REWŞENBÎRIYA KURD

REWŞENBÎRIYA KURD
Şemsettîn Işikli

“Divê ku hemû zana, xwenda, siyasetmedar, rewşenbîr û yên xwedanxîret,

di vê pêvajoya malkambax de, cihên xwe yên pêwist bigirin û erkekê danin ser milên xwe.”

Di pêşveçûyîna civakan de, ji bo guherandina civakan ji alî fikirîn, têgihîştin û helwestgirtinan de, ji bo ku mirov pirsgirêkên xwe yên kollektîf baş fêm bikin û li gor wê jî tevbigerin tim hewceyî bi hebûna tevgereke rewşenbîrî hebûye, heye û dê hebe. Li her derê dinyayê ev wiha ye û her civak an her milet li gor şertên xwe yên dîrokî ku tê re derbas dibe, li gor rasteqîniya xwe rewşenbîriya xwe diafirîne. Rewşenbîrî li dû heqîqetê ye, li naskirina civaka xwe, li têgihîştina pirsgirêkên civaka xwe dixebite û lê dixebite ku wan probleman bide zanîn. Hewl dide û têdikoşe ku civaka xwe ronî bike, wê hişyar bike û asta hişmendiya wê bilind bike da ku bikaribe xwe li dij astengiyan biparêze, li ser pîyan bimîne û bi pêş de here.

Wezifeya rewşenbiriyê ne tenê ev e, ji civaka xwe re pêşengî jî dike. Ji bo pirsgirêkên civaka xwe li rêyên çareserîyê digere û ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan li sahayê ye jî. Tim di nav tevgerê de ye, tim li pêş an li paş e, tim li dû şaşî û rastiyan e, pîvana wê tenê heqîqet û cîbicîkirina heqîqetê ye.

REWŞENBÎRIYA KURD RASTEQÎNIYA NETEWE Û WELATÊ XWE Û SST BAŞ NAS NEKIRIYE

Bêguman terîfkirina reweşenbîriyê li gor civak an neteweyan, li gor şerd û mercên wan û li gor pirsgirêkên wan dikare biguhere. Erk û wezifeya rewşenbîriyê jî li gor civak an neteweyan taybetiyên xwe hene. Jixwe wezifeyeke rewşenbîriyê jî ew e ku wan xweserî an taybetiyan keşif bike, têbigihêje û li gor wê helwest bigire. Heke rewşenbîrî tenê li gor rêzikên giştî yên dinyayê bifikire an hereket bike lê taybemendiyên civaka xwe nebîne, piştguh an bincil bike êdî ew ne rewşenbîrî ye belkî tiştekî din e.

Gava ku em li ser rewşenbîriya kurd (îstîsna ne tê de) bifikirin, em dibînin ku rewşenbîrên kurd, an jî yên ku xwe wisa bi nav dikin, rê û rêzikên rewşenbiriyê an pîvaneyên wê yên giştî baş dizanin û bi taybet jî rewşenbiriya dewletên dagirker yên welatên xwe. Bi ya min li Bakurê Kurdistanê rewşenbîriya kurd ji çarçove an mentiqê rewşenbiriya tirk xwe rizgar nekiriye û di bin bandora wê de li meseleyên xwe an heqîqeta miletê xwe dinêre. Bi peyveke din rewşenbîriya kurd rewşenbîriya tirk teqlîd dike, lê teqlîda xwe bi hin peyvan vedişêre. Rewşenbîriya tirk saziyeke Sîstema Serweriya Tirk (SST) e û xwe li gor wê terîf dike û ev terîfeke kolonyalîst e, terîfa neteweyeke serdest e û li gor wê terîfê jî sekna xwe, erk û wezifeya xwe diyar dike û li gor wê jî tevdigere. Di vê tevgera rewşenbiriya tirk de du qerekterên girîng hene; asîmîleker e û jenosîdal e.

Îstîsna ne tê de rewşenbiriya kurd hîn jî xwe terîf nekiriye, rê û rêzikên xwe, pîvaneyên xwe an jî prensîbên xwe yên taybet destnîşan nekiriye. Guman tê de heye ku rewşenbîriya kurd qenc rasteqîniya netewe û welatê xwe fêm nekiriye û baş jî SST nas nekiriye. Ji ber vê jî sekna xwe, helwestgirtina xwe, erk û wezifeya xwe jî ne li gor rasteqîniya xwe lê li gor terîfa rewşenbîriya tirk eyar û tesbît dike. Hîn jî bi giştî rewşenbîriya kurd bi hîşmendiyeke zelal hay ji qerekterê rewşenbiriya tirk yê bişaftin û îmhakirinê tune ye. Bi rastî jî haya xwenda û zanayên kurd ji vê qerektera rewşenbiriya tirk tune ye an jî naxwazin hay jê hebin.

Û em li gor van tesbîtan dikarin bêjin ku rewşenbîriyeke rastî ya kurd tune ye an jî hîn nehatiye pê û wek sazîyeke neteweyî ava nebûye. Bêşik hewldanên takekesî hene.

Em dikarin di çend xalan de rewşenbîriya kurd (bi qasî ku heye) şîrove bikin.

GRUBEKE REWŞENBÎRÊN KURD YÊN TIRKIYEWÎ, ”ORTAK VATANCΔ

1- Grubeke bi navê rewşenbîrên kurd hergav li sahayê ne, pir diaxivin, analîzên kûr û dirêj dikin û hin caran kurdîtiya xwe jî didin pêş û hema hema hemû jî bi tirkî diaxivin. Hemû jî ”ortak vatancî” ne, Kurdistanê di nav sînorên Tirkiyeyê de wek navekî cografîk difikirin an jî navên cuda cuda lê dikin; wek ”anadolu”, ”kurd diyarî”, ”kurd cografyasi”, ”kurd illerî”, ”kurtlerin yoxun olduxu bolge” lê nikarin bêjin ”Kurdistan”. Bêjin jî ji naveroka rastîn paqij dikin an vala dikin. Bi birayên xwe yên rewşenbîrên tirk re di danûstandineke semîmî de ne û pir lê dixebtin ku xwe bi wan bidin îspatkirin û ”aferimekê” ji wan bistînin. Sîstema Serweriya Tirk pir ji van ”rewşenbîrên kurd” îstifade dike û hin karên xwe yên muhendizya civakî jî bi wan dide kirin. Hin ji wan jî wezîfedar in. Karên wan yê sereke ew e ku hişmendiya neteweyî ya kurd lawaz bikin, pûç bikin û ji navê rakin. Ew li ser navê rewşenbîriyê ji sîstemê re bi kêfxweşî û bi serbilindî kar dikin. Û ev statûya wan û popîlerî têrî wan dike. Hin ji van jî li dû rant û statûyan in û bi ser ketine jî. Û gava ku sîstem hewceyî bibîne demildest wan dixe dewrê. Her gav ew li benda xizmetekê ne ji sîstema jenosîdal re.

2- Ev grub bi awayekî xwe wek siyasetmedar jî bi nav dikin. Yanê hem rewşenbîr û hem jî sîyasetmedar in. Ev grub ne homojen jî bin, di nav xwe de çend reng bihewînin jî lê hema hema li ser yek xetê ne. Gotin û şîroveyên cuda cuda bikin jî lê ji xeta tirkiyewîbûnê dernakevin. Berê wan li Enqereyê ye, qabiliyeta xwe ya tevgerînê di nav sîstemê de bi sînor dikin, di nav sîstemê de xwe wek muxalif terîf dikin û rêxistinên xwe, partî an saziyên xwe li gor sîstemê ava dikin. Têgehên wek hilbijartin, demokrasî, azadî û wekhevî di devê wan de wek benîşt e. Parlemenî û serokbûyîna şaredariyan ji bo wan pir giring e, ji bo hinan tek armanc e. Statûya rewşenbîrî, siyasetmedarî ya kurd ji bo wan kursiyek e û ev kursî têrî wan dike. Xwe bi wan kursiyan qure dikin û dinepixînin.

Ev gruba qaşo rewşenbîr bi çend awayan zirar didin têkoşîna serxwebûna Kurdistanê, rê li ber neteweyê kurd tarî dikin û rêyên şaş didin pêş. Di van xalan de em şîrove bikin.

a- Têgehên wek demokrasî, wekhevî, azadî derdixin pêş ku tu hemberiyeke wan di jiyana kurd de tune ne. Di talebên wan de û belkî di hişên wan de Kurdistaneke ji Tirkiyeyê cida tune. Fikirînên wan, talebên wan, nêzîktêdayînên wan yên pirsgirêkan û talebên wan yên çareseriyan di pencereya Enqereyê re ye. Hemû têgînên ku ew bi kar tînin yên bi hev re jiyana bi miletê tirk re ye. Rêya ku ew tê re dimeşin ber bi entegrasyonê ve diçe.

b- Li dij dagirkerî û jenosîda kurd de programeke wan bi teorîk û bi pratîk jî tune ye. Ji ber ku di nav sîstemê de li meseleyan dinêrin di mejiyê însanan de xemsarî û meşruîyet çêdikin.

c- Hin rêyên tekoşînê yên meşrû û belkî jî pêwîst li ber miletê kurd digirin û li dij derdikevin. Wek mînak dibêjin; dema îlegaliteyê nîn e, ew dem derbas bûye an jî dibêjin; dema şerê çekdarî qediyaye û bi tundî li dij derdikevin. Ji ber ku xwe wek sazî an partîyên di nav sîstemê de dibînin. Yanê rêyên meşrû ne meşrû dibînin. Nabêjin em nakin, em nikarin bikin lê dibêjin bila neyê kirin. Û bi vê nêrînê jî xwe rewşenbîr dihesibînin.

d- Di nav vê kategoriyê de, qaşo hin rewşenbîr di nav xwe de têkiliyên ”ehbab çawîşlixu” dimeşînin. Hin ji wan jî li gor têkiliyên kevin yên di navber kesan de tevdigerin. Ev têkilî dibin asteng ku hin dengên rewşenbîrî yên rastîn derkevin. Yanê otokontrolek çêbûye û ev otokontrol nahêle ku di nav vê kategoriyê de kanaleke rast biherike.

Di nav vê grubê de potansiyeleke hêja heye ku bibe alîkar ji bo avakirina bingehekê ji bo siyaset û rewşenbiriyeke rast û dirust. Lê organîzetiya wan wek partî, sazî û însiyatîf destur nade herikîneke li dîj sîstemê ku ji xwe re veke. Lê hêvî heye ku ev potansiyel li cihê xwe yê şaş nemîne lê di sefa serxwebûnxwazan de cih bigire.

GRUBEKE REWŞENBÎRÊN KURD YÊN JI SIYASETA KURD DÛR DISEKININ

3- Ji derveyî van her du kategoriyan yeke din jî heye lê pir belavela ye, wek takekes an grubên biçûk in. Ev grûb bi piranî ji siyasetmedarên kevin pêk tên. Hin ji wan nivîskar, hin şair, hîn lêkolîner, hin ji wan xebatkarên zimanê kurdî ne. Belkî jî her yek ji wan bi rengekî cuda û bi awayekî xizmet ji miletê xwe re dikin. Bi giştî jî hay ji rasteqîniya milet, welat û zimanê xwe hene. Ew kesên di vê kategoriyê de ku bikaribin bibin rewşenbîr an jî rê li ber rewşenbîriyê vekin, li her derê, li dîasporayê, li metropolên Tirkiyeyê û li welêt hene, lê hin ze”fên wan hene.

Hin ji wan ji siyaseta kurd dûr disekinin û li benda xeteke rast in lê bixwe ne di hewldanekê de ne li hêviya hineke din in. Meyla hin ji wan, ji derve de, bi siyaseteke heyî re ye lê bi rexnegirî lê dinihêrin. Ya hinan jî hêviyên wan bi siyasetê şikestine bi temkînî li her bûyer, tevger, rêxistin û saziyan dinêrin. Hin ji wan tenê şîretkirin, pêşniyarkirin, rexnekirin û hişyarkirin ji xwe re kirine wezîfe lê cîbicîkirina wan dihêline li benda hinên din û ew hinên din jî kî ne ne dîyar e.

Hin ji wan bi rastî jî xwe rewşenbîr dihesibînin û bi nav dikin. Ew kesên di vê grubê de bi serê xwe jî an wek komele jî karên baş dikin. Helbet ew karên ku ew dikin hêjayê teqdîrkirin, pesindayîn û serbilindiyê ye. Lê ev camêrên zana, xwenda û hêja xwe ji siyaseta kurd dûr digirin. Dibêjin em karên rewşenbîrî an entelektûelî dikin û ji ber wê jî em tevlî siyasetê nabin û karên ku em dikin giringtir e û siyaset jî bila hinên din bikin. Bi ya min ev nêrîn şaşîtiyeke mezin e û ev nêrîn an nêzîktêdayîn ne li gor heqîqeta milet û welatê me ye. Ev helwest li gor miletên xwedîdewlet ji bo rewşenbîran rast e. Lê rewşenbîrên me nikarên rastiyên rewşenbîrên xwedîdewlet ji xwe re bikin pîvane û xwe pê bigirin.

Ev rewşenbîrên me, li gel xizmetên xwe yên hêja ne li gor rasteqîniya Kurdistanê difikirin û dimeşin. Miletê kurd bi ziman û welatê xwe ve bi asîmîlasyon û bi jenosîdê ve rû bi rû ye, li dij şerekî îmhaker li ber xwe dide, di pêvajoyeke man û nemanê de ye. Di vê pêvajoya malkambax de divê ku hemû zana, xwenda, siyasetmedar, rewşenbîr û yên xwedanxîret cihên xwe yên pêwist bigirin û erkekê danin ser milên xwe.

http://www.pelkurd.com/authors.aspx?an=39&aid=2&fbclid=IwAR2KqP-l_GQySXmdvT_5mqakQlYDoLOXCPDQlAhZ5Jkb3Hs6Um3MSFpTCZc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev