Mîr Hazim Tehsîn Beg

Mîr Hazim Tehsîn Beg

Nivîseke êzdîyekî binvûdeng bi taybet bo RIATAZA

 

Newaf Mîro

 

Pirsgirêka Mîrê Êzîdiya û Êzîdiya mixabin weke tevna pîrê di nav gel de û ji aliyê hin êzîdiya ve bi awakî ne maqûlane tê bikaranîn. Biçûk kirin û sivik kirina Mîr Hazim, ne tenê erka Mîr û Mîr bi xwe, bi tevayî civak û nirxên êzîdiya sivik û pûç dibe. Helbet gilî û gazinên êzîdiya û daxwazên êzîdiyan ji rêvebir û Mirê Êzîdxanê gelek in û heta radeyekê di cîh de ne. Lê ne sûret binpêkirin, çêr û sivikayî bi Mîr û erka herî bilind ya di nav cîhanê û Êzîdîxanê de. Berî hilbijartin û erkdar kirina Mîr daxwaz, rexne û pêşniyar kirina hin kesa ji bo Mîrîtiyê di cîh de bûn. Lê piştî hilbijartinê divê daxwaz û pêşniyarên Êzîdiya cûda bin.

Ma di destûr û erka Mîr, yan monarşa de, ne divê Mîr ji nav malbatê û ji aliyê malbatê ve were hilbijartin?  Ma ne Mîr Tahsîm bû yê Mîrê nû Hazim kiribû cîgirê xwe?

Ma kengê û li kîjan welatî mîr ji aliyê gel ve tê hilbijartin? Helbet ne ji aliyê partiya ve jî!

Ma kengê Êzîdiya pirsgirêkê xwe bêyî xelkê ne êzîdî çareser kirine? Rast e, di dema fermana Şengalê de, hem nemir Mîr Tahsîm û her weha cîgirê wî yê wê demê Hazim ne çalak bûn. Di qada nevdewletî û di nava êzîdiya de û di nava aware û perîşanê Êzîdî de zêde xuya nebûn.

Rast e, Mîr û civaka wî xwe nekirine rêvebiriyeke siyasî û nûjen. Rast e, bi awakî plan û sazî bi arîşe û nakokiyên nava êzîdiya re mijûl nebûne. Lê ev nayê wê wateyê ku tiştek nekirine. Tiştê kiribin jî ne xuya ye.

 

Daxwazên min ji Mîrê Êzîdiya:

– Çalak kirina Mîrîtiyê û erkên wî

– Têkiliyên nav êzîdiya û yên derveyî êzîdiya bi kesên pispor û şêwirmendên civakî û olî.

– Nûnertiya Mîrê êzîdiya li derveyî welat ji bo kar û barên dîplomatîk.

– Berpirsê ragihandinê

– Nûnertiya taybet ji bo kar û barên Şengalê, ku berpirs ji xelkê Şengalê bi xwe bin.

– Perwerdeya Olî ji bo Oldara û erk kirin û bê erk kirina hin Pîr û Şêxên bê mirîd.

– Rê dayîn, yan vegera olê ji bo keç û xortên ketine çewtiya yan yê zewaca yê ne bi êzîdî re kirine.

– Vekirina mal, yan Dergehên Olî. Çawa xelkê din roja cemayî ebadetê heye divê ya êzîdiya jî

bête saz kirin.

– Nûnertî û saziyeke taybet ji bo êzîdiyên Ewropayê. Helbet baş be ger li her welatê ku êzîdî lê dijîn hebe.

– Fito û xêra êzîdiya ya ku li Ewropa didin Şêx û Pîra divê ji aliyê dezgeha olî Mîrîtiyê ve werin kontrol kirin. Ji ber ku ew xêr nakeve xizmeta civaka êzîdî û nagihijê cîyê pêwîst.

– Sazkirina dezgeheke xêrxwaziyê weke Roja Sor, ku ew karibe bigihe hawara êzîdiya û xelkê

din jî.

– Dezgeheke Rewşenbîrî ku karibe di derheqê dîrok û ola êzîdiya de konferans û çalakiya li dar xe.

– Ketin û derketina Lalişa pîroz ne wûsa bi kesên tasik li ber weke parseka be. Rêyeke nû jê re bête dîtin. Tevî ku ez hê neçûmê mixabin, lê min di dîmena de dîtiye.

 

Meriv dikare hê daxwaza dirêj bike, lê hinek ji van jî bikevin merîyetê û dengê me bigihîje Dîwana Mîr û xizmeta vê civaka fedakar û hejar bibe ezê xwe piçekî bextiyar bibînim.

Bi heviya êzîdî bes sivikatiya bi nirx û berpirsê xwe bikin. Rexne erê. Lê ne çêr, ne êrîş û ne jî dijmintiya kesên xwe bikin. Xirab kirin, hilweşandin û reş kirin hêsan e, lê ava kirin zehmet e. Bi hêviya êzîdî tu car pişta hev bernedin. Mirovên bê qisûr nîn in. Yê bê qisûr Xwedê ye li gorî baweriyê.

 

Qewlê êzîdiya dibêje:

-Em kêm in, Xwedê temam e.

 

Bi ve minasebetê ez Mîr Hazim û dîwana wî pîroz dikim. Başe ku di nav hev de tifiqîn.

 

Qewlê Êzîdîya dibêje: –

Ez çûme Dîwana Îlahî,

Min li wir dît xweşî û şahî

Serê gişkî Tifaq û Tevahî!

 

Êzîdîno bêtifaqî mirin e, ferman e, tunebûn e. Di mirinê de jî ya hev bernedin, we berda Xwedê û Tawisî Melek dê dest ji we berde.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev