Giringîya medyaya sosyal

Giringîya medyaya sosyal

Eger bingehê dewletbûna Kurdistanê hevgirtin,

hevhezkirina kurdan û zimanê kurdî be, wê demê di vê

hevpeyvînê da Kurdistaneke biçûk hatîye avakirin.

 

Nivîskarê malpera me ji Kurdistanê bo radyoya kurdî a

Australîyayê  behsa karên kurdên Ermenîstanê, Gurcistanê

û malpera ku navenda wê li Moskvayê ye dike.

 

Ji vê xweştir hevgirtin û yekîtîya kurdan çawa dibe?

 

Welat Agirî, nivîskarê malpera me 

Di vê qirna bîstûyekan da, ji bo me kurda roleke mezin ya medyaya sosyal heye, hema meriv dikare bêje dayîneke Xwedê ye. Heta panzde-bîst sal berê jî, piraniya me kurdên bêmeytev û dibistan ji xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bêpar bûn.

Nivîsandina bi zimanê kurdî li alîkî, min bi saya serê medyaya sosyal du şexsiyetên qenc, zana, ziman_ û miletperwer nas kirin, ku kal û bavên wan bi sedan salan berê ji welêt hatine derxistin.

Yek ji wana Bella Stûrkî ye, ku Bella heta bixwazî xatûneke milethiz, zimanperwer e û xwedî xîret e. Guhdarên wê bixwazin-nexwazin di bin tesîra deng û helwesta wê de dimînin, ku ez jî yek ji wan kesan im. Ger di civata kurd da, xanimên wek Bellayê zêde bûna, niha em jî di qonaxeke din de bûn.

Min dîsa bi alîkarî û piştgiriya kurdekî Ermenîstanê, Têmûrê Xelîl, dest bi nivîsandina bi kurdî kir, ku Têmûrê Xelîl di vî warî de mamoste û rêberê min ê yekem e. Ya balkêş jî ew e, ku kurdekî welêt bi saya medyaya sosyal kurdekî dervayî welêt nas dike û bi rênîşandayîn û alîkariya wî dest bi nivîsandinê dike û malpereke kurdên Sovyetê jî – RIATAZA – wan nivîs û gotaran diweşîne.

Çi bêjim… Mala Xwedê ava. Li vêderê jî dixwazim bêjim erk û wezîfeyeke me heye, ku ew ji bo parastina çand û ziman bikaranîna fersend û îmkanên vê sedsalê ne.

 

 

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev