Bo bîranîna ARAMÊ TÎGRAN

Bo bîranîna ARAMÊ TÎGRAN

Rast berî 10 salan dengbêjê kurdan yê binavûdeng

Aramê Tîgran serê xwe danî ax û berên sar. Emê bi henekeke wî

û helbesteke şairê meyî hizkirî Eskerê Boyîk wî dengbêjê mezin bîr bînin.

 

Rojekê Aramê Tîgran bi otobûsê diçe cîyekî, guh dide xeberdana du keçên kurd. Keçek ji wana texmîn dike, ku weke ku kesek guhê xwe dide xeberdana wan. Keçik ji hevala xwe ra dibêje:

-Evê piş te weke ku kurdî ”dirêse” (ango, kurdî fêm dike), guhê xwe bel kirîye, dibihîze ka em çi xeber didin.

Aramê Tîgran jî lê vedigerîne, dibêje:

-Ez dirêsim jî, ba didim jî, çê dikim jî…

 

Eskerê Boyîk

Dengê sazê te xweş û şîrin e,
Hisret û hesîn, hub û evîn e,
Bi reng – awaz e, bi buxs û bîn e
Dikeve dila, wan dihelîne.

 

Baxçê Cegerxwîn te kir gulistan,
Bi gulfiroşa xemiland cihan,
Feqî, Cizîrî nav da sitiran.
Aramê Tîgran, îm lav axpêr can.

 

Dilê te mezin warê gulan e,
Pira navbera Kurd-Ermenîyan e
Alîk Elegez, alîk Sîpan e
Hidûd di nava meda nemane…

 

Te dilê me tev hev va girê dan.
Avên kanîyê me tev hev bûn, kişîyan,
Kerî-sûrîyê me nav hev da çêrîyan,
Aramê Tîgran, îm lav axpêr can*.

 

Dengê te êşa me herd gelan e,
Axîn-kesera kal û bavan e,
Alîk Hayastan, yek Kurdistan e,
Dilê te da herd weke bira ne.

 

Te da sazê xwe bûyî şorişvan,
Bûyî gêrîla, pêşmerge, şervan,
Şervanê doza me herdu gelan,
Aramê Tîgran, îm lav axpêr can.

 

Dengê sazê te xweş û şîrin e,
Ruhê gelê te û gelê min e,
Bilbil xerîbîyê wê vegerîne,
Rêke din nîne, rêke din nîne.

 

Wê bikşin, herin ev ewrên giran,
Wê hev hemêzkin Amed-Yêrêvan,
Tê timê hebî di nava dilan
Aramê Tîgran, îm lav axpêr can,
Halal axpêr can.

02.10.2009

 

*Îm lav axpêr – birayê minî hêja.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev