ZILAMÊ 47 an: LEHENGEKÎ KURD

ZILAMÊ 47 an: LEHENGEKÎ KURD

Gird Elî

Wexta Tewfoyê Dimilî li ber derîyê dikana xwe Remoyê Qerejdaxî dît, şaş ma û ew zû zûka vexwand hindurê dikanê. Bilez jê re:
-La Remo tu çi geyrenê! Noyo qiyamet dakewto, eger jendirmeyên tirkan to tepişê, ya odo to birişê eskerey ya jî odo vajê no îsyankaro, enbazê Şêx Seîdî yo o to çekerê zîndanî mîyan!

Dostanîya Tewfoyê Dimilî li gel malbata Remo ji mêj ve bû, bav û bapîrên wî jî nas dikirin, her ku ji bo karekî, (çî ba ferq ne dikir) ku bihatana Dîyarbekirê ê riya xwe bi dikana Tewfoyê Dimîlî bixistana.
Remo mîna ku nizanîbû ê çi bibêjî serê xwe xwar kir:
– Xalê Tewfo, hayê min ji tiştekî tuneye bi rastî, aha diya zarokan ev hêşînahî û hinek penêr ji bo te û xaltîya min şandîye, ez hema hinek pêwistiyên malê bidebirînim bi rê dikevim dîsan vedigerim Qerejdaxê.
Paşê jî selikek tijî tolik û kûzekî penêr dirêjî Tewfo kiribû. Tewfo, piştî ku rahişt selikê û kûz, bangî zarokekî ku li ber destê wî kar dikir, kir, ew danê da li gel silavên Remoyê Qerejdaxî bibe mala wan, dûvre bi çeplê Remo girt ew ber bi hindurê dikane ve kêşand û li ser sendalîyekê bi rûniştandin da:
-Hela bê ma çayê bişimê, heta ema to zembîlî veng kena, belkî ez to rê çend nesîhetan bikera!

Remo ji bo dilê Tewfoyê Dimilî haş bike, pê da zanîn ku ew ne tenê hatiye bajêr, li gel çend hevalên xwe î din bû û ew jî li sûkê digerîyan da pêwistîyên xwe tedarik bikin, piştre ê li xanê hevdu bidîtana hespên xwe bigirtana û vegerîyana Qerejdaxê.
Di heqîqetê de, taswasa dilê Tewfo ne bilasebeb bû. Bi dû ku Şêx Saîd Efendî û hevalbendên wî hatibûn girtin, jendirmên tirkan bûbûn fena gurên devbixwîn. Kî li kû, çawa bixwestana li gor kêfa dilê xwe ew digirtin. Heta li gellek deveran dikuştin, vê dawîyê behsa qetilamên mezin jî dibûn. Tewfo mirovekî bîrwir bû, dizanîbû ku kurd êdî weko pezê bê şivan in û tecrubeyên wî ji nefiramên berê jî hebûn. Ew bi xwe beşdarî şerê Sariqamişê bûbû û yek ji wan kêmkesên ku sax ji wî şerî filitîbû! Loma jî dilê wî bi taswas bû û ji Remo re:
-Remoyê min, xalê to senî vano winî biki, çend rojî meymanê ma bê, heta dinya tenekê bêveng beno.

Lê Remo dîsan dubara kir ku ne tenê ye û hevalên wî hene loma jî divabû xalê Tewfîq ji tu tiştî netirsiya!
Hinekî şûnde jî lawkê ku selik biribû li ber derîyê dikanê xwuyanî kiribû. Xanima Tewfo selik bi kulîçeyên bajaryan dagirtibû. Tewfo ji refikên dikanê hinek şekir û piskuwîtên din li selikê zêde kir û ew li gel silavên germ bo hemû malbatê dirêjî dest Remo kir û ew oxir kir.
Dema ku Remo ji dikana Tewfoyê Dimilî bi dûr ket serê wî tevlihev bû, ne tirsê lê taswasekê dilê wî girtibû. Ne ditirsîya ji ber ku tu danûsitandineke wî bi şerê xelkê re nebû. Sîh salîya xwe ku ê îsal tijî bikira, hemî li gundê xwe li derdora zozanên Qerejdaxê, li nav pez û dewarên xwe bihurandibû. Salê carekê an dudiyan dê bihata Diyarbekirê çi lazim ba digirt û paşde vedigeriya gund, nav kulfetê xwe. Ji şer û pevçûnê, ji xwe, hes ne dikir, lê vê carê Dîyarbekir ne wekî berê bû, tiştin qewumî bûn, kelecana di sûkê de, sawa di pistepistê niştecihan de ev destnîşan dikir. Herhal, ji wî re çi! Salê carekê dihat Diyarbekirê, sala were ku nehata jî dibû, ê biçuwa Ruhayê! Lê dîsan jî çi dibe çi nabe, Remo fam kir ku berya saetekê divê ji vir bi dûr bikevin! Ecele kir û hat xanê, hevalên xwe zû zûka amade kirin, hespên xwe şidandin û bi rê ketin. Di derîyê Çiyê re ber bi Qerejdaxê ve situwên hespên xwe dûz kirin, bi bezîn ji Dîyarbekirê bi dûr ketin.
Ji mehan Adar bû, çaxê newrozê bû. Her dever şînkahî bû. Ji her cihî bihar dibijiqî, hemî dar û ber bişkuvîbûn û ji derdora xwe bêhna biharê vedidan. Newal, co û cobar, hemî, ji baranê û bi ava berfa ku li serê Qerejdaxê dihiliya, tijî bûbûn, diherikîn. Xweza zindî bû û reqsa xwe ya demsalî dikir.
Nefiramên vî welatî jî wekî Newrozên wî hersal paşde vedigerîyan, lê ya îsal ne dişibîya ên din. Zû hatibû û dê demek dirêj jî bimaya. Di her nefiraman de bi koman zilam û ciwan dicivandin, bi çek dikirin û berê wan didan welatên dûr, rêyên çûn û nehatê. Çavên dê û bûkan li rêyan diqerimîn, car car yek du kesên kulek, ya bi milekî an jî bi lingekî jêkirî û ji derban xilxilî ku paşde vedigerîyan, dibûn şahidê windabûn û qetilamên wan welatên dûr. Lê vê carê qetilam li ser vê xakê dibû, li welatê kurdan ferman bû! Bi taybetî jî li derdorê Diyarbekirê Heraketa Azadîya Kurdistanê dest bi serhildanê kiribû. Dewleta tirk jî bi şêweyekî hovane şer li hember kurdan dimeşand. Ew ketûber dabûn ber xwe. Cî bi cî bajar û gund bi tevayî digirtin, tevî hemû niştecihan dişewitandin. Mifrezeyên leşker û jendirman çi bikirana ji xelkê, serbest bûn, li beranber qanûnê tu berpirsyarîya wan nemabû, evîya bi qanûneke taybet di meclisa tirk de tesdîq bû bû. Li gorî vê biryarê divabû kurd isleh (baş) bibûna. Di van rojan de tu kes ji kurdan ne ewle bû û Remo û hevalên xwe Şêxo û Hemê Bêrtî jî ne ewle bûn. Lê hayê wan ji tiştekî tunebû, ta ku ji ser reya xwe dagerîyan newalekê ber cobarekê di qontara çiyê de, da bêhna xwe berdin û hespên xwe av bidin. Lewre ku ev teqnekî bi rê de, bê westan ajotibûn. Li wir pêrgî mifrezeyeke jendirmên tirk hatin.
Serbazê mifrezê jî wehşekî navdar, Qere Durmişê Bursayî bû. Di heqîqetê de hemû serbazên tirk ku li Kurdistanê wezîfedar bûn, mîna hev bûn. Bêrehm û bê ûjdan bûn, derhemek ji xisletên mirovatîyê ên baş di wan de peyda ne dibû. Bêguman ev hovitîya xwe ji desthilatê digirtin, desthilatê jî ev wehşên dirinde li ser vê xakê serbest berdabûn. Çi bikirana ji wan re dima, kesekî tu hesab ji wan nedipirsî. Qere Durmişê Bursayî ne tenê bi kuştina mirovan, bi taybetiyeke din jî navdar bû. Bi dû ku gorîyên xwe dikuştin, weko xenîmeta şerî tilî û guhên wan jêdikir bi xwe re dibirin. Ji van perçeyên laşan koleksîyon çêdikirin, ev jî li gorî nasnavên wan î milî rêz dikirin, pontosî, ermenî, çerkezî û kurdî bûn! Li gor ku digotin ya kurdî mezintirîn bû, lê sedemeke vê î dîrokî hebû. Digotin ku di wextekê de kalikê vî Qere Durmuşî xwestiye biçe Hecê. Dema ku di nav êleke kurdan re derbas dibe, axayê kurd çav li jina wî î spehî dikeve û ne bi dilekî, bi heft dilan dil dikevê! Rojtira din karwanê wan tarûmar dike, kalikê wî dikuje û jina kalkê wî bi zorê li xwe mahr dike. Ji wî karwanî tenê bavê wî diflite û bavê jî Qere Durmuş bi kîn û nefreta vê bûyerê, wekî dijminê kurdan wî mezin dike.
Jendirmekî destê xwe ji wan re bilind kir:
– Rawestin! got.
Di heman demê de jendirmên din ew dorpêç kiribûn û berê tufengên xwe dabûn wan. Remo û hevalên xwe bê mefer û bê yî ku tiştekî bibêjin ji hespên xwe peya bûbûn, histuwê xwe li ber fermana jendirman xwar kiribûn, ji xwe tiştekî din î ku bikarîbana bikirana jî nebû.
Jendirman bilez zîn û xurcezînên hespên wan saxtî kirin, hemî ji kelûpela malê, şekir û xwê û hin jî ji kulîçeyên bajaryan pêk dihat. Qere Durmiş dema ku çav li arzaqan ket ji jendirmên xwe re:
– Evana miheqeq hevalbendên asîya ne, xwarinê ji wan re dibin! got.
Dema ku serbazê mifrezê ev gotin bilêv kiribûn mîna ku fermanek dabe, hemî mifreze li wan civîyan û guro te çi xwariye, dan ber pêhn û qondaxên tufengan, hersê li erdê gevizandin! Eman û hawarên wan di ser Qerejdaxê re li berîya Dîyarbekirê bilind dibûn, lê heyhat, ne kesekî dibihîst û ne jî diwêrî bi hawara wan de werê.
Remo xwestibû wan çend gotinên tirkî ku dizanîbû ji bo parastinê bi kar bîne, ew jî pê re derneketibû, ji xwe derbên jendirman rê nedabûnê ku devê xwe ji hev veke. Qondaxeke tufengê li argûşkek wî îsabet kiribû, çend diranên wî firîyabûn, ser û çavên Remo di nav xwînê de hiştibû. Belkî jî vê derbê ew ji mirinê xelas kiribû, jendirman dev jê berdabûn. Remo di wê rewşa xwe yî xerab de jî xwestibû halê hevalên xwe Şêxo û Hemê fêr bibe, lê tiştê ku ber bi çavên wî ketibûn dîmeneke pirr xirab bû, du meytên di nav xwînê de dirêjkirî bûn û tu nîşanên zindîbûnê di wan de xuya ne dikirin.
Serbaz ji leşkeran xwestibû ku Remo li gel hesp û barên wan li gel xwe bibin.
Ev hemî di bêhnikekê de û zû qewumî bû. Remo, berê jî laqî zilma jendirmên tirk hatibû. Lê ên berê, zêdetir wekî heqaret û ji çend şîmaqan pêk dihatin. Bawer ne dikir ku mirov dikane welê hov bin! Bê yî pirsekê an sualekê li kesine bê mefer vê işkencê bike, ta ku rih di wan de hebe li wan bide. Nuha baştir di şîretên Tewfoyê Dimilî de têdigihişt û hezar heyfê xwe lê anîn ku bi ya wî nekir û çend rojekî nebû mêvanê wî. Lê, êdî tiştekî ku bikira nemabû. Jendirman ew dabûn pêş xwe tevî hersê hespan û barên wan dîsan paşde vedigeriyan Dîyarbekirê. Ne dihiştin ku li pey xwe jî binere, bê ka gelo livek di laşên hevalên wî de peyda bûye an ne!
Ber bi mexribê ve gihiştibûn Diyarbekirê. Nîvrokî ji vî bajarî, saxlem û siwar derketibû, nuha jî peya, birîndar û jihalketî dîsan vedigerîya yê.
Li qişleya leşkerî wexta ku Remo derxistibûn beranber dadgirekî, hinekî ruh pê hatibû, hêvîyên wî çê bûbûn. Remo dema ev efendîyê bi qerewat û bedlekî utîkirî dîtibû, ji xwe bi xwe re gotibû »eve miheqeq ê bêgunehîya min fam bike û min ji dest van guran azad bike!» Lê pêre pêre jî hêvîyên wî zû şikestibûn, lewre vî efendîyî tenê çavek ji bo nasînê lê gerandibû, di awirên wî de tu hestyarîyek ji halê Remoyê perîşan re ne dixuye, Remo ev zû fam kiribû. Dadgir, hinekî bi tinazî ji serbazê jendirman pirsîbû:
– Sûcê vî xortî çiye?
Serbaz:
– Kurd e!
– Eger tenê sûc ev be, divê em xelkê vê heremê hemî bigrin!
Serbaz hinekî bi hêrs lê vegerandibû:
– Qey, te telgrafa Başvekîl Ismet ji bîr kiriye “Çi fêda yekî ku bi tirkî nizanîbe ê ji komara tirk re hebe?”
Yek jî ji koma dawîn kêm e.Evîya wekî zilamê 47 an qeyd bike, ma tu dixwaze dunya pê bihese ku yek revîya ye û em bihetikin! Wê demê tu ê çi bersivê bidî Paşeyan?
Bi dû vê de jî tu axaftin di nawbêna wan de çê nebû. Dadgir Remo wekî zilamê 47 an qeyd kiribû û paşê jî du jendirman bi çeplên wî girtibûn ew biribûn zindana nav Qelê cem ên din.
Zindanîyan bi germî bergirtiya Remo kiribûn. Tasek av zû pê ve gihandibûn. Piştî ku vexwaribû, bêhn pê ve hatibû, li ber ronkaya lempeyekê gazê ên derdora xwe tefsilandibûn û fam kiribû ku nuha di nav dostan de ye. Ê ku destmalek ji bêrîka xwe derxistibû, serûçavên wî î ji xwedan û xwîna hişk kirî paqij dikir Dr Fuad bi xwe bû. Piştî kontroleke bi lez jî jê re:
– Tu baş ecinandine, ji du parsû û çend diranan pê ve devereke te î şikestî wekî din nîn e! gotibû.
Paşê jî xêrhatin lê kir, destmala xwe jê re hişt û bi bişirîn çû hêleke din î qawişê.
Qawîş avahîyeke mezin î kevnare bû. Berê qişleyeke leşkerî bû, vê dawîyê veguherîbûn û kiribûn zindan. Di hundurê wê de du ode hebûn, yek weko hucreyeke taybet ji bo Şêx Seîd Efendî veqetandibûn û yek jî ji bo ku nexweşan kontrol bike dabûn Dr Fuad. Di hundurû de belbî sedûpêncî zilam hebûn, ango Remo welê texmîn dikir. Hemû jî giregir axe, şêx û begler bûn! Remo nêzîkî kê bû an şêx derdiket an axa, ê xwedî nîşana herî kêm ew bi xwe bû û di nav wan de çend mele jî hebûn, ji ber vê jî fedî dikir ku li gel wan hevaltîyekê deyne. Lê, di heqîqetê de yekî ji wan jî, xwe ji ê din mezintir ne dikir, hemîyan weko »Bira! an Pismam!» gazî hevedin dikirin. Dîsan jî yê herî milayim, nefspiçûk ku jê re elaqe nîşan dabû Dr Fuad bû, lewra xwe bêtir nêzîkî wî kiribû. Yekî din jî ku herdem li gel Dr Fuad digerîya parêzvanek bi nasnavê Bavê Tujo bû. Navê wî yê eslî Mihemed Tewfîq Hecî Axtî bû. Fena pizotekî êgir bû! Yekî qamkin, simbêlqeytan, temenê wî li dor çil salî bû. Dengekî wî î gur hebû ku ji paş girekî jî dihate bihîstin. Wexta ku diqêriya jî, te digo qey bostekê ji erdê bilind dibe. Her kesî, heta bi nobedaran jî hifza xwe jê dikirin.
Dema ku di ber derî an pacê re derbas dibûn, li wan diqêrîya ,digot:
– Cewrên dêleguran! Çi karê we li ser vê xakê heye? Vir Kurdistan e! Bicehemin biçin ji vir! An qehremanên kurd dê meytên we rêkin ji dê û bavên we re!
Remo heftîya pêşin bi famkirina rewşa xwe û nasîna girtîyan derbas kiribû. Gellek pirsên bê bersiv,an jî wî bi xwe nikanîbû şirove bikirana, di serê wî de çê bibûn. Axilbe jî ji bo van bersivan xwe nêzîkî Dr Fuad û Bavê Tûjo dikir.
Zêde wexta Dr Fuad nebû, lewra ew gellekî bi dawa xwe, mehkemê û birîndarên nû ku dihatin girtîgehê ve mijûl bû. Ji ber wê, Bavê Tujo zêdetir li gel Remo dima û pirsên wî dibersivandin. Di demeke kurt de Remo serwext bû ku bê ev giregir û xweşmêr hemû ji bo çi dîl ketine dest tirkan û ji sedî sed ê hemî bêne darvekirin. Bavê Tujo ew lê hay kir û bi famkirin da ku ne tenê lawê Biroyê Çûvî ye! Ew lawê miletê qedim ê kurd e û ev milet li ser vê xakê bi hezarsalan heye û navê vê xakê jî Kurdistan bû. Dewleta tirk jî yeka dagirker bû û welatê wan Kurdistan bi zorê zeft kiribû û ewên nuha li wir girtîbûn, hemû azadîxwazê kurd û Kurdistanê bûn. Eger ku dewletek me hebûya ê evana nuha hikûmetek ba na. Bavê Tûjo her car bi hêrs ”Xwedê mala nezanî û xiyanetê xirab bike, jana herî dijwar ya vî miletî ye” digot û dawî li gotinên xwe dihanî.
Çi Remo bû, fena şagirtekî ku nû fêrî xwendin û nivisandinê bû bû, tu dawî li meraq û pirsên wî ne dihatin. Gellek caran jî heman tişt dubare ji Bavê Tûjo dipirsîn. Pirsên di derheqê cografya û zimanê kurdî de bûn. Carna jî Bavê Tûjo lê hêrs dibû, jê re :”Kerê çolê!” digot.
– Ma ne ev min doh ji te re qal kiribûn bê Kurdistan çendî welatekî mezin e. Vê bike guhar û bi guhê xwe ve dar ke. Şêx Idrîs-î Bedlîsî di kitêba xwe ya Heyşt Bihişt de welê dinivisîne >>Dema em ji fetha Tebrîzê vedigeriyan Siltan Selîm ji min daxwaz kir ku ez hemî mîrên kurd bicivînim, bikim yek û bi hikûmeta Osmanîyan ve girê bidim. Kurdistan ji Tebrîzê heta bi Meletî bû. Û ji başûr jî heta bi Mûsilê bû…>>
Lê Remoyê reben nikanîbû ev sînor û mezinahîya welatê xwe tesewir bikira. Lewra wî tenê çend bajarên wekî Ruha û Diyarbekir, bi bajarokên xwe ve, dizanîbûn. Çi ji hêla ziman de bû jî, tenê kirdkî û kurmancî zanîbû û digo qey hemî kurd tenê bi van zaravayan dipeyivin. Bavê Tûjo, jê re kad kiribû ku li dever û cihên cuda ên welatê Kurdistanê bi zaravayên din jî kurd dipeyivîn û ev jî, Soranî, Lorî, kelhorî, Goranî, devok û zaravayên din bûn.
Bêguman di nav wan de zana gellek bûn û car car kesên din jî pirsên wî dibersivandin. Di wexteke kurt de, fehm û dinyaya Remo hezar carî ji ya berê ferehtir û mezintir bû bû. Kêfa Remo ji vê re dihat lê dema li dawîya van xweşmêran jî difikirî, hezinî dibû û pê diêşîya, heyfa xwe li van maqûl û zanayan dihanî. Bi taybetî jî dema bihîstibû ku dadgehê qirara îdama Dr Fuad da ye, gellekî li ber ketibû.
Dadgehên dewleta tirk tenê bi nav ”dadgeh” bûn, an tu heyvanê dadwerîyê li ba wan peyda ne dibû. Di heqîqetê de welatê kurdan dagir dibû, xwenda û zanayên wan dihatin kuştin an jî darvekirin. Lê, li beramber dinyayê ji bo xwe mafdar derxînin û dadwêr nîşan bidin bi navê ”Mehkemeya Istîklalê” sazîyên welê ava kiribûn û qaşo terorist û dîndarên ku siltanet paşde dixwestin, ceza dikirin. Loma jî tiştekî ku kurd ji vê ”dadwerîyê” bipên tunebû. Ê ku diket ber dadgehê nedifilitî û ev ji bo kesayetîke navdar û rewşenbîrekî kurd nola Dr Fuad jî welê bû. Berya saetekê divabû ew bidana alî û welê jî kiribûn. Bi dû qerara dadgehê ya îdamê, rojekê, Dr Fuad û hevalên wî li sêdarê dabûn.
Tunebûna Dr Fuad, şûna wî li nav zindanîyan tevan xuya dikir. Ne tenê diktorîya wan dikir, merivekî xweşbêj, ronak û wêrek bû. Gerçî ji vê hêlê de tu kêmasî li nav koma zindanîyan peyda ne dibû. Moralê tevan bilind bû û pirê caran henekê xwe bi leşker û dadgeha tirkan dikirin. Bêtir li zora Remo çûbû, mîna ku birayekî xwe î mezin winda kiribû şînkêş bû. Du roj şûnde jî nobedarekî li zindanê pirsa wî kiribû û hatibû buxçikek dirêjî wî kiribû.
Dema Remo buxçik vekiribû di nav de bedlê gewr û işligê şîn bi çavê wî ketibû û zû xwedîyê van cilan, Dr Fuad, nas kiribû. Bêhemd hêsir ji çavên wî herikîbûn û kela girî pê girtibû. Rahiştibû buxçikê û çû bû, li ber talda dîwêr ya tarî rûniştibû û bi îske îsk girîyabû.
Remo ê demekê welê girîya be ku tavilê bi qêrînekê li xwe hay bû û xwedîyê vî dengî jî zû nas kiribû, Bavê Tûjo:
– Kerê çolê! Ma tuê wusan şîna Dr Fuad bigrî! Zû wî girîyî bibire, berya ku ev cewrên dêlegura dengê te bibihîzin.
Ê Bavê Tûjo ewçend bilind qêrîyabe ku Şêx Seîd efendî ji hicreya xwe bihîstibe û yek şandibû ba wan, da ji Bavê Tûjo re bibêje ku ”bila bi Remo re nexeyide”!
Remo girîyê xwe birîbû, şînkêşî û kîna xwe ya li beramber (qesasên Dr Fuad) dewleta tirkan berdabû hindurê xwe. Ji wê rojê şûnde jî xwe weke endamekî vê civakê dîtibû. Tevî sohbetan dibû, berisiva pirsan dida, daxêvî, bawerî û raya xwe digot.
Ji xwe hemî wext li çûnûhatina dadgeha derewîn diçû. Mexseda tirkan jê ew bû ku îrada kurdên dîlgirtî bixînin, wan teslîm bigrîn, lê hemî hewldanên wan badilhewa bûn. Lewra hemû xweşmêr û zana bûn û bi tu şêweyî nêzîkî lihevhatinekê û hileyê tirkan ne dibûn. Kurd bûn, dawa wan ya azadîya xelkê kurd û welatê wan Kurdîstanê bû û ji vê gavekê jî paşde venedigeriyan. Dewleta tirk ê ev serhişkîya kurdan fam kiribe û ji ber vê jî ê zû xwestibe ji vê belayê azad bibe, lewra, ji dêlva kom bi kom, qirara bidarvekirina Şêx Seîd efendî û çilûheft hevalên wî bi carekê dabû. Ev jî ê di roja bîstûnehê Hezîranê de cîbicih biba. Ji xwe amadekarî ji mêj ve kiribûn û lawên kurd jî hemî amade bûn û dizanîn ê çi qirar ji dadgeha tirkan derkeve.
Wê şevê, bivênevê atmosfereke cidî, bayekî giran li zindanê hebû. Fena, çawan biran, birayê xwe bi oxir dike, hemî lawên kurd ketibûn rêzê û hevedin himêz dikirin, xatir ji hev dixwestin. Paşê jî yek bi yek diçûn hicreya Şêx Seîd efendî xatir û pîrozbahîyên wî werdigirtin. Li gorî temenê xwe jî Remo, yê piçûk dihat hesêb û loma jî di vê dorê de weke ê dawîn çû hicreyê, ba Şêx Seîd efendî.
Bi gavên hiş xwe nêzîkî derîyê hicreyê kir û li wir rawestîya, serê xwe dirêjî hindurû kir, xwest li ber şewqa lembeyê hindurê hicrê bitefsilîne. Di dîwêr de paceyeke hicrê jî hebû. Şêx Seîd efendî nû destmêj girtibû, qutikekî spî î dirêj lê bû, pişta xwe vekiribû, şaşika xwe jî danîbû ser sicada xwe. Dema pêjna Remo kir, gazî kirê:
– Remezan tu yî?
Ji ber derî, bi dengekî hinekî şermok û dudilî, mîna ku ne dixwest wî nerehet bike, Remo:
– Belê ez xulam! Got.
Şêx Seîd efendî, bi dengekî bêtir ewle:
– Keremke were, lawê min, ji xwe min destmêja xwe xelas kiriye.
Ew vexwandibû cem xwe.
Remo, bilez û kelogirî xwe çemd kiribû da destên Şêx Seîd efendî maçî bike:
– Li ber destên te dixwazim tobe bikim, berya…
Got, û tevaya hevokê pê re derneket. Lê Şêx Seîd efendî bi heman lezê, bi destên wî girtibûn, danîbû ser serê xwe, gotibû:
– Na, lawê min, tu merivekî bêguneh e, ez divê li ber destên te tobe bikim.
Remo ji bo ku bêhurmetiyê neke, çendî xwestibû destên xwe paşde bikêşîne jî nikaribû, li beramber vê qeweta mîna ya pêhlewanekî, di milên kalekî fena Şêx Seîd efendî de, behît mabû. Dema ku destê Remo serbest berdabû jî, Remo pekîyabû, Şêx Seîd efendî, dîsan bi milê wî girtibû û ew li tenişt sicada xwe bi rûnişkandin dabû.
Remo:
– Ez gunehkar im, Şêxê min! Heta nuha fena cahilekî, heşa, kerekî çolê jiya me. Çawa hayê min ji te û dawa te çê nebû bû!? Hemû dinyaya min, derdora Qerejdax bû. Ez bi tenê lawê Biroyê Çûvî bûm. Haya min ji xelkê min, ji welatê min, ji dîrok û çanda min, ji te û dawa te qe nebû. Ma ji vê xefletê mezintir çi gunehekî din heye? Got.
Şêx Seîd efendî, destê xwe danî ser milên wî, hejand li serûçavên wî nerî, bişirî û:
– Lawê min, ku dilê meriv ji îmanê re vekirî be, meriv zû salih dibe. Ev serê mehûnîvekê ku tu li nav me ye, bê sûc û sebeb te ceza wergirt û li der bi hezaran xelkê me ê vê zilmê dîsan bê sûc û sebeb, bijîn. Bila şika te ji vê re çê nebe; kesên ku ejdadê xwe, welat û dîroka xwe nas bike, li ba Xwedê merteba wan bilind e û kesên ku vê nakin Xwedayê wan jî roja mehşerê wan nas nake. Bila saw û tirs li we peyda nebe. Got û ew bi oxir kir.
Remo, bi dû ku ji hicreyê derket, li nêzî derî dîsan rawestiya û di rewş û gotinên Şêx Seîd efendî de fikirî. Bawer ne dikir ku merivekî ewçend yextyar û histuwê wî ewçend nêzîkî kindirê be ê welê aram, fena pêhlewanekî bi qewet û mîna pilingekî şidiyayî, be. Vê yekê bawermendîya Remo xurtir kiribû, hêz û qewet dabûyê.
Remo hêj çend gav avêtibûn û li reşaya qawîşê yekî bi milê wî girtibû, dema li paş xwe zîvirîbû mamostê xwe, Bavê Tûjo zû nas kiribû. Mîna zarokekî ku li vegera malê ya bavê xwe şa bibe, Remo jî bi dîtina Bavê Tûjo welê şa bû û xwe avêtibû himêza wî. Bavê Tûjo:
– Ka ecele meke lawkê Qerejdaxî, hêj wexta me heye, cihekî ji xwe re bibîn û hinekî îstirehet bike. Gotibû.
Remo jî welê kiribû, cihekî li ber dîwêr, talde, peyda kiribû û pala xwe dabûyê. Bavê Tûjo jî li nav qawîşê digerîya, ji bo sibê, nav di wan dida, moralê wan bilind dihişt. Digot:
– Bila kêfa cewrên dêleguran bi we neyê, netirsin! Tifkin ruwê wan! Navê kurd û Kurdistan biqêrin.
Remo, bêhninek ji aramîyê peyda kiribû, serê xwe palda ser dîwarê kevir û barkir dinya xeyalan. Li malê, li cêwîkên xwe fikirî. Du karxezalên wî “Şengê û Pengê” dehsalî bûn. Bapîra wî ev nav li wan kiribûn, ji bo ku bi rehetî kanibe gazî wan bike. Ji xwe çîroka Şengê û Pengê jî di nav hemî zarokan de, navdar bû û teva pê dizanîbû. Di xeyalên xwe de hê paşdetir, çû dema zarokayê û işqa xwe û diya zarokên wî Xezalê… Di şeveke havînê de bû. Hîveron bû. Zarok bûbûn du kom û ê bi veşartonkê bilîstana. Hertim ew û Xezalê li komekê diketin, bêguman herduwan jî welê dixwest. Wê carê jî welê bûbû. Dora xwe veşartinê ya wan bû. Piştî demekê hemî hevalên wan eşkere bûbûn, tenê ew û Xezalê mabûn. Wî li gund cihekî talde dizanîbû. Xirbeyek bû. Bermayîyên qesreke kevnare bû. Li ber talda dîwarekî wê li gel Xezalê xwe veşartibûn. Ji bo ku xwe nedin dest nêzîkî hev bûn. Xwe bi dîwêr û bi hev eciqandin. Laşê wan, serê wan û nefesa wan bûbû yek û wê şevê bû, ramûsana xwe ya pêşî ji Xezalê wergirtibû. Tamê wê hê jî li ser lêvên wî bûn.
Hêj Remo welê bi nav xeyalên xwe ên xortanîyê ketibû, tavilê bi dengê Bavê Tujo ê gur ji xewê çemd bû.
– Rabe ser xwe rêwîyê azadîyê, dereng nemîne, li Deryê Çîyê dawet e!
Wê sibê bîstûnehê Hezîrana 1925 an çilûheft lehengên kurd, dest û lingên wan zincîrkirî ber bi meydana Deryê Çiyê û sêdarên li dû hev rêzkirî ve kêşîyan. Dewleta tirk di sêdaran de jî xwestibû van merivên bê mefer kêm bixe û darvekirinên wan fena tiyatroyekê nîşan bide. Lê ji niştecihên Dîyarbekirê kesek beşdarî vê tiyatroyê nebû bû loma jî ew mecbûr mabûn li gel malbatên xwe werin temaşê. Li jor,li cihê xwe ên ewle, li ser banî , li gel familyên xwe qêrîyabûn ”Yaşasin Turkiye Cumhûrîyetî”! Lê pêre pêre dengê Bavê Tûjo, Remoyê Qerejdaxî û çilûheft lehengên kurd mîna tîrekê dengê wan qelaştibû, ”Bijî kurd! Bijî Kurdistan!”
Li gor bîrewerîyên karmendên wê demê, gellek ji wan bizdiyabûn û mehan nikanîbûn biçin nav nivînên xwe.
Dema ku koma girtiyan ber bi Deryê Çiyê dibû, tiştekî bala qumandanê tirk Qere Durmuş kêşandibû, ji leşkerekî xwe dipirse:
– Ev efendîyê bi bedlê gewr û îşligê hêşin ku Kurd û Kurdîstan diqîre kî ye gelo?
Leşker:
– Ew zilamê 47 an ku me li ser riya Qerejdaxê girtibû, ye.
Wê sibê çilûheft xweşmêrên kurd li Diyarbekir, li Deryê Çiyê di sêdaran de can dan. Lê ev dawe li wir neqedîya. Qêrînên wan îro li ser lêvên bi hezaran keç û lawên kurd in:
– Bijî Kurd! Bijî Kurdistan!

 

Portre: ji saradistribution.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev