Belgeyên di dema şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856 da – 1

Belgeyên di dema şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856 da – 1

Me di 190 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê ”Belgeyên di dema şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856 daraberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir du beşan. Beşa pêşin îro bixwînin, beşa duduyan jî piştî heftêyekê. 

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -191

 

Serdazêdekirina hejmara 6an

 

Malûmatîyên derheqa kurda da, ku 5ê tîrmehê sala 1854a bi emirê gênêral Rêad hatine amadekirinê

 

(Ji cilda 12a ya Aktî arxêologîçêskoy komîssîî)

 

Ji wan perên, ku Împêratorê Mezin ji serhing Lorîs Mêlîkov ra şandibû, heta 1ê tîrmehê sala 1854a 2.150 çêrvonês hatibû xerckirinê.

Ew pere ser van tişta hatibûne xerckirinê: 1) ser serekeşîrên kurda yên cuda; 2) ser xelatkirina wan eşîrên kurda, ku di destpêka şêr da bi me ra amin bûne; 3) ser rêçger û casûsên surî, ku bala xwe didane kar û emelên kurdên wî berî sînor.

Kurdên ji eşîra Zîlan, ku li Tirkîyê der û dorên kenarên çemê Erpaçayê dimînin, û herwiha eşîrên Cemadîn, Mîlan û Bezikî, ku ji destpêka şêr da bi neferên mala xwe û pez-dewarên xwe va ji alîyê me derbazî wî berî bûne û xwe gîhandine tirka, desteyek ji 4 an 5 hezar siyarîyan amade kirine û sala par di meha çirîya pêşin da ketine nava eskerên tirka û bi wan ra tevayî bi xurtî şerê me kirine. Di wan deman da mişîrê ordîya Anatolîyayê yê wî çaxî 1000 kurda zêdetir şandibû ser me, bona gundên navçeyên Şûregelê û Axalkelekê û yên herêmên Ermenîsatnê bişêlînin. Dema me li ber girên Kadiklerê zora tirka bir, me destpê kir bi kurda ra pêwendî danîn. Di meha çileya pêşin da 11 serekên qebîlên kurda yên Cemedîn, Mîlan û Bezikî hatine bal me Alêksandropolê û elamî me kirin, ku ew dixwezin piştgirîya me bikin. Dema ew vegerîyane malên xwe, me hedya dan wan hemîya û ji bo aminaya xwe îzbat bikin, bi qayîlbûna wana me ji wana çar sereka wek amenet li Alêksandropolê hîştin.

Zûtirekê me nameyek ji serekên qebîlên  kurdên ji eşîra Zîlan – Qasim xan, Ahmed axa û Serax sitend. Wana di nameya xwe da dinivîsî, ku ewê tu cara himberî me çeka bi kar neynin, hela ser da jî wê di hemû kar û emelên me da piştgirîya me bikin. Gênêral-serhing Lorîs Mêlîkov di meha adara îsalin da çû gundê Kizil-Kilîsê, li wir rastî Ahmed axa hat, ku şev bi surî hatibû bona hevdîtinê û gotibû, ku ewê xwedî li sozên xwe derên. Em bi van mecala va gihîştine wê yekê, ku ji dawîya çileya paşin sala 1853a hetanî niha eşîrên kurda yên cînarên me, ku ber kenarên çemê Arpaçayê, 4-5 kîlomêtra dûrî gundên me dimînin û mêla wan li ser dizîyê û talana ye, tu cara êrîş ne birine ser binecîyên am û tam û em dikarin bêjin, ku heta di demên aş da jî kurd usa rehet nîbûn.

Tiştekî femdarî ye, ku dema hukumeta Tirkîyê dît, ku kurd piştgirîya me dikin, destpê kir her tiştî bike bona kurda bîne alîyê xwe. Bi destpêka baharê ra ji Qersê çend karmendên tirk ser wan da şandin, ku de’w dikirin siyarîyên kurda bişînine nava ordîya Tirkîyê. Mişîr Zerîf Mustefa paşa dît, ku kes guh nade gotinên wî, ji serekeşîran ra got, eger kurd nekevine nava ordîyê, ewê eskera û başî-bozûka ser wan da bişîne bona mal-halên wan kavil û wêran bikin. Gefxwerina bi vî awayî nikaribû kurda çevtirsandî neke. Lê dîsa jî serekeşîr Qasim xan berî çend roja tenê bi 200 siyarîyan va hatibû bal mişîr û jê ra gotibû, ku ewî ji vê zêdetir jî nikaribû berev bikira. Niha hema bêje her ro ji navê eşîrên kurda qasid têne bal me û dibêjin, ku hema tirk ji Qersê paşda vekişin, ewê xwe bighînine eskerên me û wî çaxî wê firsend bikeve wana ku xwe tam ji hukumeta Tirkîyê biqetînin.

 

Serdazêdekirina hejmara 7a

 

Hesabdayîna gênêral-serhing Lorîs Mêlîkov ya ser navê Serleşkerîya Korpûsa li ser sînorê Kavkazê-Tirkîyê mîrlaw Bêbûtov ra, ya 9ê çileya paşin sala 1854a, hejmara 301ê, ji Alêksandropolê

 

(Ji cilda 11a ya Aktî arxêologîçêskoy komîssîî)

 

Ji bo bicîanîna emirê we, ez 31ê çirîya pêşin ji Alêksandropolê çûme gundê Kizil-Kilîsê, ku di navça Şûregelê da ne, li wira min bi hin kesan ra pêwendî danîn û bi saya serê wan pêwendîyan serekekî kurda Qasim xan, ku karmendekî ordîya Tirkîyê bû, qayîlîya xwe da rastî min bê. Li Kizil-Kilîsê min hinek kesên ji der-dorê Qasim xan nas kirin, ku ewî pêşda şandibû bal min, bona em li hev bên çika kengê û kîderê emê hevdu bibînin. Min jî ji bo wê armancê binecîyê Axalkelekê Ebdulle efendî şandibû bal wî. Hema di wê rojê da jî merivên Qasim xan vegerîyan û ji wî ra gotin, ku ez hazir im bona hevdîtinê.

Berbanga 2ê çirîya paşin Qasim xan bi rêberîya merivên xwe Beso axa, serekê kurdên Cemedîn, ku li Tirkîyê dimînin, gelek giregirên kurdan yên mayîn ra tevayî ji çemê Arpeçayê derbaz bû, hat. Ji alîyê xwe da jî min 50 kazak û 50 eskerên destemel hildan, ez çûme cîyê rasthatinê û piştî silav û kilava em bi hev ra hatine Kizil-Kilîsê.

Gorî temîyên te min pêşî ji navê me ber hemû rêberên wî sipasîya xwe jê ra got, bona ku ew li ser sînorê me di navbera 11 meha da tu tevlihevî çê nekirine, ne avîtine ser gundên me û yek jî ji bo wê yekê, ku ew xweyê sozê xwe derketine û bi jimareke mezin siyarîyên kurd nedane tirka. Min ser da zêde kir, ku ji bo wê aminayê hûnê wana bê hedya nehêlin û min jê hîvî kir, ku rêberên bi wî ra hatine, bira herin li wan mala da bi cî û war bibin, ku me berê da ji bo wan amade kiribû, bona em bikaribin wan hevraxeberdana derbaz bikin, ku we sipartibû me.

Ev daxazên me ji alîyê Qasim xan da bi dilgermî hatine qebûlkirinê û hevraxeberdanên me gelekî bi adan bûn û bi serketî bi dawî hatin. Şertên me ev bûn û bi vî awayî hatine qebûlkirin:

1) Ewî soz da bi kurdên bin hukumê xwe ra tevayî ji hukumeta Tirkîyê xwe dûr bixînin. Ew jî tê wê manê, ku bi wan ra tevayî hemû binecîyên riat jî, piranî ermenî û hinek jî teter, ku bi kurda ra tevayî li senceqên Şûregelê û Qaqizmanê dimînin, derbazî alîyê me dibin.

2) Bi daxaza me ewî soz da dema lazim bibe ji 800î hetanî 1000 siyarîyên kurda derxe himberî tirka.

3) Ewê li ser sînorên me tevlihevîyan saz nekin, wê pêşîya her cûre dizîya û talana bigirin. Me ew borc jî kire situyê wî, ku riya ji Qulpê hetanî Alêksandropolê ew gerekê biparêzin, ji ser wê rê gerekê em bikaribin bê tirs û xof derbaz bibin.

Min daxaza we jî gîhande wî, ku bona pêkanîna van şerta hûn van tişta soz didine wî:

1) Ku ber Împêratorê Mezin pêşnîyar bikin, ku navê serhingê ordîya me bidine Qasim xan.

2) Ji ber ku hûn derheqa wê yekê da zanin, ku ew ji malbeteke bi nav û deng e, ji ber wê jî wê hukum û hurmeta wî di nav eşîrên kurda da wek berê bimîne û wê ji hukum û hurmeta bavê wî yê rehmetî Huseyn axa kêmtir nîbe.

3) Eger kar û barên wî bi dilê me be, hûnê maeşekî baş jê ra kivş bikin.

4) Eger nişkêva tirk êrîşî li ser eşîrên kurda bikin, çiqas esker lazim bibe, emê bişînin bona kurda ji zordestîyên tirka biparêzin.

Dema lihevkirina van şerta Qasim xan pirs kir, gelo ew kurdên ji eşîra wî, ku di dema şerê bi Farizistanê ra li herêma Ermenîstanê mane, wê vegerînin, an na. Min bersîva wî da û got, ku derheqa wê yekê da we tu tişt ji min ra ne gotîye.

Di nav 11 mehên pêwendîyên min bi kurda ra, min pê ra gîhand ez Qasim xan baş nas bikim, ez pê hesîyam, ku ew xweyê sozê xwe ye, camêrekî rastgo ye û ez usa bawer im, ku di dema şêr da jî ewê li pişta me be, eger em Xwedê neke têk nedin. Çi jî hebe, bi van pêwendîyên dostanîyê sînorê me di temamîya dema zivistanê da tê parastin. Tiştekî femdarî ye, ku hukumeta Tirkîyê nikare çevê xwe li ber van pêwendîyên me bi Qasim xan ra bigre. Tirk rind zanin, ku eger Qasim xan ji wana biqete, wê zirareke mezin bigihîje wana, wî çaxî wê ne tenê eşîra kurda ya Zîlana jê biqete, ku bin hukumê Qasim xan da ne, lê herweha ew qebîlên mayîn jî, ku li vî berî Soxanlixê dimînin û gelekî qedirê malbeta Huseyn axa zanin, ji ber wê jî wê bidine dû wî. Dibe ewana niha bi bîr bînin, ku ew 5 an 6 hezar siyarîyên kurda, ku di payîza sala buhurî da dijî me şer dikirin, hema bêje eskerên ordîya Tirkîyê yên here baş bûn. Mişîrên berê – Ebdî paşa û Zerîf Mustefa paşa bi her awayî hewil didan, ku di navbera me û kurda xirab bikin, ji ber ku rind fêm dikirin, ku eger ew eşîrên mêrxas bi çevekî dijminayê li me binihêrin, emê mecbûr bûna ji nav hêza xwe bi kêmanî 3 an 4 hezar esker ji nav xwe cihê bikira bona pêşîya dizî û talana bigirta.

Em usa bawer in, ku niha tirk wê bi lez riya bigerin, wê hezar û yek sozî bidin bona careke din Qasim xan bînine alîyê me. Lê kar û barên min yên bi kurda ra ez anîme ser wê bawerîyê, ku tirk wê di wî karî da bi ser ne kevin û bi perên xwe yên roja îro va nikarin bigihîjine armanca xwe. Lê dîsa jî lazim e em çevê xwe ji ser kurda bi dûr nexin. Eger di dema şêr da hinek binecîyên senceqa bi a me nekin, an jî karekî ne li rê bikin, wê bêne cezakirinê, û baştir dibe, ku em kurdên piştgirên xwe bişînine nav wan. Hukumeta tirka wê ji van mecala ji kurda gelek aciz be, ewê (kurd û tirk) dijminaya hev bajon û demeke dirêj wê hêvî tunebe, ku ewê li hev bên.

Şeva 2ê mehê, berbanga 3ê mehê Qasim xan berê xwe da malê û soz da, ku wê zûtirekê min agahdar bike, ku bi eşîra xwe va wê zivistanê li ku be. Wek ku we gotibû, gorî navnîşa ku me ji berê da amade kiribû, min pere û hedya dane wî û kesên ku bi wî ra hatibûn.

Ez dixwezim we agahdar bikim, ku dema binecîyên me pê hesîyan, ku Qasim xan hatîye bal min bona hevraxeberdana, gelekî şa bûn, ji ber ku zanin, ku îdî kes wê destdirêjaya mal û milkên wan neke û ji bo wê yekê razîbûna xwe didine serokatîya me.

Binecîyên gundên Zirçî, Îbnî, Tîgor, Mewrek, Naxçiwan, Ekrak û Pîvîkê dema pê hesîyan, ku hevraxeberdanên me bi kurda ra bi serketî derbaz bûne, destpê kirin binecîyên xwe şandine Alêksandropolê bona ew aminaya xwe hindava hukumeta me da dîyar bikin û em usa bawer in, ku pêwendîyên Qasim xan bi binecîyên ji sînorên me bigire hetanî Qaqizmanê wê hemwelatîya me qebûl bikin û wê qulixî me bikin.

Binecîyê Axalkelekê Ebdulle efendî gelek alî pêwendî û hevraxeberdanên di navbera me û kurda da kir. Aminaya wî hindava hukumeta me da hela di şerê me yê berê bi Tirkîyê ra (di salên 1828a û 1829a) xuya bûbû û ji ber wê jî me jê ra maeşê di salê da 450 rûbl kivş kirîye û ewê wan pera heta sax e bistîne. Rewşa ku îro saz bûye û pêwendîyên me yên bi kurda ra, ku eva îdî 11 meh in dikişînin, ji min ra dibine delîl, ku ez bi bawer ji we ra bêjim, ku lazim e em perê wî zêde bikin. Eger hûn bi min ra qayîl bibin, wî çaxî malbeta wî ya mezin wê baştir bijî, ji ber ku nuxurîyê wî (kurê wî yê mezin), ku ewî hêvîya xwe pê ra girêda bû, ku ewê dewsa wî bigire, di şerê bi tirka ra 13ê nîsanê sala 1854a li rex gundê Arşnya şehîd ketîye.

 

Navnîşa hedyayan, ku serhing Lorîs Mêlîkov 2ê çirîya paşin sala 1854a li gundê Kizil-Kilîsê di dema hevdîtin û hevraxeberdanên bi serekê kurda Qasim xan, merivên wî û giregirên kurda yên mayîn ra, ku li Tirkîyê dijîn, dane.

 

Ji bo Qasim xan 1000 çêrvonês, ji bo apê wî Mehsûd axa 100 çêrvonês û ji kurapên wî: Xelîl axa ra 100 çêrvonês, Ahmed axa ra 100 çêrvonês, Qasim axa ra 80 çêrvonês, katibê sereke Qasim xan, Saedulle efendî ra 200 çêrvonês, serekê kurdên Cemedîn Baso axa ra 165 çêrvonês, birayê Baso axa – Omer axa ra 70 çêrvonês, ji Omer axa ra 55 çêrvonês, 19 kesên mayîn yên bi Qasim xan ra hatibûn – her yekî 100 çêrvonês, 16 giregirên mayîn ra her yekî 160 çêrvonês, 12 xizmetkarên Baso axa ra her yekî 80 çêrvonês, serekê kurdên Mîlanliyê Hesen beg ra 25 çêrvonês, binecîyê gundê Pîvikê – Qado ra 20 çêrvonês, her yekî 35 çêrvonês jî dane ji van kesên gundên Kizil-Kilîsê û Çîrmîlîyê, ku wana beran, genim û tiştên mayîn dane.

Xênji vê, gustîleke ji kevirê cewahir dane Qasim xan.

4ê çirîya paşin sala 1854a bi emirê mîrlaw Bêbûtov ewqas pere dane wan kesa, ku hatibûne Alêksandropolê: Pismamên Qasim xan – Ahmed axa û Suleyman axa ra her yekî 300 çêrvonês, serekên qebîlên ji eşîra Elî axa – Qero axa oxlî ra 100 çêrvonês, ji birayê Ahmed axa – Ebdî axa ra 50 çêrvonês, 11 giregiran ra, ku bi Ahmed axa ra hatibûn, û 160 rêberên wan ra her yekî 160 çêrvonês, ji 8 serekên qebîlan û ji 130 rêberan ra, ku bi Elî axa ra hatibûn, ji her yekî ra 130 çêrvonês.

 

Serdazêdekirina hejmara 8a

 

Nameya serekê desteya Êrîvanê ji bo Yezdanşîr ya 20ê tebaxê sala 1854a

 

(Ji arşîva Okrûga Eskerî ya Herêma Kavkazê. Belgeya hejmar 213.

Nameyên cuda, ku ser navê giregirên kurda hatine şandin)

 

Yezdanşîr! Rûs ji zûda dixwezin bi kurda ra dostanîyê bikin. Tu ji bo çi di wî karî da xwe paş diêxî? Tu ji bo çi eskeran berevî ser hev dikî? Yan şika te heye, ku dewleta tirka wê ji te ra diha amin be, ne ku em? Ew dewlet ji bingeha xwe va hildiweşe û dikare di wê hilweşînê da wan kesan jî bifetisîne, ku piştgirîya wê dikin. Daxaza dilê te çiye, ku di nav me da xwîn birije? Tu serekê eşîrên kurdanî, qedirê te di nav wan da heye. Siyarîyên xwe berde, bira ser malên xwe da vegerin, karê xwe bikin. Ez soz didim, ku hukumê te wek berê bihêlim, piştgirîya te bikim, emê bi te ra wek hevalbendên helal û amin bin.

Cansaxîya te daxaza dilê min e û ez ji te benda bersîvekê me.

 

Serdazêdekirina hejmara 9a

 

Bangawazîya serekê desteya Êrîvanê ji kurdên paşalixîya Wanê ra

 

(Ji arşîva Okrûga Eskerî ya Herêma Kavkazê. Belgeya hejmar 213.

Nameyên cuda, ku ser navê giregirên kurda hatine şandin)

 

Kurdên paşalixîya Wanê!

 

Hukumeta Tirkîyê we bi çek dike, dixweze ji we desteyekê çê bike û derxe himberî rûsa. Lê rûs bi bnecîyên am û tam ra şer nakin. Em heta niha xatirê we tu kesî neketine, me pez û dewarên we ne birine, lê me dikaribû bibira jî. Hûn çima dixwazin bela bînine serê xwe? Ji daxazên xwe paşda bisekinin û hûnê wan hemû serdestîyan bistînin, ku kurdên li ser sînorê me îdî sitendine. Ew serdestî wê zêde bibin, eger hûn zêde xwe li me bigirin. Hukumeta me wê bi merdî hedya bide wan meriva, kê ku aminaya xwe ya hindava me da îzbat bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *