Kitêbeka gellek hêja: Tarîxa Dewleta Kurdan

Kitêbeka gellek hêja: Tarîxa Dewleta Kurdan

Mûrad Ciwan

 

Di van demen dawiyê de min kitêbek li ser dîroka dewleta Kurdên Eyyubî xwend. Wek kesekî dîrokhez û pêbiliyê dîroknasiyê yê amator, min gelek jê hez kir û agahiyên hêja jê wergirtin, min xwest bi nivîseka nasandineka kurt ez haya dîrokhez, xwendinhez û kurperweran yên ku jê bêagah in jî pê bixim.

Navê kitêbê Dîroka Dewleta Kurdan e. Ji Erebî ji bal M. Emîn Narozî ve hatiye wergerandin ser zimanê Kurdî (Kurmancî). Di 2015-ê de ji bal Weşanên Azad ve hatiye weşandin. Navê nivîskarê kitêbê (mixabin bi kurdîfîzekirineka nerast) li ser kitêbê bi vî awayî hatiye nivîsîn: Mihemed layê(lawê) Brahîm layê Mihemed layê Ebû’l-Fewaris Ebdulezîzê Ensarî yê Xezrecî eWek wergêr jî di pêşgotina xwe de nivîsîye nivîskar Muhammed îbnî Îbrahîm îbnî Muhammed îbnî Ebu’l Fewaris ‘Ebdu’l’ezîz Ensarî el-Xezrecî ye. Nivîskar di dema Eyyubiyan de jiyaye û ew bi xwe buye şahide hin buyerên giring.

Kitêb bi sala 1175-ê bi buyera êrîşa sê sîxurên Îsmîliyan a ser Selaheddîn Yusufê Eyyubî destpêdike (ku ew bizav pişt re wek Haşhaşiyîn hat naskirin) û heta sala 1257-ê dewam dike. Bi buyerên wê salê yên li Qahîreyê dawî lê tê ku serwerên eskerî ên pilebilind ên Eyyubî yên memlûk ji bona guhertin û bidestxistina desthilatê darbe kir.

Kitêb bi Kurmanciyeka rewan û xwerû hatiye wergerandin, agahiyên berfireh yên balkêş di derbarê Eyubiyan de, pêwndîyên wan yên li gel Selçûqiyan û li gel Xwarezmiyan, her wiha li gel xelîfeyên Ebasiyan yên Bexdayê hene. Ew rola serekî ya Kurdan a di qirnê navîn de xweş derdixe ronahiyê.

Ji vê pêştir, kitêb, bi jêrenotên M. Emîn Narozî yên li ser navên cî-war, kesayetî û xanedaniyan, buye wek Ansîklopedîyeka tarîxa Kurdan a dema Qirna Navîn. Gelek agahiyên hêja di wan de hene ku divê meriv yek bi yek li wan vegere. Lê vê pirbûn û agehbexşiya giring a jêrenotan di dema çapê de li ber çav nehatiye girtin, muhtemelen ji bo hecma mezin ya kitêbê bê piçûkkirin, bi tîpên gelek hûrik hatine çapkirin ku meriv di xwendina wan de gellek diweste. Di dema xwendinê de jêrenot ji min re bûn ezab.

Li ser kitêbê hêjatirîn agahdarî di pêşgptinê de tê dayin, min rica kir ji wergêr Narozî ku ez wê jî li gel vê nivîsa nasandinê biweşînim. Narozî ji kerema xwe re ew şand û ez li xwarê wê pêşkêşî we dikim.

Bes yek-du têbînîyên min hene ku min divê ez li vê dere pêşber bikim. Di orîjînala destnivîs a Erebî de navê kitêbê wek ”Tarîxu’l Dewletu’l Ekrad we’l Etrak’’ hatiye nivîsîn. Lê wek xwendevan di dema nihêrtinê de eşkere ê bibînin û wergêr jî di pêşgotinê de zelal kiriye, xwiya dibe ku gotina ”we’l Etrak’’ pişt re lê hatiye zêdekirin. Tarîx ne diyar be jî; li gor hin agahiyan, muhtemelen, kitêb di dema Osmaniyan de ji bal memûrekî Osmanî ji Misirê hatiye anîn Îstanbulê û destnivîs li Kitêbxaneya Silamaniyeyê hatiye parastin. Ev werger ji wê nusxeyê ye. Gotina ’’we’l Etrak’’ ji ber behsên pêwendiyên Eyyubiyên ên li gel Selçûqiyên Romê û Xwarezmiyan lê hatiye zêdekirin. Loma navê kevntir ” Tarîxu’l Dewletu’l Ekrad’’ e û bi destxetaka din e.

Lê bi ya min, gava meriv destxetê li gel metne esasî baş tehqîq bike, derdikeve ku ne wek hev in, ev navê ” Tarîxu’l Dewletu’l Ekrad’’ bi xwe jî dibe ku ne navê eslî yê kitêbê be. Çimkî wek wergêr jî destnîşan dike, destxetên nivîsên ser bergê di hin ciyan de, di nav xwe de û bi temamî li gel metna kitêbê yê esasî ne ji destekî û ne yên demekê ne.

Xalaka din a giring ku di pêşgotinê de jî tê diyarkirin, eşkere fahm dibe ku serê kitêbê û dawiya wê jê veder bûne, kitêb ne temam e. Bi taybetî kitêb bi behseka wiha destpêdike ku ne destpêka çîroka Eyyubiyan e, hema hema dema destpêka desthilatdariya takane ya Eyubiyan e piştî dawîlêhatina xanedaniya Zengiyan. Di destpêka kitêbê de, pêşgotin, minacat û duayen wê demê jî nînin ku wê demê di hemî kitêban de cih digirtin. Ji xwe gava dor tê metnê esasî, cudatiya destxetên rûpelê destpêkê û yê dawiyê ji temamiya metne eşkere diyar dibe. Loma, bi baweriya min, meriv nikare bêje ku bi esehî hê ji destpêkê de navê kitêbê ”Tarîxu’l Dewletu’l Ekrad’’ (Tarîxa Dewleta Kurdan) bû. Hêvî dikim rojekê ev nediyarî û guman zelal bibin, hela hela temamê kitêbê bê bidestxistin.

Bi her halî, tevî hemî kêmasiyên di rêwîtiya wê ya heta îro derketî, (bi taybetî bi saya jêrenotên wergêr jî) kitêb gelek hêja ye, bi agahiyên giring dagirtî ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev