Qadir Qaçax: Li Şingalê kî rexne li PKKê bike, dê bê kuştin!

Qadir Qaçax: Li Şingalê kî rexne li PKKê bike, dê bê kuştin!

BasNews – Piştî derbasbûna 5 salan li ser êrîşa DAIŞê, hîn jî kurdên êzdî ji ber PKKê nikarin wegerin ser mal û mulkên xwe û berpirsekî PDKê jî aşkera dike ku ewên ku rexne li PKKê bikin bi gulle tên kuştin.

 

Roja 03.08.2014ê rêxistina terorîst a Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ)ê êrîşî Şingalê kir û bi hezaran kes ji ber wê şehîd bûn û bi hezaran keç, jin û zarok hatin revandin.

PKKê li gel wê êrîşa DAIŞê sûd ji rewşê wergirt û hêzek rêkire Şingalê û ji wê şûnde herçend Pêşmerge sînor ji DAIŞê paqij jî kir, lê PKKê bi alîkariya Heşdî Şeibî ve ew sînor dagir kir.

Vê derbarê de berpirsê baskê Şingalê yê PDKê Qadir Qaçax ji BasNewsê re ragehand, PKK bê ku kes daxwazê jê bike, hate Şingalê û ji bo dest li ser wî sînorî de bigre û qaçaxçîtiyê hat deverê û ti xizmetek bo Şingalê nekiriye.”

Herwaha got, PKK alîkariyê û çek ji Heşdî Şeibî werdigre û astengiyan li pêş hatûçûna hemwelatiyên Şingalê ava dike. Ew kesên ku dengê xwe bikin jî ”Belge li gel me heye ku bi gulle û ji aliyê PKKê ve hatine kuştin.”

Qadir Qaçax got: ”Di dema dengdanê de xelkê deng neda PKKê û yek payeyek jî bidest nexistin, sedî 80 xelkê deng bi îdareya Şingalê re da ku naha ji aliyê PKKê û Heşdî Şeibî ve dest li ser rêveberiyê hatiye danîn.”

Berpirsê PDKê got, PKKê zêdetirî DAIŞê xelkê Şingalê revandiye û bo cîhên dûr veguhestine, ku malbatên xwe nebînin û gelek caran jî destdirêjiyê li ser wan dikin li kampan. Ew nêzîkatî jî hemû sedem in, ku xelkê Şingalê newêre vegere cîhê xwe.

 

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/537669?fbclid=IwAR122Auz7bguZD4QXk-XGYSx6kfC3SynAlHt9tSlN8KXciV0-17e9VwQGdk#.XUVsDzOIh_g.facebook

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev