Şengal û Kobanî

Şengal û Kobanî

Nivîskarê xwedîyê qelema adan derdê miletê xwe dilorîne-dilûbîne…

Hûn li ber deriyê Laleşê bibin qurbanî

Li derdawikên qêrînên Kobanê bibin berate

Enwer Karahan

Nalet bê li te û şaşika te
Li tizbî û destmêja te
Li selawat û qibleya te
Heşayî dilsozên xwediyê baweriya pakrewan
Xwîna te û sed bavên te li eniya wan zarokan keve
Ayê wan ê ji te re nemîne
Ew jinên bi guliyên xwe ve hatin daliqandin
Dê te di nifirên xwe de bixeniqînin

Tu û naxira wan berazan
Û sed û pêncî nêriyên ulorî
Hûn li ber deriyê Laleşê bibin qurbanî
Li derdawikên qêrînên Kobanê bibin berate
Têra heyfa yek gulîsorekê nake
Ya ya gidî hovên devgenî,
Teva darikê miswekê,
Kiras û derpiyên sipî
Ew ê bi kefenê we be
Hûn ê bibin qurban sed hezar carî
Teres in hûn lawên teresan

Hûn ê herin û bicehemin ji ser vê axê
We nahebîne ev çol û çiya
Qirêja we naşo pakbûna kanî û delavan
Dengê azana şirîf di guhên me de ma
Ji sed salan û vir de
Ew xwîna li destê we
Dê bibe delîlê li ser rêya cehenemeya we
Zarokên vê axê dê we paşpaşkî li kerê bikin
Bila ev ji we û xwediyên we re sitî-sened be
Hûn ê ciyê revê nebînin
Welew ku hûn di bin dawa dêya xwe kevin

Heger ji we bikujin sed hezarî jî
Nake xwîna yek tifalî
Ne li Şengalê û ne jî li Kobanîyê
Bila ev jî ders be ji me re
Teva hemû werd û selewatên derewîn
Bawerî pê anî vî qewmî
Eşiheda xwa anî bi salan
Me ço li serê xwe xeritand,
Mîna cahil û serkoran
Ji tekbîr û selewatê texsîrî nekir, me
Destên xwe ber bi Xwedayî ve kir
Bi baweriya yek ometê
Me jî doza wê yekê kir wek xelkê
Bîstûdu dewletên ereban
Teva yên fariz û tirkan
Ma kufirî ye ji bo kurdan?
Heger perçeyek erdê me jî hebe

Lê qet meraqan neke
Ev milet rabû ye ser lingan
Ya bi Quranê û yan bi Mishefê
Sonda me bi qesemê
Em ê bînin dewletê
De yan îroj û yan jî sibehê
Heta ku di ber xwe de bide ahlên Kobanê û Şengalê.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev