Bêtifaqî

Bêtifaqî

Welat Agirî

 

Di nav me kurdan de, gelek êl, eşîr, hizb, partî, bawerî û devok hene. Ev ferq û cudatîyên me tiştên gelek normal in, lewma devîdevî çil mîlon kurd di bin alekê da, nav sînorên dewletekê de, di heman çerx û sîstemê de nemane, tevayî nejîyane.

Em dikarin van cihêtî û cudahîyan di nav welat û miletên din de jî bibînin, le ferqa mezin ya me û wan, zû xapandina kurda ye. Erê em zû tên xapandin, ev rewşa me hezar sal berê jî weha bû, îro jî weha ye.

Hêj beriya destpêkirina Şerê Cîhanê ê yekem, di navbera osmanî û ermeniyan de pirsgirêk hebûn, kom û komikên ermeniyan serî hildabûn. Bi destpêkirina şer re, ermen û kurdên êzdî pişt dan ûris, hinek kurmancên misilman jî (Alayên Hemidiyê) li aliyê osmaniyan ciyê xwe girtin.

Di vî şerî de, kurdên êzdî ji wê qetlîama romê bêpar neman, neçar cîh û warê xwe hîştin, berê xwe dan Rûsîyayê, ku dû ra bû Yekîtîya Sovyet. Wê rojê, hinek kurdên misilman bi zanetî yan jî nezanî alîkariya Dewleta Osmanî kirin, bûn qatilê xûşk û birayên xwe.

Heta vê derê tu gilî û gazinên me nîn in, ku kesek îtiraz jî nake. Lê gotina hinek kurdên êzdî, ku dibêjin “kurda em qirkirin” tu car nayê qebûl kirin, lewma mirov nikare bêbextî û nezaniya sed kesî, hezar kesî, deh hezar kesî têxe stûyê hemû ferdên miletekî.

Îro, qanaleke televizyonê, li Hayistanê gund bi gund digere, bi merivên xwe re (yên xwe kurd hesab nakin) hevpeyvîna dike, ku hemû hevpeyvîn jî li ser ewanî û fitnebaziyê ne. Erê hin kurdan li hemberî ermenan piştgiriya osmaniyan kirin, lê wek me jorê got kes nikare bêbextî û xayintiya wan têxe stuyê me hemû kurdan.

Pirsgirêka me ya sereke ne dîn û bawerî ye. Pirsgirêk bi hêsanî hatina xapandina me ye. Ma qey gelekî zor e, meriv kurda berde hev. Gelo hûn nabihîsin herroj, bo mirîşka, bo kûçika, bo mêrg û zeviya kurd çawa hev qir dikin?

Lêzimekî Şêx Seîd Efendî xiyanet kir, berê wî û çil û şeş hevrêyên wî dan sêpêyan, ma qey ew merivê Şêx Seîd ji dînekî din bû?

Berzenî û Telebeniyan bîst sala xûna hev vexwarin, ma herdu alî jî ne bisilman bûn ?

Ev bi dehan salan e, Qoricî û Gerîla agir li ser pişta hev dadidin, kevir û kuçika bi ser hev da dibarînin qey sedema vê ol û bawerî ye?

Welhasil, rêz û hurmeta me ji wan kesan re heye, kîjan yên xwe wek kurd nabînin, nahesibînin. Lê mezinên me gotine ”rastî mala Xwedê ye” û divê mirov rast be. Bo pêkanîna armanc û mabestên hin kom, komik û partiyan bikaranîna medyayê ya bi vî awayî ne rast e, ji xênjî ziyanê tiştekî ji kesî re nayne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev