Nameyên evînî – 92

Nameyên evînî – 92

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Tu ruhê min î, nizanim ruh li ku ye, tu dilê min î, min dilê xwe ne dîtîye, tu bawerîya min î, ez ji xwe bawer dikim, tu bo min bûyî Xweda, ji ber ku berî te Xwedayê min tunebû.

 

¤¤¤

Ev şîrînîya te ewqas pir e, ku mejûyên min hilnagire. Pirsgirêka min a here mezin heta niha ew e, ku hiş û mejûyê min bawer bikin, ku tu a min î. Ji xwe dil û ruhê min qebûl kirine.

¤¤¤

Na, ezê wê nebînim.
Bawer bike, ku nayê bîra min ku min fikirek wisa di wir da nivîsîye, piştî te min rûpelên wê pirtûkê venekirine. Bawer bike ku eger rojekê bîranînên xwe yên evînîyê binivîsim, wê tevaya nivîsê derheqa te da be. Bawer bike ku ez hîç cara evîna te û wê miqayese nakim. Bawer bike ku ez ji te hez dikim. Bawer bike ku baweriya min tu yî..

 

¤¤¤

Dinya xeyal dike here buhuştê, lê ez û Nura min di zû da li buhuştê ne. Jîyaneke me ya buhuştî heye. Kêmanî tenê ew e, ku di buhuştê da em tenê ne. Hêzên esmanî ji jorê ji me ra gotine:
-Tu kes heq ne kirîye bê li rex we, ji ber ku tu kes wek we hevdu hez nake. Li bendê bin, dema peyda bûn, emê wana jî bişînine cem we.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev