KANIYA PÊNCÇAVÎ – 30

KANIYA PÊNCÇAVÎ – 30

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

 

G u l d e s t e

 

 

ŞEWUTÎM EZ TU NEŞEWTE 

Hero her bang mi didal’ ser evîna te
Mi çi zanîbû wilo dînê te çewt e
Te kirim nava girê xweke zeba min
Şewutîm ez bêguneh lê tu neşewte
(Qaso)

 

Neçe ber tavê û rojê wa delalê
Bi xwe rojim sincirîme wa şepalê
Ruhê min vadiçê wer ez bendewarim
Per û bask im bo te sehlê tu neşewte
(Tahir)

 

Kul û vîna te li min reng bizirandin
Bizirandin û kezeb wan kizirandin
Mi berê derd û belaj’ te zîvirandin
Nehê min berbibne deh lê tu neşewte
(Arif)

 

Şîrînê nazenînê zermêke wa min
Sî neçakim û ribatim pertewa min
E li bertesî perimdav ne xem in qet
Rekehê dkim war û cih lê tu neşewte
(Mem)

 

Nîne min halevîna te bê çi derd e
Mirî, kuştî û velîzandî di ber de
Nexweşim ez bê çiqas jehrî te da min
Şev û rojan bi qedeh lê tu neşewte
(Soran)

 

Çi bikim ez nikarim sing qefesa xwe
Ne dikarim bisitînim nefesa xwe
Û devêm nagere bêjim tu jî wer be
Li dinê da mi dojeh lê tu neşewte
(Qaso)

 

Amed, Dîlok, Qonya, Stembol

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev