Dîroknas û Lêkolînerê kurdê êzdî Dawud Murad Xetarî li ser komkujîya Şengalê diaxive…

Dîroknas û Lêkolînerê kurdê êzdî Dawud Murad Xetarî li ser komkujîya Şengalê diaxive…

Ji bo bibîranîna 5mîn salvegera Komkujiya Şengalê

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 58

 

Dema we bi xêr be guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 58an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê.

Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Li ser komkujîya Şengalê, ku Rêxistina Dewleta Îslamiya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya hov û xwînxwar di 03 Tebaxê 2014an da encam dabû, 5 sal derbas bû, lê birîna Şengalê hê jî qenc nebûye, her diçe zêde dijene.

_

_

Ji bilî ku ew navçe dagir kirin, bi hezaran kes koçber kirin û bi sedan jî qetil kirin, bi hezaran keçên ezdî revandin. Hîn jî çarenivîsa bi hezaran jin û zarok, keç û xortên Êzdî, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin ne diyar e. İro jî bi sedan zarokên Êzdî, ku DAÎŞ ligel xwe biribû, xeber ji wan tuneye. Hejmarek mezin ji penaberan dîsa di rewşeke zor û dijwar da ne, gelek ji wan bê war in. Şengal, ku him di dema jenosîdê, hîm jî dema rizgarkirinê wêran bibû, hê nehatiye avadankirinê. Gelê Şengalê îro jî di bin çadiran da, li kampan da dijî.

Penc salên tije derd, tengasî, xembarî, dilkovanî, koçberî, bêhêvî de êzdîyên Şengalê di nava êşên ji ber karesetên DAIŞ’ê de dijîn û tu caran wan kederan jibîr nakin. Îro jî em dilbirîn in, bi komkujîyên Şengalê diêşin.

Vê rêxistina têrorîst 03.08.2014, li rojeke havînê ye wiha germ, derba here xedar li Ȇzdîxana Şengalê xist.

Ya dilêş ê ew e ku deshilatdarîya Ȋraqê di wê kerasetê da, heta niha jî ne bi leşkerî, ne bi madî xweyî hemwelatiyê xwe yê êzdî derneket. Bi salan e li dijî komkujiyên li hemberî êzidiyan hemû kes bêdeng mabûn.

Bûyara hane trajîk dîyar kir ku, dibê êdî pêwîste li ser madeya 140 î da kûr bifikirin û di wî warî de xebateke mezin dibê bê kirin. Bi dîrokî Şengal perçeyek ji erdê Kurdistanê ye, êzdî jî parek ji gelê kurd in.

Çi pêşmerge, çi şervanên din û kurdên êzîdî bi lehengî û bi mêrxasî ji ber jîyaneka bi rûmet canê xwe feda dikin, lê îro jî ji dervayî sînorê Herêma Kurdistanê ye, îro jî azad nîne, rêxistineke xwînxwar û hov Heşda Şabî li Şengalê desthilatdar in. Eger wisa berdewam be, dê Şengal jî bê êzdî bimîne.

Civaka êzdî niha demeke pir dijwar de dijî, bi mecbȗrî welatê xwe, axa kal û bavan, mal û milkê xwe dihêlin ȗ li temamiya cihanê belav dibin, berbi gelek astengîyên xeribîyê, problêma helandinê ra rû bi rû mane.

Îro, di 5 mîn salvegera komkujiya Şengalê de bernameya Civak û sîyaset xwest zêdetir li ser vê mijarê rawesta bi mehvandariya Dîroknas û Lêkolîner Dawud Murad Xetarî. Birêz Dawud Murad gelek agahiyên balkêş û şirove dane me derbarê fermana Şengalê ya 03.08.2014an da.

Dîroknas û Lêkolînvanê kurdê êzdî Dawud Murad Xetarî, li gel destpê kirina karesata Şingalê ya 03.08.2014ê û heta niha bi awayekî zanistî û berfireh li ser bûyer, cih û qurbaneyên fermanê dest bi komkirina dokumentên jenosida êzdiyan kiriye û dest bi nivîsandinê kirîye. Heta niha Dawud Xetarî 12-13 pirtûk li ser fermana Şengalê amedekirine û çapkirine. Di van pirtûkan de, ku mirov dikare mîna projeyekî bi nav bike, hemû aliyên fermanê hatine belgekirin. Hevdîtin bi hezarên şedeyên fermanê re hatine kirin. Lêkolîner Dawud Murad ku li ser êzidîyan lêkolînan dike, nêzîkî 7 hezar nav û navnîşanên kurdên êzidî tomar kiriye. Hemû belgeyên pêwîst bo nasandina jenosida êzdiyan di pirtûkeke heşt berg de kom kirine û her bergek di navbera 300 heta 500 rûpelan de ye. Herwaha 500 CD yên videoyî yên li ser jenosîda êzdiyan jî berhev kirine. Her weha Dawud Xetarî di warê kar û bar, lêkolîn û analîzekirina Dîrok û Civaka Êzdiyan de, xwedî bi dehan berhemên çapkirî ye.

Em karmendê malpera û Radyoya Ria taza , vî karê han û vê xizmeta bêhampe û hêja ya Kekê Dawud Xetarî di warê nivîsandina dîroka Êzdîyan buha dinirxînin. Me xwest em nasiya we bidin kar û xizmeta lêkolînvanê xwey şureta mezin. Dibê  pêwîste bê zanîn ku karê ewî camêrî kirîye têra karê sedan kesan dike. Me îro cardin komkujiya Şengalê bi dilekî kovan bibîranî. Em bawer in radyohguhdarên delal, îro hûnê sûdek ji sohbeta kekê Dawudê Xetarî werbigirin.

Em spasiya dîrokzan û lekolînerê Êzdîtyê yê rêzdar Dawud Mûrad Xetarî dikin û hîn jî bêtir serketina wî dixwazin!

Birêz Dawudê Xetarî re ji studyo radyoya Ria taza li bajarê Oldenburga Almanyayê em bi radyotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên nivîskar, dîroknas û lêkolîner Dawud Mûrad Xetarî bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev