Ji nimûneyên zargotina me – 191

Ji nimûneyên zargotina me – 191

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûnodyekê me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên li wir çapbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

LÊ-LÊ ZERÎYÊ

 

Lê-lê zerîyê!

Zerî hemû dibên – em zerîne.

Zerî hene porê wana tûm-tûmîne,

Binê porê wana tijî rişke, bi sipîne,

Penîyê wana qelişîne,

Her carî kulme garis erdê hiltîne,

Neynûkê wana dirêjin,

Notilaa merê ecemîne,

Meriv bide bostançîya

Bera kerdîyê kartola pê derîne,

Welle ew ne zerîne,

Ewe kotîye bi pintîne.

De werin pirsa zerîyê mala Huso,

Mûso, Beko, Ozman, Çaçan,

Xeto, Meto ji min bikin.

Çevê wana reşe kildayîne,

Biskê wana zere badayîne,

Gava kavilê gunda dibe şayî, dewat,

Dikevine sergovendîyê, xwe dihejînin.

Bera meriv malê xwe bide,

Halê xwe bide,

Zerîke usa ji xwera bîne,

Welle, bille, wê cinetê bi çevê xwe bibîne.

 

 

LÊ-LÊ DÎLBERÊ

 

Lê-lê Dîlberê!

Xan û manê Dîlbera min du qate,

Dîlber can!

Min ne pere, ne baske, ne qanate,

Qasekê ez bifirim, bême bal te.

 

Êlê Dîlberê, torinê!

De bera şên be welatê Şêwrê,

Ez û Dîlbera xwe ketinê.

 

Dîlber canê!

Ez li pîkî, tu li pîkî,

Dîlbera min kofî xar kir ser alîkî,

Min dinêda ne dîtîye,

Ne bihîstîye,

Du serê wê neçûne ser belgîkî.

 

Êlê Dîlberê, torinê!

De bera şên be welatê Şêwrê,

Ez û Dîlbera xwe ketinê.

 

Dîlber canê!

Tu ji tarîyê were ser çirayê,

Tu ji kêleka min ranebe,

Sebira min bêy te nayê.

 

Ezê dikim sala îsalin Dîlbera

Xwe birevînim,

Destê xwe bikim,

Serê xwe têkevime xetayê.

 

Êlê Dîlberê, torinê!

De bera şên be welatê Şêwrê,

Ez û Dîlbera xwe ketinê.

 

 

ÇEVÊ MIN LI RÊNGA TE QERIMÎ

 

Çevê min li rênga te qerimî,

Xewa şeva ramûsanê –

Destê berbanga sivê li min herimî.

 

Wexta lawikê min diçû welatê xerîbîyo,

Xwezila min bizanibîyo,

Li wêderê çi bû, çi qewimîyo.

 

Lawiko, were, de tu were,

Bera serê min qurbana serê te be,

Şevek van payîza

Mêvanê sîng û berê dosta xwebe.

 

Kawê, dilê min dilê gogerçînê,

Îro serê sê rojane

Kawê gundê me xeyîdîye,

Nayê ser hêlînê.

Herça te anîye serê min,

Nehatîye serê Sîabend, Xecê,

Leylê, Mecrûm, Memê, Zînê.

 

Lawiko were, de tu were,

Bera serê min qurbana serê te be,

Şevek şevê van payîza

Mêvanê sîng û berê dosta xwe be.

 

Kawê hêwa, sed car hêwa,

Sîng û berê kawa min notilî gul û sêva,

Kawa kubar par van çaxa yanga min bû,

Îsal pêra pintîyê mêra

Xwera daye nav diran-lêva.

 

Lawiko, were, de tu were,

Bera serê min qurbana serê te be.

Şevek şevê van payîza

Mêvanê sîng û berê dosta xwe be.

 

Me li hafa mala, gulê palda ser çarcuxê,

Herça orta du dila, çar çevada

Xerab xeber bide,

Bera hilde derdê kotîbûnê bi morînga îlancuxê.

 

Lawiko, were, de tu were,

Bera serê min qurbana serê te be,

Şevek şevê van payîza

Mêvanê sîng û berê dosta xwe be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev