Bi Mîrza Metînî re li ser şanoyê çend gotin

Bi Mîrza Metînî re li ser şanoyê çend gotin

Mela Mihyedîn

 

Gotinek wiha hebû: “Huner karê Arîstokrat û elîta ye.” Bi rastî jî wexta meriv li dîrokê dinêre hunermendên ji nava gel derketî li gorî yên elît pir kêm in û bi piranî karê hunerê di destên dewlemendan de bû. Heta cihekî ez jî li ser wê fikrê bûm lê niha difikirim ku ew fikir di hundirê xwe de şaşîyan dihewîne. Ji bo berê ev fikir rast bû lê di sedsala îroyîn de bi saya kesên ji xwe bawer û hunermendên wêrek huner ji destên wan elîtan derket û berê xwe da nava gel û derdê gel. Yek ji wan hunermendê jêhatî ku bi xebatên xwe, bi terz û estetîka xwe Mîrza Metîn e. Me xwest em wî ji nêz ve nas bikin û wî bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

 

Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Mîrza Metîn kî ye?

Ji salekê zêdetir e ez li Almanyayê dijîm û tevî şanoyeka Almana wek nivîskar dixebitim û her wiha min ofîsa Şermola Performans jî li vir ava kir.Li vir hema bêje her roj heman pirsê ji xwe dikim. “Ez kî me?”Ev pirs, dema tu ji welatê xwe dûr bî her tim di hişê te de ye. Bersiva vê jîpir caran ne hêsan e. Ez li Stembolê mezin bûm. Di 1983an de em ji gundekî Qersê derketine. Ez sê salî bûme wê çaxê. Di 1994an de dema min dest bi Navenda Çanda Mezopotamyayê kir û li wir min dest bi hînbûna çanda xwe û zimanê dayîka xwe ku dê û bavê min ez hîn nekiribûm kir, cara ewil min ji xwe pirsî, “ez kî me?”. Di 2003an de dema ez tevî hevalên xwe ji NÇM veqetîyam dîsa min heman pirsî ji xwe kir, “ez kî me?” Dema ez ji Şanoya Seyrî Mesel veqetiyam min tevî hevalên xwe Şermola Performans ava kir, heman pirs di hişê min de bû, “ez kî me?”. Her dema ku guhartinên civakî çêdibin an jî li welatekî rewşa kurdan diguhere an jî ez dest bi nivîsandina lîstikekê yan jî afirandina sehneyekê dikim heman pirs di ber guhê min re derbas dibe, “Tu kî yî?”. Û her carê ku ez hewl didim ku vê pirsê bibersivînim ji sê saliya xwe dest pê dikim. Yekemîn û yekane hevoka min ya kurmancî ku ji zaroktîya min maye, wek xewnek di hişê min de olan dide tînim bîra xwe. Deng wenda nabin. Ew deng di jîyana min de mîna eksenek e, mîna dara destarek e. Gava hesta wendabûnê bi min re çêdibe ez dara destarê xwe ango zaroktîya xwe tînim bîra xwe. Dibe ku ev behsa min mîna tişteke romantîk were famkirin, lê ji bomin ne tiştekeromantîk e, tiştek heyatî ye.

Axirî, bi kurt û kurmancî û rûxarkî ez nîvkurdek, nivîskarek û şanogerekî ku bi rîya hunerê li xwe digerê me. Min perwerdehîya xwe ya lîstikvanîyê li NÇM temam kir. Bi qasî sê salan min li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê reqs û mûzîk xwend û dû re jî min li Zanîngeha Stembolê beşa Dramaturgî û Rexnegirîya Şanoyê kuta kir û ez li wir li ser şanonûsîyê hûr bûm.Wan perwerdehîyan, pirsên min hê zêde kirin ku ez nikaribim li xwe bibînim.

 

 

Evîna şanoyê kengî li te peyda bû û te çawa biryar da tu yê bikeve ser şopa vê evînê? Kî di vê rê de ji te re bû rêber û alîkar?

A rast şano ji bo min ne evînek e. Belkî azwerî ye lê ne evîn. Helbet min jî di destpêkê de wiha binav dikir. Lê piştî demekê min fam kir ku binavkirineka wiha tenê romantîzm e. Romantîzm pirî caran hunerê derdixe asteka pîroz. Û tiştên pîroz, ji matematik û mantiqê hez nakin. Lêbelê şano heta astekê bi matematîkê xwe saz dike. Bi min huner ne tiştekî pîroz e. Şano bi awayekê tesadûfî hat ser jîyana min rûnişt û ranebû û bû pîşeya min. Di civakên mîna kurdan ku nû pêşdikevin de huner wek pîşeyekê nayê dîtin. Li gorî me huner yan amûreka sîyasî ye yan jî hobîyeke ku herkes dikare bike ye.

Îja werim ser meseleya vê tesadûfê. 1994 bû, her dawîya heftê min du xwişkên xwe dibir NÇMya Stenbolê. Her du xwişkên min jî di koroya zarokan de bûn. Li wir mamoste Şevîn hebû. Rojekê ji min pirsî got: “Tu çima nayê nakevî dersan?” Min got: “Nizanim”. Got: “Îro şûn da tu jî dikevî dersan. Koma ciwanan heye, dersên mîna şano û mûzîk û reqsên gelerî û zimanê kurdî hene, tê hez bikî”. Min deng nekir û min destpêkir. 14 salî bûm. Kurmancîya min jî qet tunebû. Cara yekem min li wir dersa kurmancî dît. Lê heya 21 salîya xwe min nedikarî kurmancî xeberbida. Ji bo min kurmancî tenê zimanê şanoyê bû û gava hewce dibû ku ez rolekî bilîzim min gotinên xwe jiber dikir. Lê telaffuza min pir xerap bû. Hêca jî zimanê xwe hîn dibim. Axirî, piştî salekê dema perwerdehîya me gihişt astekê, mamosteyên me me bi sertîfîkayekê mezûn kirin û gotin “ji we her yek dikareji xwe re ji wan beşên ku we perwerdehî dîtiye hilbijêre û perwerdehîya xwe li ser wê hunerê kûr bike”. Ne şaş bim sertîfîkaya min hê jî li mala dê û bavê min disekine. Wê çaxê min şano hilbijartibû. Dû re min ji lîstikvan û derhênerên Teatra Jiyana Nû gelek ders girtin. Erdal Cevîz, Kemal Orgun, Kemal Ulusoy, Yildiz Gultekîn, Samye Tunç, Nîhat Oz, Murat Batgî, Muhlîs Asan hinek ji wan navan bûn. Di nava wan de herî zêde tesîra mamoste Erdal li ser min çêbûbû. Min li wir bi salan perwerdehîya lîstikvanîyê dît û di lîstikan de lîst.

 

 

Di damezrandina Şermola Performansê de tu cihekî qewîn digrî. Tu ji me re dikarî behsa avakirina sazîya Şermola Performansê bikî?

Di destpêkê de me navê koma xwe danîbû Destar Theatre (2008). Piştî ku me mekana xwe vekir (2010), di nav salan de navê mekana me zêdetir derket pêş. Navê mekana me jî Şermola Performans bû. Piştî demekê me dît ku dunav serê temaşevanan tevlîhev dike, me dev ji navê Destar berda û me bi navê Şermola Performans berdewam kir. Di 2008an de ez û Berfîn (Zenderlîoglû) me dest bi xebateke nû kiribû. Çi bû xebata me? Zêdetir xwendin, fikirîn, lêkolîn û afirandin bû. Mijarên me yên sereke êdî ne nasname û ziman û çand bû. Jixwe ev hesasîyet ji berê de di me de hebû. Mijarê sereke êdî pîşe bû ji bo me. Fikra me ev bû: Hostatîya pîşeyê çiqas xurt be hesasîyetên mîna nasname, çand û ziman jî ewqas xurt derdikeve pêş. A din jî me dixwest bi awayeke profesyonelî karê xwe bimeşînin. Yanê me dixwest bi rîya şanoyê debara xwe jî bikin. Gelek asteng û kêmasî li ber me hebûn lê heta astekê em serkeftî jî bûn. Şermola Performans cihê xeyalkirinê û fikira firandinê ye û her sal xeyal û fikrên me gav bi gav bi ruh dibin. Helbet gelek hevkar û hevalên me hene ku ked û hêz dane wan xeyalên me. Di şanoyê de ji xeynî nivîsandînê tu tişt bi tenê nabe. Hertim hevkarî û havaltî divê. Heger tu tenêbi bimînî tu nikarî. Spas ji bo hevkar û hevalan ku heta vî çaxî Şermola Performans tenê nehîştin. Min dil hebû hemû navan bijmêrim lê bi rastî jî gelek in û rûpel têrî nake.  

Di lîstikên xwe de bêhtir ji kîjan ekolên şanoyê feyz digrî?

Ez li ser vebêjîyê û şanoya fîzîkî dixebitim. Kîjan ekol, kîjan feylesofî, kîjan forma gelerî ku fikir dide min, ez ji wan hemûyan feyz digirim.

 

Bêhtir kîjan şanoger û nivîskar li te bandor kirine?

Ji şanoya Kurdî bandor û keda Erdal Cevîz li ser min gelek e. Ji şanoya cîhanê jî gelek kes hene ku bandor li min kirine, lê bi taybetî ez bala xwe didim xebatên şanogerên mîna Jerzy Grotowskî, Antonîn Artaud, Eugenî Barba, Pîna Bousch, Vsevolod Meyerhold, Tadashî Suzkî û Rîchard Schechner. Ji alîyê din jî feylesofên mîna Arîsto, Platon, Gîle Deleuze, Mîchel Foucoult, Jacques Rancîere, Johan Huîzînga, Franz Fanon, Daryush Shayegan, Jon Berger, Zygmunt Bauman, Georg Lukacs, Alaîn Badîou, Byung-Chul Han, Agamben bala min dikişine û bandora wan li ser xebatên min hene. Lîste hê dirêj e. Lê ev navan îro di rojeva min de ne.

 

Dema tu lîstikên xwe dinivîsî bêhtir ji kîjan behra kurdî (çîrok, stran, dîrok, destan û hwd.) feyzê digrî?

Dikarim vê bêjim, bi ya min nivîskarîya şanoyê sedî 60-70 karekî teknîkêye. Bi salane ji bo ku wan teknîkan hîn bibim û bikaribim bi hêsanî bikarbînim dixebitim, hêca jî hîn dibim û dixebitim. Di xebata min de helbet behra kurdî xwedî cihekî taybet e. Hemû cûreyên edebîyata devkî her tim di rojeva min de ye. Ji wê derê yan feyz digirim yan jî di nav strukturekê de bikartînim. Wek mînak, vê dawîyê min bi navê Antî-Kilama Têlîyê lîstikek nivîsî. Min ji kilama Têlîyê ku gelek dengbêj strîyaye feyz girt û min teksteke arkaîk û performatîf nivîsî û tekst çîroka jineka jinhez (lezbîyen) ji xwe re dike mijar.

 

Di nava lîstikên herî baş yên 2011an de lîstika te ya bi navê “Dîsko 5 No’lu” (Dîsko No 5) hebû. Ev lîstika te li gelek cihan bû xwedî xelat. Ev yek ji bo şanoya kurdî gavek xurt bû. Tu dikarî ji me re qala çîroka vê xebatê bikî?

Destpêka 2011ê bû gava min dest bi nivîsîna Dîsko 5 No´lu kir. Nav bi Tirkî ye lê naverok bi Kurdî ye. Min bi zanistî nav bi tirkî danî. Maneya esil ya Dîsko, Qawişa Dîsîplînê ye. Yanê odeya îşkenceyê. Dîsko termekî leşkerî ye. Kesên ku leşkerî kiribin tev vê dizanin. Lê kesên ku vê tiştê nizanibin wisa fam dikin ku Dîsko cihê reqsê ye. Min xwest ku vê îroniyê bikarbînim. Piştî gelek lêkolîn û xwendin û xebatan min tekst qedand. Berfîn derhênerî kir. Min jî lîstikvanî dikir. Jixwe ji bo ku ez bilîzim min ev nivîsandibû. Lê di rê de problemek derket. Berî vê bi çar salan ez hîç derneketibûm ser sehnê. Min tenê nivîskarî û derhênerî kiribû û min perwerdehîya lîstikvanîyê dida. Gava min destbi xebata rolê kir ez û Berfîn em şaş man. Min nedikarî bilîsta. Hemû qabilîyetên min jimin revîya bûn. Me bi Berfîn re gelek şer jî kir. Min dev ji lîstikê jî berdida filan bêvan. Axirî, di ber me de festîvalek hebû û dîrokek hebû. Piştî du-sê heftîyan li Festîvala Navnetewî ya Enqerê promîyera me hebû. Piştî şer û pevçûn û zehmetîyan û tevî sebra Berfîn û hevalan ez dîsa germ bûm û em çûn festîvalê û me promîyerek xweş derbas kir. Dû re jî ji xwe gelek kes dizane çîroka lîstikê. Lîstik hê jî berdewam dike. Bû heşt sal.

Di şanoya me de lîstikvanî girîng e. Dû re jî rejî û tekst. Lîstikvanî xurt be hewcedarîya zêde bi kostum û dekor û alavên din tune ye. Lîstikvanî xurt be tu dikarî bi pereyên pir piçûk produksîyonan çêbikî. Rejî ango derhênerî xurt be dikare ji bo ku lîstikvan xurt bilîze rê û rêbazan bibîne. Û heger çîrok/tekst xurt be dikare deng, hilm, hest, beden û mêjîyê lîstikvanê bimeyîne. Alavên din di sahneya me de alîkar in. Her tişt ji bo serkeftin û xurtîya lîstikvanê heye. Ev hunerek zehmet e. Ji ber ku divê derhêner û afirînerên din hunereka zirav biafirînin ku zêde xuya nebin û nekevin pêşîya lîstikvanan.

Ev rêbaz di lîstika me ya Reşê Şevê de derketibû holê. Li gorî vê rêbazê lîstikvan û çîrok derbasî nav hev dibin. Lîstikvan dibe neqildarek û vebêjek. Ji pencereya karekterê neqil dike û ji pencereya xwe jî vedibêje. Pencere, pêncerê ye, yanî di nav çar dîwaran de cihê gihîştina vebêj û temaşevanan e. Û ev pêncerê divê bi awayekî organîk were saz kirin. Me xwestem karê xwe li ser vê rêbazê kûr bikin. Dû re me di Dîsko 5 No´luû lîstika Di Tuwaletê De ku Rênas Jîyan nivîsî bû de jî heman rêbazî dabû pêşîya xwe. Her sê lîstik jî bi rastî elaqeyeka mezin dît. Lê heger lîstikvan serkeftina xwe par neke ev nîşan dide ku hêca nebûye lîstikvan. Mesele ne tenê xurtbûna lîstikvanîyê ye, di heman demî de edaba şanoyê jî pêwîst e. Serkeftina esil hevkarî û edab û prensîp e. Piştî ku Di Tuwaletê De “serkeftî” bû û lîstikvan sê heb xelat girtin tevgera wî bi me re guherî. Heger îro hevpeyvîn û danasîn û biyografîya wê lîstikvanê binêrî tu nikaribî fam bikî nivîskar û derhêner û çêkerên lîstikê kî ne.Nikaribî fam bikî li ku derê perwerdehî dîtîye. Tu dibê qey qet nebûye şagirt û lîstikvanême û bi tena serê xwe solo performansek bi navê Di Tuwaletê De çêkirîye û li ser şanoya fîzîkî hûr bûye û xelatan stendîye. Helbet herkes şaşîyan dike. Şaşî nebe rastî xuya nabe.

Axirî, êdî di destê me de rê û rêbazeka neqilkirinê û vegotinê ango lîstik çêkirinê heye û em dibînin ku temaşevan pir bala xwe dide ji vê rêbazê re. Dîsko 5 No´lu ji bo me bû laboratuvarek. Gelek tişt hînî me kir. Me mezin kir. Reşê Şevê rêya Dîsko 5 No´lu vekir, Dîsko 5 No´lu rêya Di Tuwaletê De vekir, Di Tuwaletê jî rêya Antî-Klama Têlîyê vekir. Hêvîdar im Antî-Klama Têlîyê jî serkeftî bibe. Hemû girêdayî hev in. Me Dîsko 5 No´lu tevî jorenivîsa Tirkî û Ingîlîzî dilîst. Ji kurdan zêdetir bîyanî dihatin. Ji alî mijarê ve, tarza lîstikvanîyê û derhênerîyê ve pir bal kişand. Heşt sal in berdewam dike û dora 225 caran derket pêş temaşevanan. Hêca jî temaşevanên lîstikê hene. Niha li Almanya tevî jorenivîsa Almanî berdewam dike. A rast, motîvasyon û kelecanîya min î ser lîstikvanîyê êdî nema, lê ez dîsa jî bi zorê xwe motîve dikim û dilîzim. Qeweta min jî ne wek berê ye ya soxî. Kesên ku temaşekirine dizanin, ji ber ku lîstik efor û kondîsyoneka pir bilind dixwaze. 31 salî bûm dema min destpêkir. Her sal dibêjim ezê bi dawî bikim lê lîstik min bernade. Ka em binerin çawa dibe.

 

Di nava lîstikên te de ya bêhtir bala min kişandî lîstika “Cerb” bû û Cerb lîstikek bêpeyvîn bû. Sedema bêpeyvîna vê lîstikê çi bû gelo? Bi te şanoya bipeyv an jî şanoya bêpeyv bêhtir xwedî bandor e?

Çend tişt hene ku min difikirînin û ji bo ku ez lîstikên bêpeyvîn çêbikim îlham didin min. Ji van tiştan yek ev bû: 2010 bû min lîstika Cerb çêkir. Min dixwest tesîra mamoste Erdal ji ser xwe bavêjim. Momoste Erdal ji bo min wek bavek bû û êdî min dixwest bibim kurê xwe. Wekî Antonîn Artoud negotî “Ez, Antonîn Artoud, kurê xwe me, bavê xwe, dîya xwe û xweyê bi xwe me”.

A din; berîya peyvê hereket hebû. Mesela kesekê ji te bixeyîde peyv ne hewce ye ku tu wê fam bikî. Tu wê fam dikî. Tevgereka wê heyeli hemberî te. Zimanê bedenê pir bala min dikşîne. Zimanê ku însan dipeyîvin tiştekî îcad kirî ye û hin caran têrî însanan, têrî îfadeya hin kiryarîyan nake. Heger tu zimanê xwe bikarneyînî tê ji bîr bikî. Lê beden ne wiha ye. Beden xwedî hafizayek xurt e, xwedî dîrok e, kiryarîyên bav û kalan di nav can û bedena me de ne. Tinginîya dengê jîyana wan di nav hestîyên me de digere, di xwîna me de dikele.

Tiştê din; bi salan e ez li ser şanoya fîzîkî dixebitim. Helbet bi peyvan jî dikare şanoya fîzîkî çêbike. Ji xwe şano tiştekî fîzîkî ye. Tiştê ku ez dixazim bibêjim ev e: Ez hewl didim ku xeteke organîk di navbera lîstikvan û temaşevanan de saz bikim. Wexta ku lîstikvan hereketek bike ango peyvek bibêje divê ev ne tenê hereketek an jî peyvek be. Divê lîstikvan bayê hereketên xwe ango tinginîya peyvan bavêje alîyê temaşevanan û divê temaşevan wê ba û tinginîyê di laşe xwe de hîs bike. Heger lîstikvanek û derhênerek bi hevkarîyeka xurt bikaribin di nav hafizaya bedena temaşevanan de cihek bigirin ev ji bo min asteka serkeftinêye.

Ji ber sedemên wiha ez li ser şanoya bêpeyv jî dixebitîm.Di 2017an de min dîsa bi navê Panoptîcon lîstikekê wiha bêpeyv çêkiribû. Ev jî promîyera wê li Festîvala Şanoyê ya Stenbolê pêk hatibû. Di Cerbê de lîstikvan alaylî bûn, di Panoptîconê de lîstikvan mektebî bûn. Her du xebat jî ceribandinên balkêş û cûda bûn ji bo min.

 

Hem di damezrandina Şermola Performansê de û hem jî di lîstika Reşê Şevê de keda Berfîn Zenderlîoglu zêde ye. Tu dikarî ji me re behsa van xebatên we yên hevpar bikî?

Ez û Berfîn ji destpêka Şermola Performansê vir ve şirîk in. Helbet şirîkatî tenê navek e. Em bi hev re xeyal dikin, bi hev re serkeftî dibin, bi hev re sernekeftî dibin, bi hev re dikenin an jî digirîn, bi hev re hêrs dibin bi hev re şer dikin; em dostê hev yê baş in. Bi salan e di zehmetî û nebaşîyan de jî di rihetî û başîyan de jî em hevdu digirin. Di navbera me de tekîlîyeke xurt ya hunerî heye, tekilîya me him rexnedar e him berhemdar e.

Em du rêvebirên Şermola Performansê ne.Em bihev re hemû biryaran didin. Niha ev li Stenbolê karê Şermola Performansê dimeşîne, ez jî li Almanya karê Şermola Perfornasê dimeşînim.

 

Kurd qîymetê didin şanoya kurdî?

Pêşî divê şanoger qîymetê bidin xwe û karên xwe ango karên hevdû. Dû re helbet zemanekê were û xelk jî dê qîmetê bidin şanoyê. Di kurda de hertişt girêdayî sîyasetyê ye. Herkes, heta piranîya hunermendan jî qîmetê didin îdeolojîyan. Sîyaset û îdeolojîya ku ew diafirîne bi hêvîyekê destpê dike, hêvîyeke xurt saz dike û dû re wek hûtekî hertiştî dixwe. Ez wekî Rancîere difikirim. Mealen wiha dibêje. “Huner çiqas bikaribe ji mûdexaleya sîyasetê dûr bikeve jixwe ewqas sîyasî ye”.Helbet huner bêyî îdeolojî nabe. Lê ne bi îdeolojîya partîyan, divê îdeolojîya xwe biafirîne. Ez qîymetê didim temaşevanan û ji ber wê jî qîymetê didim karê xwe. Sîyaseta rojane gel dejenere dike. Sîyasîyên ku ji hunermendan re rê û rêbazan nîşan didin û nahêlin ku hunermendên serbixwe nêzikî gel bibin ne kêmî dewletekê asîmîlator û dîktator e. Lêbelê dîsa jî gel tiştên baş û serkeftî dibîne û qîymet jî dide. Helbet rêya me hê dûr dirêj e. Pêdivîya me biKurdistanekazad heye. Dewletek û civakek tenê bi sîyasetê û bi sîlehê ava nabe. Feylesofek gotibû: “Exlaqê herî baş afirandine”. Bi min azadîya Kurdistanê zêdetir girêdayî afirandina estetîkekê ye. Çî ye estetîk? Kurdistan estetîk e. Lê estetîkeka çawa ye? Ev pirs bi sedan salan e li ber me ye. Herkes dikare cûda binirxîne û hemû jî li gorî xwe dibe ku rast bin.Lê di dawîyê de xebateka estetîkî di heman demî de harmonî û aheng e; festîval e, karnaval e, lîstik e. Wekî Johan Huîzînga negotî: “Lîstik çalakîyeka azad e”. Li gorî Huîzînga lîstik kiryariyeka bingehîn ya mirovan e. Kurd dilîzin jî. Bêyî reqasan rojek jî derbas nakin. Mirin jî be şahî jî be protesto jî be dilîzin û direqisin. Bi jîyanê re, bi mirinê re, bi dewletan re tim dilîzin. Kurd reqaswan û lîstikvanên agirê ne. Ev dîyar dike ku kurd bi awayekî prîmîtîf qîymetê didin lîstin û reqasê. Şano tiştekê modern e, nû ye; tişteke rojavayî ye û di kurdan de piştî qedexekirina çand û ziman û festîvalan destpê kirîye, li gorî lêkolîner Hewramî. Wext lazim e ku gel hîn bibe û qîymetê bide. Ji ber wê jî, wekî min got, pêşî divê şanoger qîymetê bidin karê xwe. Rêya me dirêj e.

 

Şanoya kurdî li gorî şanoya cîhanê di çi rewş û di çi astê de ye?

Şanoya cîhanê 2500 salî ye. Şanoya Kurdî ku li Tirkîye û li Kurdistana Bakur tê çêkirin 28 salî ye. Ku em dîroka şanoya kurdî ya nivîskî binêrin bi temamî em dikarin bêjin sed û bîst salî ye lê bi dehan caran ji ber sedemên sîyasî sekinîye û navber daye. De were bifikire. Tu xwedî Kurdistanek azad an jî xwedî piştgirên saxlem nebî şanoya te jî bi hêsanî nikare bigihêje asta şanoya cîhanê.  

Ji bo şanoya kurdî pêş bikeve çi pêwîst e?

A rast ez nizanim şanoya Kurdî çawa pêş bikeve. Naxwazim gotinên mezin jî bikim. Tiştê ku ez dizanim ev e: Divê ez di heftekê de herî kêm sê-çar pirtûkan bixwînim, roje herî kêm 6 saetan li ser karê xwe bixebitim û divê ji xwe re rêyeka estetîkî biafirînim ku bi rêya şanoyê çîrokan vebêjim. Ez nivîskarek im. Ji bo ku estetîka xwe pêşve bixim ev tişt pêwîst in. Ji alî din jî divê ez derfetan bibînim ku lîstikên xwe raxim ser dikê. Li tu deverî derfet tune ye. Divê ez zorê bidim xwe û derfetekê bibînim an jî biafirînim. Heger tu derfet nebînim, dibêm derfet ez im. Ji alî din jî hevkarîyên navnetewî çêdikim. Di vê astê de pêdivîya min bi Kurdistaneka azad çêdibe, lê Kurdistaneka wiha qet xuya nabe. Wê çaxê dibêm nexwe Kurdistan ez im, şanoya min Kurdistan e, bajo. Axirî, gotina Antonîn Artoud zêde dikim. Ez Mîrza Metîn, kurê xwe me, bavê xwe, dîya xwe, yê xwe yê bi xwe, derfetê xwe û Kurdistana xwe me.

 

Di navbera şanogerên başûr, bakur, rojava û rojhilat de têkilîyek heye? Şanogerên me bi hev dişêwirin û bi hev re xebatan dikin?

Mixabin tekilîya me bi tu şanogerên Kurd re tune ye, ya rast. An jî pir kêm e. Demekê bi şanogerên Stenbol û Amed û Batmanê re tekilîyên me hebû lê ji ber hin sedemên sîyasî û çandî û rojane ew jî qut bû. Mixabin sedem ne hunerî bû. Meseleya partîzanî jî di navbera me de dibe asteng, mixabin. Helbet kêmasîyên me jî hebûn di vî warî de.Ji çend mehan pê ve hin xeyal û fikrên me gihîştin ji bo ku em tekilîya xwe bi wan şano û şanogeranre xurt bikin. Ku ev fikrû xeyalên me bigihêje astekê û kamil bibe em ê eşkere bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev