Perwîn Çakar: Pir bextewar im ku miletê min ez nas kirim

Perwîn Çakar: Pir bextewar im ku miletê min ez nas kirim

”Ez dixwezim li ser navê xwe navendeke hunera operayê vekim”

 

PeyamaKurd – Tevî ku hunera operayê di nav gelê Kurd de zêde neyê guhdarîkirin jî di van salên dawî de Soprano-Perwîn Chakar bi vegotina operaya kurdî ve bû sedem ku hunera operayê bala gelê kurd bikşîne.

Xanima hêja Perwîn Chakar pirsên Peyamakurd ên di wî warî de bersivand.

Perwîn Xanim dibêje: “Ez dixwazim li ser navê xwe navendeke hunera operayê vekim. Belkî wê demê, ez bikaribim bêhtir alîkariya wan ciwanên dixwazin bibin hunermendê operayê bikim. Herwiha bo perwerdeya wan a li Ewropayê derî ji wan re vekim.”

Perwîn xanim,  tevê ku çanda gelê kurd ji hûnera operayê gelek dûr e jî te dîsa berê xwe da operayê. Gelo sedem çi bû?

Min Muzîka Klasîk a Rojavayê di 15-16 saliya xwe de li lîseya Diyarbekirê ya Hunerê de nas kir. Min li wê lîseyê di beşa muzikê de dest bi xwendina lîseyê kiribû. Muzîka Klasik  Rojavayê wê demê bala min dikişand. Di sala 2011an da muzîka kurdî bêhtir bala min kişand. Beriya wê min li ser muzîka kurdî kar nekiribû. Balâ min li ser operayê bû. Li Ewropayê her milletî di warê muzîka Klasîka a Rojava û operayê da berhem dane. Min dît ku di vî warî da gelekî kêmasiyên me kurdan hene. Ji ber ku perwerdeya min li ser operayê bû min got ez dikarim xizmetê ji operaya kurdî ra bikim. Herwiha ji bo ku bêhtir jî xwe nêzîkî millete xwe bikim min stranên kurdî bi şêwaza operayê stirand û gihand hev. Helbet ev yek jî gelekî hat ecibandin.

Ew çend sal e tu nav karê hûnere de yî?

Nêzî 15 sala ye ez hunermenda operayê me û li gelek dikên şano û operayê yên cihanê min hunera xwe peşkeş kiriye.

Gelo tu difikirî kesên bixwazin vê hûnerê fêr bibin re mamostetîyê an jî tîştê ku bibe alikari  bikî? Di wî warî de tu projeyên te ji boy pêşerojê hene gelo? 

Hezkirina min û bengîbûna min a ji boy operayê tesîr li gelek hunermendên ciwan ên kurd kiriye. Gelek hunermendên ciwan di beşa konservatuarê da dest bi wergirtina perwerdeya operayê kirine. Hin caran bi min dişêwirin. Heta ku ji destê min tê ez alîkariya wan dikim. Ez dixwazim li ser navê xwe navendeke hunera operayê vekim. Belkî wê demê, ez bikaribim bêhtir alîkariya wan ciwanên dixwazin bibin hunermendê operayê bikim. Herwiha bo perwerdeya wan a li Ewropayê derî ji wan re vekim.

Berteka malbata te çiye? Di nav malbatê de kesê ku li dijî vî karî be heye? 

Mixabin ji min pê ve di malbatê da ti kes bi muzîkê ra eleqedar nabe. Xwişk û bira em pênc kes in, karaktera me her pênc kesan ji hev cuda ye. Diya min hin caran bo zarokan di xew re ke ji wan re loriyan dibêje. Xebatên bavê min yên hêja jî hene li ser çand û kultura kurdî. 

Bi raya te hûnera te ne bi kurdî bûye tu yê ewqas bihata nas kirin? 

Di cîhana operayê da navê min heye û ez têm naskirin. Belkî ez li welatekî dûr ji millete xwe dijîm, milletê min ez dereng nas kirim. Bi muzîka kurdî derfet çêbû milletê min jî, min nas bike. Ez ji ber wê jî pir bextewar im.

Gelo ji bilî operayê kijan huner bala te dikşîne?

Ji bilî operayê hunera nîgarkêşî, peyker, bale jî gelekî bala min dikşîne. Bala min li ser her tiştekî hunerê ye. Dema hin caran ji ber karûbarên dinayayê mijûliya min bi hunerê re namîne ez hîs dikim ku bêhenase dimînim, bêhna min diçike.

Pervin Xanim, ji boy ku te pirsên me bersivand gelek spas dikim.

Perwîn Çakar: Spasî ji min.

 

PERVİN CHAKAR – SOPRANO

Hunermenda Kurd Perwîn CHAKAR li Mêrdînê (Dêrîka Çîyayê Mazî ) hatiye dinyayê. Di sala 2003’yan de Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê kuta kiriye. Bi Oylun Erdayî re dest bi xebatên xwe yên operayê kiriye. Paşê jî perwerdehiya xwe li Îtalyayê li Accademia d’Arte Liricayê domandiye. Di sala 2008’an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta ” heri baş” de destûrname wergirt. Bi pûanê herî zêde xebatên xwe yên mastirê bi rêveberiya Michela Sburlati bir serî.

Hunermendê di gelek pêşbaziya Operayê yên girîng û bi prestîj de xelat wergirtine. Di sala 2012’an de ji Academiè Disque Lyrique ya Fransayê xelata “Orfeo Grand Prîx a Zêrîn a Leyla Gencer” wergirt. Paşê, di sala 2012’an de ji Weqfa Operayê ya Semîha Berksoyê xelata hunermenda operayê ya jin a herî baş wergirt. Di sala 2013’an de jî di 4’emîn Xelatên Muzîka Klasîk ên Donîzettî yên Andanteyê de wek ” Dengê Jinê yê Herî Baş” hat hilbijartin.

Berhemên ku pêşkêş kiriye: Carmîna Burana (Mîhrîcana Muzîkê ya Eskîşehîrê, Musîca Rîva Festîval, Teatro Politeama Greco di Lecce), Deîdemîa (Bale û Operaya Dewletê ya Enqereyê), Rîgoletto (Cesena Teatro A. Bonci, La Spezia Teatro Civico û Musica Riva Festival), Der Rosenkavalier (Lecce Teatro Politeama Greco), Werther (Milano Teatro Rosetum), L’impresario Teatrale (Perugia Teatro Pavone), Hansel und Gretel (Teatro Comunale di Bologna, Teatro Verdi di Trieste, Teatro Sociale di Como, Teatro Grande di Brescia etc.), Maria Stuarda (Teatro La Fenice di Venezia), Lulu (Teatro Alla Scala di Milano û Theater an der Wien), Gloria (Teatro Verdi di Trieste), Messa di Santa Cecilia (36’emîn Martina Franca Opea Festival), La Cambiale di Matrimonio (Wexford Opera Festival), Operaya Saygun-Emre (Orkestraya Senfonî ya Bîlkentê), La Boheme (Teatro Valli di Reggio Emilia), Sevil Berberi (Lismore Music Festival, Îrlanda), A Midsummer Night’s Dream û Carmen (Festîvalê Operayê ya Macerata) û Cosî Fan Tutte (Teatro Lirico di Cagliari) ne. Di sala 2014’an de li Teatro Petruzzelli ya Bariyê dê di operayên Sevil Berberi û Magic Flute de cih girt (Teatro Petruzzelli di Bari). Di sala 2015’an de li Bilkent Concert Hall de konsera Mahler û Strauss çekir û di sala 2016´an de li Gießen´e, Augsburg, Gaggenau, Ludwigshafen´e konseran da. Di sala 2018´an de bi Junge Philharmonie Koeln, Bundeskongress Stuttgart de konseran çêkir.

Pervin Chakar

 

http://www.peyamakurd.com/kurmanci/Hevpeyv%C3%AEn/pervin-cakar-pir-bextewar-im-ku-milete-min-ez-nas-kirim?fbclid=IwAR09JqROo1FYY2m0oXKCP54ebMARvrnX4VCQdCIFzs_fhuuynFFD3QWpmbc

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev