Serokê Herêma Kurdistanê serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 3ê Tebaxê êvarê li navçeya Şêxan ya Duhokê serdana Mîrê Êzîdiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

 

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi boneya wergirtina erkê mîratiyê dubare pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

 

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha piştgiriya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Êzîdî dubare kir.

 

Mîr Hazim Tehsîn Beg jî kêfxweşiya xwe ji bo serdanê û piştgiriya berdewamiyên Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kurdên Êzîdî nîşan da û hewlên wî yên bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Êzîdî bilind nirxand.

 

Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Mîr Hazim Tehsîn Beg de rewşa giştî ya Kurdên Êzîdî, navçeya Şingalê û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û avakirin û vegerandina aramiyê bo wan navçeyan gotûbêj kirin.

 

http://www.peyamakurd.com/kurmanci/Kurdistan/seroke-herema-kurdistane-serdana-mir-hazim-tehsin-beg-kir?fbclid=IwAR2NAyFFiZT_1qtui3Eib_0fKwVl__QkQRqAPC5Hkemj_xENtfB_kVqn_TU

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev