Şakiro û têkilîya bi Reso re

Şakiro û têkilîya bi Reso re

Zelalîyek derbarê dîroka dengbêjîya me da bi taybet ji bo malpera Riataza

Zerdûşt Öztürk

 

Vê axirîyê ez rastî gelek agahîyên şaş yên li ser Şakiro têm. Mesela Şakiroyê reben qet li Panosê rûneniştîye, tînin dixin xelqê Panosê. Piştî koça ji Mûşê Şakiro dişinîn Navik, halbûkî Şakiro bi du birayên xwe ve diçe li Qereyazî’yê cîwar dibe. Heye ku tenê bi mêvantî çûye wir. Û gengeşîya li ser şagirtîyê, gelo şagirtê Reso ye, yan na? Lê Bedîh, Bedîhê Kor? Kesek ewî bi bîr nayne… Ji bo van sedaman, min xwest em tûrek kin bidin mijarê. De keremkin…

Di sala 1936’an de li Kela Zêdka, wekî kurê siyemîn yê Bedîhê Mihê Zîlî, hatîye dinyayê. Navê dîya xwe Cemîle ye û ji Cemîlê, bi Selim û Salih ve sê bira ne. Xêncî wan, ji jinbava wî jî şeş bira û sê xwûşk hene.

Malbat di sala 1943’an de bar dike tê Cemalverdîyê ku gundekî Seregola İntabê ye. Şakiro heft salî ye. Li wir di gelek dîwan û cumeaetan de rastî şevbihurka û dengbêjan tê. Ev gelek bala wî dikşîne û mêl dide wan. Yên di Seregolan de herî naskirî Bedîhê Kor e. Bedîhê Kor, ji Cemalverdîyê ye û di heman demê de şagirtê Evdalê Zeynikê ye. Wek tê zanîn Evdalê Zeynikê jî xelkê Cemalverdîyê ye û heta sî salîya xwe li Cemalverdîyê maye. Berîya ku diçe digîhîje Surmelîyê Memed Paşa, dengbêjê Hesen Begê bavê Elmecîd Beg bûye. Ji ber ku piştî waxta dibe dengbêjê Surmelî Memed Paşa, ji Cemalvedîyê bar dike diçe cem Paşê.

Bedîhê Kor gelek kilam û meqam ji Evdal hildaye û pìştî mirina Evdal bi giştî kilamên Evdal bi saya çend kesên kêm yên wek Reso, Ferzê, Bedîh û Şeroyê Biro gihîştine guhdaran.

Şakiro jî hê di wan salîyên xwe de mêla xwe dide ser kilaman û digihîje Bedîh. Ji Bedîh hînî kilam û meqaman dibe. Bedîh jî Şakiro diecibîne û bi xwe re li dewat û dîwana digerîne. Her wiha Şakiro li gund û devûdorên İntabê de hêdî hêdî deng dide û tê naskirin. Bi vî awayî dengbêjîya Şakiro di deh, danzdeh salîya xwe de li Seregolê, li cem Bedîhê Kor destpê dike.

Di sala 1951’an de, di panzdeh salîya xwe de, cînara xwe Dîlber direvîne û pê re dizewice. Sê sal piştî zewacê malbat ji Cemalverdîyê bar dike, diçe Qazbêl ku gundekî Qereyazî’yê ye.

Malbat, hema bêje malbateke koçer e, gelek koç dikin. Di sala 1960’an de vê carê berê xwe didin Edenê. Li wir qedera şeş salan ancax dimînin. Tên Mûşê, li wir jî salekê dimînin.

 

Piştî Mûşê malbat cihê dibe, dibe du benda. Zarên Cemîlê Selîm, Salih û Şakir dîsa vedigerine Qereyazî’yê. Bedîh û zarên xwe yên din diçin Navikê ku gundekî Agirî’yê ye.

Divê ez bal bikşînim ku di gelek çavkanîyan de, gelek kesên lêkolîner, piştî Mûşê, Şakiro jî dişînine Navikê. Lê ne rast e, Şakiro, hebe tunebe ancax bi mêvantî çûye Navikê, tu car li wir cî û war nebûye.

Şakiro, li Qereyazîyê zewaca xwe yê duyem bi Serayê re dike. Seraye, jineke bî bûye û li Bulanixê ebe (pîrik) bûye. Jixwe çend sal piştî Serayê, wê ji Edenê Xanim birevîne û pê re zewaca sêyemîn bike.

Piştî demek dirêj ku li Qereyazîyê dimîne, di 1989’an de koçî Îzmir’ê dike û li wir di sala 1996’an de wefat dike.

Ji her sê jinên wî yek zar dibin; ji Dîlber Favzî dibe û di sala 2006’an de li Îzmir’ê wefat dike. Metîn ji Serayê, Ümît jî ji Xanimê dibin û niha herd bira jî li Almanya’yê dijîn.

 

Şagirtî û têkilîya bi Reso re

Şakiro şagirtê kê ye? Wekî ku em di gelek çavkanîyan û di ray û bawerîyên gelek kesan de rast tên ku dibên Sakiro şagirtê Reso ye. Dibe jî, dibe hinek kilam û meqam ji Reso hildabe, mumkun e, jiber ku Reso gelek jê mezintir e.

Lê tiştek wiha jî heye: Gelek kesên İntabê, bi taybetî kalên ehlîyên gundên Seregolan dibêjin ku Şakiro deh, danzdeh salîya xwe de dest bi gotinê kirîye û li cem Bedîhê Kor gihîştîye. Heta hîjdeh salîya xwe li cem Bedîh maye. Gava ku koç dikin diçin Qereyazîyê, Şakir idî wek dengbêjek sivik li İntabê hatîye naskirin. Ger em gotinên gundîyan rast qebûl bikin, belê, Şakiro şerbeta dengbêjîyê yekem car ji tasa Bedîhê Kor vexwarîye, ne ya Reso. Jiber ku Şakiro di wan salan de li Cemalverdîyê ye û hê haya wî û Reso ji hev tunene.

Muhtemel e ku têkilîya wî bi Reso re piştî koçê çê bibe. Ji ber ku Reso jî li gundê Gopala ye ku di heman heremê da ne. Tê gotin ku hevnasîya Reso û Şakiro li dewat û dîwanên şevbihurkên wê heremê de çebûye. Wan sala Şakiro sivik e, nêzî bîst salên xwe ye. Lê tê dîtin ku dîsa jî dewatkarê şahî û cumaeta ye. Ev jî dide nîşan ku Şakiro hê di wan salên xwe de weke dengbêjek tev li dewat û şevbihurkan bûye. Herwiha Şakiro, berîya ku bi Reso re dikeve têkilîyê, êdî dengbêj e.

Lê kalên heremê digotin, di cumaetan de hetanî ku Reso destûr neda, Şakiro kilam nedigot. Şakiro, her wiha hurmetek mezin pêşkeşî Reso kirîye. Belê, ji hurmeta xwe, Reso wek mamostayê xwe qebûl kirîye.

Herdik jî xweşmêr bûne, lê çawa ku Şêx Silê ji Evdal re gotî ye: Haza ku şaîrin, dengbêjin, xweş dengbêjin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev