KÊŞEYA AMERÎKAYÊ Û TIRKÎYÊ KURDISTAN E

KÊŞEYA AMERÎKAYÊ Û TIRKÎYÊ KURDISTAN E

Fuat Önen, sîyasetmedar

Tirkîye di rewşeke aloz de ye, li Tirkîyê krîzeke sîyasî ya bingehîn heye. Bi sedema vê krîzê tarîfên dewleta Tirkîyê xera bûne. Tirkîye di sala 1923an de ji teref Brîtanya ve wek dewleteke Rojavayî ava bûye. Lê ji sala 1990î vir de, piştî têkçûna Sovyetê, heşmendîya Dewleta Tirkan wisa ye ku hêzên Rojavayî dixwazin Tirkîyê perçe bikin. Tevî ku Tirkîye endamê Nato û berendamê Yekîtîya Ewropa (YE) ye jî, difikire ku Amerîka û Rojavayî dixwazin li Rojhilatê Nêzîk dewleteke Kurdistanê ava bikin. Tirkîye vê yekê ji bo xwe wek mijara bekayê, ango wek mijara man û nemanê dibine. Ji ber vê yekê Tirkîye hesaban ji Rojavayîyan dike. Amerîkîyan bi rêya AKP û Cimeta Fethulah xwestin ku rê li ber vê meylê bigirin û bi rêya wan vê meyla ku jê re Awrasyayî tê gotin tasfiye bikin. Lê ji 2013-14an vir de AKP jî teslîmî vê meyla dewletê bûye. Anuha li Tirkîyê sê lingên bloka îktîdarê hene: MHP, AKP û dewleta klasik. Di sîyaseta derve de bi taybet dewleta klasik xwedî bandor e, ev hêz jî difikire ku Amerîkî û Rojavayî dixwazin vê dewletê biçûk bikin.

Ango yê ku tarîfa dewleta Tirkîye xera kiriye Kurdistan e. Mijara Tirkan ya bekayê Kurdistan e. Dibînin ku li başûrê Kurdistanê serxwebûn tê niqaşkirin û Referandûma Serxwebûnê bi ser ketiye, li rojavayê Kurdistanê jî daxwazeke statuyeke sîyasî heye, û bi sedem ku ji sedî 42yê axa Kurdistanê di destê dagirkerîya Tirkîyê de ye, Tirkîye vê rewşê ji bo xwe wek mijara bekayê dibine.

Sedema stratejik ya esasî meseleya Kurdistanê ye, ji xêndî vê meseleyê kêşeyeke girîng di nav Amerîka û Tirkîyê de tuneye. Kêşeya wan hebûn û dewletbûna Kurdistanê ye, ev jî ji bo dewleta Tirkan mijara stratejîk e û bi gotina wan mijara man û nemanê ye.

Gava ku Amerîka ji bo S400an ambargo dîne ser Tirkîyê, Tirkîye wê nikaribe bersîvekê bide Amerîka. Tirkîye dibêje “bila Amerîka Patriotan bidin me, em ê wan jî S400an jî bistînin.” Baş e, madem ku Tirkîye di krîzeke aborî ya tund de ye, tehdîda kê li ser heye ku ew ê her duyan jî bistîne. Ew ê ji bo Sûrîye, Iraq an Îranê bistîne? Di van salên dawîn de Tirkîye û ev her sê dewlet jî li hev in, nakokîye ku Tirkîye ji bo wan van fuzeyan bistîne tuneye. Tirkîye ji bo çi dixwaze bi milyaran dolar him Patriot, him jî S400an bistîne? Qineta min ew e ku, di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, Dewleta Tirkîyê dibine ku, li Rojhilata Nêzîk Dewleteke Kurdistanê wê ava bibe û ev jî ji bo Tirkîyê mijara man û nemanê ye.

Tirkîye di krîzeke sîyasî de ye, ne di kampa Rojavayîyan de ye û ne jî di ya Awrasya de ye. Ji ber ku li gor nirxên Rojava ava bûye nikare berê xwe tam bide Awrasya û ji ber ditirse ku Rojavayî dixwazin Tirkîyê perçe bikin nikare berê xwe tam bide Rojava jî. Ev krîzeke mayînde ye.

Alîyekî vê meseleyê ya din jî heye. AKP û ev bloka îktîdarê dixwazin komplekseke endustrîyî û leşkeri ava bikin û aborîya xwe wek Amerîka li ser vê kompleksê saz bikin. Hewl didin ku ew ê jî karibin van sîlehên giran îxrac bikin. Ev jî heşmendîyeke dewleta Tirkan e. Lê bi ya min kêşeya sereke mijara Kurdistanê ye, xwe ji şerê li hember Kurdistanê hazir dikin. Hewl didin ku hek Rojavayî piştgirîya vî şerî bikin, bi Rojavayîyên re jî şer bikin. Bi ya min, Tirkîye li hember ambargoya Amerîka bê çare ye, Amerîka hîn dev ji Tirkîyê ber nedaye, tevî ku di nav re hin tehdîdan dike jî, hîn dev jê ber nedaye. Malûm e ku dewleteke wek Amerîka li gor berjewendîyên xwe yên li herêmê tevdigere, hîn jî difikire ku Tirkîyê razî bike ku ji wan re bixebite.

Tirkîye gava ku DAÎŞ li seranserê sînorê wê xurt bû, ev yek ji xwe re wek tehdîdî nedît. Lê gava ku Kurd li vir xurt bûn û li hin deveran bûn desthilatdar, Tirkîyê ev yek ji bo xwe wek tehdîd qebûl kir. Tirkîye dewletên din yên cîran ji xwe re wek tehdîd nabîne.

XAYIN BI XOF IN
Li cem me peyveke wisa heye: “Xayin bi xof in.” Dewleta Tirkîyê zane ku çi anîye serê Kurdistanê, ji ber vê yekê xofa Kurdistanê, xofa dewletbûyina Kurdistanê di heşmendîya dewletê de cîyekî girîng digire. Gava ku Amerîka û dewletên Rojava li hember referandûmê derketin, negotin “em li hember mafê kurdan yê dewletbûyinê ne”, wan gotin ku “li gor berjewendîyên me anuha ne ew dem e, lê em rêz ji mafê dewletbûnê re digirin.” Dewleta Tirkan wisa hizir dike ku, “hek anuha nebû, ew ê sibê dîsa doza dewletbûnê bikin.” Ev yek tirseke reel e ji bo dewleta Tirkan. Bi sedem ku ji sedî 42yê axa Kurdistanê di destê wan de ye, hek ji sedî 18 li Başûr bibe dewlet û ji sedî 8 li Rojava bibe xwedî statuyeke sîyasî; zû an dereng sîyasetmedarên Başûr û Rojava nexwazin jî, Başûr û Rojava ew ê bi ser hev kevin. Gava ku sînorê Kurdistanê bigîhêje Behra Sipî tu qîmeta jeopolitik ya Tirkîyê namîne.

Tirkîye bi pêşgirî û alîkarîya Rûsya û rêdayina Amerîka ket rojavayê Kurdistanê. Dewleta Tirkîyê bi tena serê xwe ne dikare li Sûrîye û ne jî li Iraqê operasyonan çêke. Li herêmê şerekî cîhanê heye, ji ber vê yekê Tirkîye dikare di nav Amerîka û Rûsya de manewra bike. Gava ku Amerîka û Rûsya bên hember hev û rêya manewratê li Tirkan bê girtin, tiştekî ku Dewleta Tirkan bike namîne. Rast e ku îro Dewleta Tîrkîyê lî her sê perçeyên Kurdistanê (bakur, başûr û rojava) şerekî tund û dagirkerane dimeşîne. Lê heta nuha vî şerî bi piştgirîya Amerîka û Rûsyayê dimeşîne. Lê hek ev her du dewlet bêne hember hev, Tirkîye wê çi bike? Her du dewlet jî ew ê vê pirse jê bikin: Tu di kîjan xetê de yî, tu bi Nato û Rojavayîyan re yî an tu bi Awrasyayîyan re yî? Wê gavê mijara man û nemanê ji bo Tirkîye wê bibe mijareke aktuel.

Em nikarin helwesta Rojavayîyan tayin bikin, em ji Kurdistanê lê dinêrin û em serxwebûna Kurdistanê ji xwe re dikin armanc. Ji ber vê yekê, derketina Tirkîyê ya ji Natoyê, xerabûnê têkilîyên Tirkîye û dewletên Natoyê, ji bo me baştir e.

Kêşe ev e; Tirkîye hebûna Kurdistanê ji xwe re wek xeterîyeke mezin dibîne, Amerîka jî li Rojhilata Nêzîk ji xêndî Kurdan bi tu kesî re nikare xebateke sîyasî-stratejîk bimeşîne. Nakokîya esasî ev e, pevçûnên di nav Amerîka û Tirkîyê de jî esasen li ser vê ye. Hek em mijara Kurdistanê bidin alîyekî, tu kêşe di nabêna Amerîka û Tirkîyê de tuneye û Nato jî Tirkîyê diparêze. Dewletên Ewropî, her yek li gor berjewendîyên xwe li vê mijarê dinêre.

Gelek kes Kurdistanê wek welatekî Rojhilata Navîn pênase dikin, bi min ev şaş e, Kurdistan welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk e. Hek li Rojhilata Nêzîk û pê ve girêdayî li ya Navîn nîzameke nuh çêbibe, divê li Rojhilata Nêzîk Kurdistanek ava bibe, ev yek. Ya dudan, her du dewletên kevnare û dagirker yên vê herêmê Tirkîye û Îran divê wek berê nemînin. Sedema ku Tirkîye ji gefên Amerîka yên li ser Îranê aciz dibe jî ev e. Tirkîye difikire ku, hek li Îranê tevlihevî çêbibe û rojhilatê Kurdistanê jî têkeve rojeva sîyasî ya cîhanê, ew ê çawa karibe bakurê Kurdistanê wek berê kontrol bike. Ango divê em berê di asta cîhanê de û bi perspektîfa Kurdistaneke Mezin li bûyeran binêrin. Dewleta Tirkîye wisa lê dinêre, sedema daketina Tirkîyê ya Efrînê ev e. Hek Tirkîye ji Kurdistaneke Mezin netirsîya, hebûna PYDê ya li Efrînê ji bo wan ne tehdîdeke mezin bû. Qey Tirkîye wê Patriot û S400an li hember PYDê bi kar bîne? Na, ev dewletê vê dibîne, lê mixabin sîyaseta Kurd vê yekê nabîne.

 

http://pelkurd.com/authors.aspx?an=32&aid=1&fbclid=IwAR1robtdv-jt_QMWEYiB7aXpHtFdVgbCkkehiIs20A9Y-ITpTfzzMtnNf_A

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev