe hûn bi hev re çi xebatan dikin?

Belê têkîliya me di komên din re hene. Em bi hev re heman pirtûkê dixwînin û dinirxînin. Me şêwira pirtûka Îrfan Amîda bi navê Şevek Şîzofren li Mêrdînê bi koma Vejînê, koma Qoserê, koma Farqînê û koma xwendinê ya Amedê bi hev re pêk anîn. Me şêwira pirtûka Hesenê Metê Tofan jî bi koma xwendinê ya Cizîra Botan re pêk anîn.

Koma Xwendinê bang li nivîskaran kiribû ji bo berhemên hev rexne bikin û li ser berheman fikrên xwe binivîsîn. Ev projeya we gihaşt armanca xwe?

Belê bangawaziya xwînerên Kurd hebûn ku nivîskar jî pirtûkên hevdu bixwînin û binirxînin. Em nikarin bibêjin ev proje teqez gihaşt armanca xwe. Qasî ku nivîskar pirtûk dinivîsînin yan nikarin bixwînin yan jî naxwazin rexne bikin. Em bi çavekî objektîf pirtûkan dinêrin û rexneyên xwe dikin, elbet rexneyên neyînî jî çê dibin. Me wek xwînerên Kurd dixwest nivîskar jî wek xwîneran bi çavekî objektîf pirtûkên hevdu binirxînin lê xeynî çend kesan piştgirî nedan vê kampanyayê.

Ji bo ziman û wêjeya kurdî bilind bibe çi lazim e û ji bo pêşketinê çi dikeve ser milê gel?

Ji bo wêjeya Kurdî divê gelek xebat bê kirin. Xebata yekemîn di tax û kolanan de axavtina zimanê Kurdî ye. Ji bo ku wêjeya netewekî pêş bikeve divê ew ziman bê axavtin. Gelek pirtûkên Kurdî hene benda xwînerên Kurd in. Di serî de herkes bi xwendina pirtûkan dikare piştgirî bide wêjeya xwe. Her Kurdewarên zimanhez ku vî barî bigirin li ser milên xwe, dê hem wêjeya Kurdî hem jî zimanê Kurdî bigihêje asta herî bilind. Bangawaziya min jî ji bo hemû zimanhezan e! Bila zimanê xwe biparêzin û wêjeya xwe bidin nasîn.

Ez li ser navê Koma Xwendinê ya Amedê ji te re spasîya xwe dikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev