Di “ANABASIS-VEGERA DEHHEZARAN” de KARDÛKHÎ

Di “ANABASIS-VEGERA DEHHEZARAN” de KARDÛKHÎ

Zerdûşt ÖZTÜRK

 

Ksenophon (Xenophon, B.Z. 432 – P.Z. 355): Serleşker, nivîskar û dîrokzanek ji Atînayê ye. Xwendevanê Sokrates e. Eserê xwe yê yekem, ji ber mirina wî yê neheq li ser parastina mamostayê xwe ye. Xêncî wî berhemên wî yên wek Derbarê Tîranî û Perwerdeya Kyros, Hellenika û Dewleta Lakedaimanîyan û çend hebè din hene. Anabasîs-Vegera Dehhezaran berhema herî naskirî ye.

Anabasîs-Vegera Dehhezaran, behsa macerayên eskerên peretî yên Hellenî dike. Eskerên Hellenîyan, eskerên peretîne û ji bo Prensê Persan Kyros diçin ser Artakserkes a II. Armanca Kyros e ku dixwaze iktîdarê bi zor û şer ji birayê xwe Artakserkes a II. bistîne. Anabasîs-Vegera Dehhezaran, serpêhatîyên vê sefera dirêj ya eskerên Hellenî ye. Nivîskarê pirtûkê, Ksenophon e ku bi xwe jî tev li vê sefera dirêj bûye. Ksenophon, serî de wek dîrokzan tev wan dibe, lê piştî ku di şerê bi Artakserkes re, him Prens Kyros, him jî generalên wan têne kuştin, ew jî mecbûr dimîne dibe serleşkerek.

Rêwîtî, B.Z. 400’an de, ji Sardesa Lidyayê destpê dike, diçe ji nêzê Laodîkeîa1 re çemê Menderes derbas dibe, xwe digihîne Kelaînaî’yê2. Ji wir jî diçin Îkonîon’ê3. Li wir sê roj dimînin. Pistî sê roja bi rê dikevin diçin ji ser Kilîkya’yê derbasî Tarsûs û Myrîandrosê dibin. Ji wir derbasî bakûrê Sûrîyeyê dibin. Rêwîtîya çûyînê, ji ber ku beledên baş li cem wan hebûne, bêproblem derbas dibe.

Li Mezopotamyaya Başûr, li bajarê Kûnaksa’yê ku li devê çemè Firatè ye, rastî artèşa Artakserkes tên. Pistî şerekî giran, artêşa Hellena têk diçe, Prens Kyros û genaralên Hellen tên kuştin. Ji artêşê tenê du hezar kes dimînin. Pistî têkçûyînê, wê êdî maceraya vegerê destpê bike.

Di rêya vegerê de Ksenephon êdî serleşker e. Êdî xêncî vegera malên xwe ti armancek wan nîne. Çawa ku Ksenephon salix dide, xelqên wan diwalên ku bi mecbûrî jê derbas dibin, bi çavekî dostanî li wan nenihêrîne. Ji ber vî, rêwitîya vegerê gelek trajîk e.

Em bi saya vegera dehhezaran, bi gelek welatan, gelan, çand û toreyên wan çaxan dihisin. Dehhezarên têkçûyî, bi hevîya ku xwe bigihînin Derya Reş ber bi bakûr bi rê dikevin. Muhremelen ji jora Bexdayê ve xwe dighînin delavê Çemê Tigresê4.

Her wiha xwe di welatê Kardûkhîyan5 de dibînin. Ksenophon wekî qewmek şervan û çîyayî salixê Kardûkhîyan dide. Beşek ji pirtûkê (WÎB r:99)6 wiha ye: ”Kardûkhîyan, xelqek şervan e ku serê xwe li ber qiral daneynîne. Li çîyan de dijîn. Waxtek ji bo ku evî xelqî hêsîr bigrin, qiral artêşek ku hejmera wê sed bîst hezan bûye şandîye ser wan, lê kes ji wan sax xilas nebûye û nezivirîye mala xwe. Kardûkhî her daîm li çîyayan de jîyan saz kirine.”

Belê, Kardûkhî, ji Hellenîyan re gelek astengî derdixin, bi wan re gelek şer dikin û rêwîtîyan wan heft roj dirêj dikin. Ksenophon wiha dinvîse: “Di welatê Kardûkhîyan de, di rêwîtîya heft rojan de her daîm şer çêdibû, zirara ku me ji qiral hilnedabû, hê zêdetir me ji wan hildabû. ” (WÎB r: 109)

Her wiha piştî heft roja xwe didin Çemê Kendritesê7 û ji wir jî dîsa bi zor ú zehmet, bi şer û dew derbasî Armenîa’yê8 dibin. Piştî ku bi silametî ji Armenîa’yê derbas dibin, xwe digihînin delavê Derya Reş. Ji Derya Reş jî bi keştîyan xwe diavêjin Trakyayê.

Ksenophon, her tiştê ku qewimîye di rojnivîska xwe de qeyd kirîye. Cîhên ku jê derbas bûne, zehmetên ku kişandine, nakokîyên di nav serleşkeran û her tiştê ku girîng dîtîye, wek nûçevanek hildaye rojnivîskê. Meriv dikare bêje karê ku kirîye, wek nûçevanîya şer a yekemcar were qebûlkirin.

Anabasîs-Vegera Dehhezaran, romanek dîrokî ye. Di derbarê xelqên Mezopotamya û Enedolê agahdarîyan dide, kurtenotên li ser erdnîgarî, toreyan û mîtîlojîyan dinvîse.

Bi vê hevokê dawîya xwe tîne: “Bi pêşketin û paşketinê ve rê, dusud panzdeh rêya meşê, hezar sed pêncî pênc fersenk û panzdeh meh e.”

Ji romanek pêştatir, qeydek giranbiha ji dîrokê ye. Divê were xwendin.

 

P.S. Di nav metna nivîsê de navên bajara yên antîk, di jêrenotan de jî, navên îro ku bikartên, hene.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev