Êrîşa li ser tûrîstan û biratîya gelan

Êrîşa li ser tûrîstan û biratîya gelan

Ev bêdengîya hêzên çep ku di gelek

qadan da hevparê hêzên Kurda ne, ji çî ye?

 Gelo tiştek hat serê biratîya gelan?

Dibe ew jî wek êrîşkarên Trabzonê ji alaya Kurdistanê aciz in?

 

Zerdûşt Öztürk

Wek tê zanîn di 18’dê Tîrmehê de komek turîstên Kurdistanê ku bi qasî 50 kesî bûn, li bajaroka Çaykara’yê ku girêdayê Trabzonê ye, rastî êrîşeke faşîstan hatin. Xelq û ehlîyên wê heremê, ji rengûberên Kurdan û ji alaya Kurdistanê aciz bûne û negotine “ev jinin, zarin, mêvanin” êrîş kirine û derb li gelek kesan dane.

Bêguman, ya girîngtir û tişta herî balkêş, kirina walîyê wilayetê ye. Walî, kesên ku êrîş kirine na lê yên ku rastî êrîşan hatine girtî ye û dû re ji sînor derxistîye.

Ev bûyar li Tirkîye’yê gelek deng da û bi giranî gelek tesîr li ser raya giştî ya Kurdan kir. Partî û sazûmanên Kurd, him êrîş û êrîşkaran, him jî nêzikhatîya walî û dewletê şermazer kirin û acizîyên xwe anîn ziman. Sazûmanên sivîl yên demokratîk li Dîyarbekrê nerazîbûnek pak nîşan dane û xwedî li turîstên Kurdistanê derketine. Organîzatorên turîstîk dane zanîn ku programên xwe yên ji bo Karadenîzê guhartine, seyran û zîyareta bi qasî 10 hezar turîstan betal kirine û her wiha reaksîyonek xurt nîşan dane.

Lê di vê bûyarê de tiştek din yê girîng ù berbiçev jî heye, ew jî bêdengîya hêz û sazûmanên demokratîk yên Tirkîye’yê ne. Deng ji hêzên demokratîk, wek sendîka, komele û hwd dernakeve. Mesela sendîkayên wek KESK, DISK, komeleyên wek TMMO, IHD ku her yek wan aktorên aktîf yên siyaseta Tirkîye’yê ne, dengek bilind û bi tesîr nedan.

Xêncî yek heb du heb yên wek Ahmet Hakan, Nagîhan Alçî ku ji rojnameya Hurriyet’ê ne, ji medîayê jî reaksîyonek bi qîmet nehat. Nivîskarên rojnameyên wek Yeni Yaşam, Birgün ů Evrensel ku ji alî raya giştî ya Kurd ve tên teqîp kirin, mesele zêde neanîn rojevê.

Malperên wek Diken, t24, Bianet, Demokrat Haberû Arti Gerçek jî ku weşanên mûhalîf dikin, li ser bûyerê nesenîn. Tenê çend kesayetên wek rojnamevan Ismail Saymaz, serokê berê yê Ajansa Enedolê Kemal Öztürk û rojnamevan Mustafa Akyol, sîyasetmedar Mehmet Bekaroğlû û Mustafa Yeneroģlû li ser rûpelên xwe yên Twitterê nerazîbûnên xwe anîn ziman, ewqas. Her wiha dengek xurt ji raya giştî ya Tirk û Tirkîye derneket.

Ji partî û sîyasetmedarên çep jî deng nehat. Gelek partîyên wek DSIP, ESP, SDP, SYKP, Kesk û Pêşeroja Çep ku hevparê HDP’ê ne, EMEP û ÖDP li hember êrîşên li ser welatîyên Kurdistanê tiştek bi deng û bi tesîr negotin, nekirin.

Çima? Gelo ji bo ku alaya welatê xwe li ser xwe gerandine, Kurdên turîst, ku rastî êrîşên faşîzane hatine, bi qasî ku bala raya hêzên demokratîk yên Tirkîye’yê bikşînin bi qîmet û balkêş nînin? Bi taybetî, ev bêdengîya hêzên çep ku di gelek qadan da hevparê hêzên Kurda ne, ji çî ye? Gelo tiştek hat serê biratîya gelan?

Dibe ew jî wek êrîşkarên Trabzonê ji alaya Kurdistanê aciz in?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev