5 sal bi ser Komkujiya Şengalê da derbas bûn

5 sal bi ser Komkujiya Şengalê da derbas bûn

Ji ber hebûna hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)

 ku ser bi PKKê va ye û Heşdî Şabî rewşa emnî li Şengalê cî gir nebûye

û xelkê Şengalê ji xizmetguzariyan bêpar dimînin.

 

BasNews –  Rêxistina terorê DAIŞê di beriya bi pênç salan 03.08. 2014an da êrîşî Şengalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jinên kurdên êzdî hatibûn kuştin û 200 hezar kurdên êzdî  ji Şengalê derketibûn û bibûn penaber.  5 sal bi ser komkujiya Şengalê da derbas bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Şengalê” nas kir.

Rêxistina îslama tûndrew ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku armanca wê ya serekî têkbirina proseya serbixwebûna Herêma Kurdistanê û destkeftên Herêma Kurdistanê bû ji aliyê hin dewletan va bi ser Herêma Kurdistanê da hatibû şandin. DAIŞê di 03-08- 2019an da êrîşî Şengalê kir û bi 5 hezar kurdên êzdî kuştin û revandin. Herwiha zêdetir ji 200 hezar kurdên êzdî penaber bûn û li kampên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi cî bibûn.

Rêxistina terorê DAIŞê ya ku piştî dagirkirina Mûsil û gelek deverên din ê yê Iraqê çekên giran yên Amerîkayê bi dest xistibûn êrîşên xwe li dijî Herêma Kurdistanê berfirehtir kiribûn. Bi piştevaniya hin erebên li herêmê DAIŞ ji bilî Şengalê li deverên weke Rebîa, Wankê Sinûnê,Zûmarê bi cî bibû.

Serokê Mesûd Barzanî soz da bû kurdên êzdî ku wê rêxsistina terrorîst DAIŞ ji Şengalê bihê derxistin. Bi serfermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Pêşmergeyan dijî DAIŞê rawestiyan û di demeka kurt da karîn ew efsaniya DAIŞê bişkînîn. Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li eniyên weke Kerkûk, Dîcle, Mexmûr û Nînowayê zêdetir ji 700 kîlometreyan şerê DAIŞê kirin.

Herwiha derbeya herî giran di 12ê Mijdara 2015an bi Operasyona Şengalê li dayê jê hate dayîn. Bi serfermandariya Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya hêzêke giran a Pêşmergeyan li dijî DAIŞê operasyon da destpêkirin û di nava çend saetan da DAIŞ bi temamî ji Şengal û dorûbera wê hat derxistin.  Herwiha ligel Şengalê DAIŞê li Zummar, Wankê, Rebîa, Sinûnê, çiyayê Şengalê hatin derxistin.

Herî dawî roja pêncşemê 01- 08- 2019an bi minasebeta 5 saliya Komkujiya Şengalê Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên kurdên êzdî belav kiribû.

 Li gor Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan amar wiha ye:

– Hejmara Êzdiyan li Iraqê: 550 hezar kes in.

– Hejmara êzdiyên ji ber êrîşa DAIŞê koçber bûne: 360 hezar kes in.

– Hejmara şehîdên roja yekem a êrîşa DAIŞê li ser Şengalê: 1293 şehîd in.

– Hejmara zarokên bê bav in: 2745 zarok in.

– Hejmara gorên bikomî yên heta niha aşkere bûne: 80 gorên bikomî ne.

– Hejmara mezargeh û cihên olî yên hatine teqandin: 68 mezargeh in.

– Hejmara kesên koçberî derveyî welat bûne: Zêdetir ji 100 kes kesî tê texmînkirin.

– Hejmara revandiyan: 6417 kes in. JIn û keç: 3548 kes in. MÊr û kur: 2869 kes in.

– Hejmara rizgarbûyên ji destê DAIŞê bi vî awayî ne: Bi giştî: 3509 kes in: Ji wê hejmarê 1192 jin in. 337 mêr in. 1033 zarokên keç in. 947 zarokên kur in.

– Hejmara kesên mane: 2908 kes in. JI Wan 1323 jin in û 1585 kesên bi regeza nêr in.

Piştî 16ê Cotmehê 2017an rêkeftina komeka nava Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li (YNK) ligel milîsên Heşdî Şabî û Bexdayê milîsên Heşdî Şabî Kerkûk, Şengal, Mexmûr û gelek navçeyên din ê Herêma Kurdistanê dagir kirin.

Ji ber hebûna hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku ser bi PKKê va ye û Heşdî Şabî rewşa emnî li Şengalê cî gir nebûye û xelkê Şengalê ji xizmetguzariyan bêpar dimînin. Herwiha ji ber nebûna ewlehî, aramî û xizmetguzariyan bi hezaran kurdên êzdî hîn di kampên penaberan da dijîn û venagerin Şengalê.

 

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/537547?fbclid=IwAR2VQr9lGWLQ8BRz3DHqOUCstQpbYJmABTSorn0Ql9xGqlrvk2hOIIJor2E

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev