PKK gefan li Başûrê Kurdistanê dixwe!

PKK gefan li Başûrê Kurdistanê dixwe!

Şeyhmus Özzengin

 

Endamê Konseya PKK Duran Kalkan, destkevtinên Başûrê Kurdistan tehdît kir û dibêje;

“Bila kes nebêje ‘me Başûrê Kurdistanê rizgar kir, bila parçeyên din dûrî me bin û em li vê derê bi rehetî bijîn’. Jiyaneke bi wî rengî nîne. Heta ku li Bakur, Rojava û Rojhilat Kurdîtî bê qirkirin, dê Başûr nikaribe bi rengekî azad bijî. Ev yek nepêkan e. Yan em ê hemû bi hev re azad bin, ya jî kes wê ne azad be.”(!)

Heta niha berpirsiyar û berdevkên PKK di her daxuyanîyên xwe de eşkere kirine ku;

„em dijî dewletek Kurd û Kurdistanî ne. Ev ala ku Başûrê Kurdistanê wek ala Kurdistanê bikar tîne, ne ala me ye. Dewlet tiştekî pir xerabe û divê Kurd nebin xwedî dewlet, Kurd doza dewletê nekin. Em ji bona Tirkîyek demokratîk kar dikin, doza me ne dewlete. Ji bona Surîyek yekgirtî û demokratîk, ji bona İraqek yekgitî em dixebitin. Me ticarî perçekirina van sînoran ji xwe re nekirîye armanc…Wd.“

Tevgerek ku li gor vê stratejîyê tevbigere, çawa dikare bêje „Başûr nikaribe bi rengekî azad bijî. Ev yek nepêkan e. Yan em ê hemû bi hev re azad bin, ya jî kes wê ne azad be.”(!)

Armanca PKK ne Kurdistaneke yekgirtî, azad û serbixwe ye. Min li jor stratejîya PKK û hedefên PKK ji devê berpirsiyar û berdevkên wan anîye ziman. Tevgerek ku dijî dewletbûnê be, sînorên çar dewletên dagirker biparêze û eşkere bike ku; „armanca me ne perçekirina sînorên van dewleta ye“(!), çima wê Başûrê Kurdistanê bi merama ku; „heta rojava, rojhilat û bakurê Kurdistanê qir bibe, başûr nikare azad bijî“?

Di vî mejîyê PKK de seqetîyek mezin heye! Di deryakê de keştî binav dibe û hinek hewla ku xwe azad bikin didin. Mejîyê PKK dibêje tikes bi serê xwe nikare azad bibe. Ya emê hemû bihev re, yan jî tikes rizgar nabe. „Divê em bihev re bimrin.“(!)

Rewşa her beşî bi serê xwe taybetîyeke.

Her beşekî Kurdistan, xwedî dîrokek berxwedanên taybet in. Her beş li ser vê dîrokê xwedî destkevtinên sîyasî ne. Şert û mercên herêma ku Kurdistan têde wek axek stratejîk cîh girtîye, bi xwe re fersendên taybet jî ji beşan re derxistîye holê. Beşên ku bi van fersendan re bi rûbirû bûne, ev fersend ji xwe re bikar anîne. Yek ji van beşan Başûrê Kurdistanê ye. Destkevtinên Başûrê Kurdistanê li ser bingeha berxwedana 200 salî, li ser dîrokek tije jenosîd û enfalan hatîye avakirin. Mudaxaleya navdewletî a ser dewleta İraqê, fersendek dewletbûnê ji başûrê Kurdistanê re peyda kirîye. Îro Başûrê Kurdistanê vê fersendê bikar tîne. Xwedî xakek azad û bingehek demokratîk û herêmek aram e.

Beşê din Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Bi şerê Sûrîye yê navxwe re fersendek ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê re derket holê. Wek defakto perçeyek axa vî beşî ket destê hinek ji rêveberên Başûrê Rojavayê Kurdistanê. Bi saya piştgirîya Hêzên Hevpeymanan û bi taybet jî Emerîka, îro beşek ji vê axê, wek herêmek defakto di destê beşek ji kurdan de ye.

PKK Başûrê Kurdistanê û axa azad tehdît dike û dibêje; „Nabe ku beşên din di bin qirkirinan de bin û hun azad bijîn“(!) Lê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, pesnê „destanên kantonan û biratîya gelan dike!“

PKK divê baş bizanibe ku bi dijminatîya başûr, nikare pêşî li dewleteke Kurd û Kurdistanî bigire. Bi çîrokan ji xwe re sebeban peyda neke. Di mejîyê berpirsiyar û berdevkên PKK de ne çarperçe Kurdistan, ne dewletek yekgirtî û Kurdistanî nemaye. PKK tevgerek e ku bi sedan tevgerên îstîhbaratan di nav de cirîda davêjin û ji bona berjewendîyên xwe, wek tevgerek taşaron bikar tînin. Di hedefa vê destdirêjîya PKK de binpêkirina destkevtinên Kurd û Kurdistanê heye. Ti armanceke doza Kurd bi PKK re nemaye. Tenê enerjîya Kurdan, zarokên kurdan ji bona berjewendîyên xwe yên hizbî bikar tîne. Ev li Bakûrê Kurdistanê, di şerê xendekan de jî pir zelal derket ber me. Îro, tê bîra çend kesan ku „PKK programa Xweserîya Demokratîk“ îlan kir û bû sebeb, ku bi hezaran Kurd hatin kuştin, malên kurdan bi ser serên wan de hat hilweşandin û bi rojan mirîyên kurdan li kuçan bêxwedî man!

Ka xweserîya Demokratîk li ku ma? Çima PKK carek din bahsa wê nake?

Kurdistan; ne tenê welatekî ku di navbera çar dewletan de hatîye parvekirin û bûye kolonîyek navnetewî û navdewletî! Kurdistan, wek mejî jî hatîye perçekirin û di warê netewî de jî, ji hev dûr ketîye.

Hest û helwesta netewî, doz û daxwazên netewî bûne qurbana daxwaz û berjewendîyên hizbî, partîzanî û şerê wekaletê, tevgerên taşaron, li ser axa Kurdistanê cirîda davêjin.

Bi destê siyaseta PKK, beş bûne dijminên beşan û hest li ser dijminatîya beşê din hatîye avakirin. Ev jî, nexweşîyên mezin, pirsgirêkên mezin derxistine pêşberî siyaseta netewî a navendî.

Her partîya ku ji beşekî dest avêtibe beşê din; ew beş ji bona xwe, ji bona beşê ku lê xurt bûye, bikar anîye û kirîye qurbana îdeolojîya xwe. Li ser navê “Kurdistaneke hevgirtî” dest dirêjî beşê din kirîye û bi salan enerjîya wî beşî, ji berjewendîyên tevgera xwe re, ji bona bihêzkirina tevgera xwe xerc kirîye.

PKK, bi salan e enerjîya Kurdistanê, dînamîkên Kurdistanê ji bona bihêzkirina PKK bikar tîne. Bihêzkirina PKK ne bihêzbûna tevgera Kurd e. Bi hêzbûna PKK, hêzkirina astengên pêşîya doza Kurd û Kurdistanê ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev