Nameyên evînî – 91

Nameyên evînî – 91

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.


¤¤¤

Mirov dema hûnermendiyeke kûrfikir dibîne, an fîlmeke xweş mêze dike, an pirtûkeke bi dilê xwe dixwîne û ji wan lezeteke gelek mezin dibîne, ma qey dest û dev û şaneyên bedena xwe bi kar tîne? A min û Nura min jî wisan e û tiştek jî zêde. Ji ber ku hezkirina hunermendiyê, filmê, pirtûkê yekalî ye, ya min û Nura min dualî ye.
Şev baş jîyana min a nû destpêbûyî.

 

¤¤¤

Bi moralî, fîzîkî, hîsî, edebî bêrîya Nura xwe dikim.
Ev hemû gotinên min yên evînê ji mejûyê min dertên. Lê yên ji dil û ruhê min derên pirtir, kûrtir û giranbuhatir in. Lê çi bikim ku destên mejûyê min hene, ew dikarin binivîsin, lê destên dil û hîsên min tunene.

 

¤¤¤

Delala dilê min, ez şev fikirîm, ku ezîza xwe bikim wek gulekê, paşê fikirîm ku ezîza min ji xwe gul e. Fikirîm ezîza xwe bikim zêr, lê min got ji xwe ezîza min zêrê zer e. Min got ez ezîza xwe daynim ser serê xwe, li her deran bigerînim, paşê fikirîm dibe çav lê kevin. Neyse, ez bi cûrê xwe ji ezîza xwe hez dikim. Ew cûre li cihanê yekemîn e. Oxir be, dilê min, rehet here.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev