Nameyên evînî – 90

Nameyên evînî – 90

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤


Karê her kesî heye. Karê min jî heye û ne karek e jî. Ez ji gelek kesên din cuda me. Ne ji wan çêtir im, ne jî ew ji min çêtir in. Lê ferqa me heye. Karê min yê sereke hezkirina Nura min e, ku ez bikaribim bi evîna xwe evîna wê têr bikim. Heta ez wî karî nekim, karên din – yê fermî, yê bo milet, yê nivîskarîyê û h.w.d nakim. Ev fikir tenê kêfa min tîne. Belkî hinek kes peyda bibin, bêjin: -We dît, heta niha me wî wek welatparêzek didît, me digot qey karê wî yê sereke welat û milet e. Wî tevaya hiş û aqilê xwe daye evîna xwe.

Bingeha evîna me ne aqil e, ne zanebûn e, ne qama dirêj û kin e, ne pozê dirêj û biçûk e. Bingehê evîna me EVÎN e, ku dikare evînên hemû kesan pûç derxe.

Bersîva min ji wan kesan ev e: -evîna welêt wê demê dixuliqe, dema tu ji hemû hezkirîyên xwe – ji zarên xwe, ji diya xwe, ji evîndara xwe hez dikî û dixwezî welatê xwe rizgar bikî, ku ew di welatê xwe da azad û bextewar bijîn. Kesên pêşî ji van hezkirîyên xwe hez neke, ewê çawa ji welatê xwe hez bike? Kesên wisa nexweş in, lê ez nikarim bêjim pîs in. Dixwezim ew qenc bibin, him bo xwe, him jî bo kesên din wek xwe nexweş neêxin. Ma normal e, welatparêz jîyana xwe bide bo hemû zarên welatê wî azad û bextewar bijîn, lê zarên wî bê bav bijîn?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev