Pîrozbahîya serokê FNDK akademîsyan Kinyazê Îbrahîm bo Mîrê Êzdîyan

Pîrozbahîya serokê FNDK akademîsyan Kinyazê Îbrahîm bo Mîrê Êzdîyan

Birêz Hazim Tehsîn Beg!

 

Em bi dil û can We pîroz dikin bo hilbijartina We wek Mîrê Êzdîyan. Hûn di demeke bona gelê kurd ne hêsan da hatine hilbijartin wek rêberê ruhanî yê êzdîyan, dema Kurdistan hewil dide bibe xwedîya mafên xwe yên sîyasî û erdnîgarî. Di van şertan da olka êzdîyan, him li Kurdistanê, him jî li welatên biyanî, ji rêberê xwe yê ruhanî li benda gavên biryardar e, bona navçeyên êzdîyan yên ji dest şêr da wêran û kavilbûyî careke din bên avakirinê û aramî bê herêma êzdîyan, bona kesên malên xwe terk kirine careke din vegerin warên xwe yên li Şengalê. Êzdî beşeke miletê kurd e. Ew bedbextîya ku hate sere xûşk û birayên me, wê tu caran neyê jibîrkirin.

Wek Hûn zanin, li welatên Yekîtîya Sovyeta berê diyaspora kurdên êzdî ya mezin û kevinare dijî, ku bi jimara xwe va piştî êzdîyên Kurdistanê û Îraqê li cihanê di cîyê duduyan da nin. Di Federasyona me da nûnerên gelek dîn û mezheban hene, di nav wan da herwiha kurdên êzdî jî, yên ku bi dostanî, destê wan bi destên me ra tevayî kar dikin boy navê xweşbextîya gelê me yê pirmîlyonê û pirdînî.

Yek ji prînsîpên karkirina Federasyona me parastin û qewînkirina yekîtîya gelê me ye, ku berjewendîyên hemmiletîyê li ser her cûre berjewendîyên partîtîyê û mezhebî ne.

Em We nas dikin wek şexsekî parastvanê yekîtîya gelê kurd û bi wê ra tevayî Hûn parastvanekî xurt yê dînê êzdîtîyê in.

Ez ji We ra saxlemîya baş, cansaxîyê dixwezim, bira Xudayê Mezin di karê We da piştovanê We be, lê bona niştecîyên êzdî yên Kurdistanê û tevaya cihanê xweşbextîyê û gulvedanê dixwezim.

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan – profêsor, akademîsyan Kinyazê Îbrahîm

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev