Pirsa we û bersîva me – 140

Pirsa we û bersîva me – 140

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane alîkarî ji redaksyona malpera me xwest û em bersîva pirsa Kadrîye Miko bi çend ronîkirinan va didin.

 

Pirsa Kadrîye Miko û bersîva malperê

 

Pirs: – Min berî çend rojan ji malpera we guhdarîya şano-pîêsa ”Kumsor”ê kir. Gelek xweş bû. Sipas ji we ra.

Gelo hûn dikarin tevaya têksta wê şanoyê bi nivîsar çap bikin, da ku em bikaribin ji zarokên kurd ra him guhdarî bikin, him jî ji wan ra bixwînin?

 

Bersîv:Fermo, xûşka delal!

KUMSOR

Hebû tune bû, keçeke biçûk hebû. Her kesî pir ji vê keçikê hez dikir, lê hezkirina dapîra wê ji ya her kesî zêdetir bû. Dapîrê car caran ji bo ku kêfa keçikê bîne, diyarîyek dida wê.
Rojekê jî dapîrê kumikekî sor da keçika biçûk. Kumik wisa xweş li keçikê dihat ku wê êdî nexwest kumikekî din bide serê xwe. Ji ber wê yekê, navê Keça Kumsor lê kirin.

Rojekê dîya wê ji Keça Kumsor ra got:

-Keça min a delal, binêre min hinek mêwe, kilor û şûseyek şerbet amade kirîye. Divê tu van bibî ji dapîra xwe ra; ew nexweş ketîye û bê hal e. Ku tu vana bibî, kêfa wê dê pir were. Dema tu bikevî rê, pir biaqil be û berê xwe nede alîyên din, ji rêya rast dernekeve! Û dema tu bigihêjî mala dapîrê, ji bîr neke jê ra bibêje “Roj baş” û derdorê jî tevlîhev neke.
-“Ez ê her tiştî wekî tu dixwazî bikim, dayê”,- Keça Kumsor got.

Pişt ra wê selik girt, xatir ji dîya xwe xwest û ber bi mala pîrika xwe va meşiya. Mala pîrika Keça Kumsor di nav daristanê da bû û nîv saet dûrî gund bû. Dema ku Keça Kumsor gihîst daristanê, rastî gurekî hat. Lê belê wê nizanibû ku gur lawirekî xirab e û ew qet jê netirsîya.

-Rojbaş Keça Kumsor,- gur got.
-Rojbaş gur,- Keça Kumsor got.
-Tu bi ku va diçî wisa?
-Ez diçim cem dapîra xwe.
-Di selika te da çi hene wisa?
-Mêwe, kilor û şerbet hene. Ez ê wan bibim ji dapîra xwe ra. Ew ê bi van pir bi qewet be.
-Dapîra te li ku derê rûdinê, Keça Kumsor?
-Panzdeh deqe dûrî vê derê, li nav daristanê ye mala wê. Li binya malê devî hene û li kêleka wê jî sê darên keleman hene, tu dizanî?
Gur devê xwe alast û di ber xwe da ji xwe ra got: “Mmm! Îro ji min ra ziyafeteke baş û xweş dixuye. Lê divê pêşî ez herim pîrê hal bikim, pişt ra jî vê ciwanikê.”
Û gur ji keçikê ra got:

-Keça Kumsor, ka li van kulîlkên xweşik binêre. Tu çima qet li wan nanêrî? Tu qet li dengê çivîkan jî guhdarî nakî. Binêre çi qas xweş distirin. Wekî ku tu diçî dibistanê wisa zûzûka dimeşî. Li vê daristanê her tist pir delal in ha!

Piştî wan gotinên gur, Keça Kumsor çavên xwe baştir vekirin û ji ber delalîya xwezayê devê wê vekirî ma. Pişt ra wê ji xwe ra got: “Ku niha ez ji dapîra xwe ra ji van kulîlkan berhev bikim, kêfa wê dê pir were. Çawa be hê pir zû ye.”

Keça Kumsor dest bi berhevkirina kulîlkan kir. Û her cara ku kulîlkek jê dikir, wê ji xwe ra digot: “Ha li wî alî yeke delaltir jî heye, ha yeke delaltir jî heye!”. Û ha wisa, Keça Kumsor her ku diçû zêdetir diket nav daristanê û ji rêya mala pîrika xwe zêdetir bi dûr diket.
Gur jî bi vê fersendê bi bazdan, rasterast çû mala pîrê. Û çaxa ku ew gihîşt ber derî, li derî da û got: “Teq teq!
-Ew kî ye?
-Ez Keça Kumsor im, pîrê. Min ji te ra xwarin û şerbet anîne.
-Zimanê derî bikişîne, veke. Qet halê min tune ez rabim ser xwe.
Gur zimanê derî kişand, vekir û bêyî ku tiştekî bibêje, çû xwe çeng kir avêt ser pîra belengaz û ew bi carekê da daqurtand. Pişt ra jî cilên pîrê li xwe kir, serê xwe girê da, di nav nivînê pîrê da xwe dirêj kir û lihêf kişand ser xwe.

Di vê navberê da, piştî ku Keça Kumsor têra xwe kulîlk berhev kirin, bi carekê dapîra wê ket bîra wê û wê dîsa berê xwe da rêya mala dapîrê. Lê dema ku Keça Kumsor gihîst malê, dît ku derî vekirîye û feqîrê pir şaş ma. Dema ku kete hundir jî, hundir jê ra pir xerîb xuya kir. Wê ji xwe ra got: “Himm, ez îro çi qas dikevim gumanê! Lê dîsa jî wekî her tim ez pir kêfxweş im, ji ber ku li cem dapîra xwe me.”

Û bi wê kêfxweşîyê Keça Kumsor bi dengekî bilind got:
-Rojbaş pîrê!
Lê tu bersiv nehat. Keçik nêzî nivînan bû û lihêf da alî. ”Dapîr” di nav nivînan da dirêjkirî bû, ser û çavê xwe hemû girê dabû. Halê wê pir xerîb xuya dikir.
Keça Kumsor şaş û metel jê pirsî:
-Pîrê, guhên te çi qas mezin bûne!
Gur got:
-Ji bo ku te baştir bibihîzim.
-Pîrê, çavên te çi qas mezin bûne!
-Ji bo ku te baştir bibînim.
-Pîrê, destên te çi qas mezin bûne!
-Ji bo ku te baştir hembêz bikim.
-Pîrê, pozê te çi qas mezin bûye!
-Ji bo ku te baştir bêhn bikim.
-Lê pîrê, devê te çi qas mezin bûye!
Ji bo ku te baştir bixwim!

Gur wisa got û ji nişka va ji nav nivînan hilpeîya û Keça Kumsor bi carekê da daqurtand.
Piştî ku gur zikê xwe têr kir, xwe di nav cihê pîrê da dirêj kir û di xew ra çû. Wî wisa zêde xwaribû ku êdî pifepif û xurexur pê ket.

Tam wê demê jî nêçîrvanek di ber mala pîrê ra derbas dibû. Wî ji xwe ra got:
“Hela hela, ev pîrê çi qas xurexur dike îro, ka ez herim binêrim gelo pêdivîya wê bi tistekî heye!” Nêçîrvan kete hundir û dît ku gurek di nav nivîna pîrê da raketîye.
-“Hey gurê pîs! Ji kengê va bû ez li te digerîyam…” – nêçîrvan got.

Wî tam xwe amade kir ku bi tifinga xwe guleyan berde gur, bi carekê hat bîra wî ku mumkun e gurê dilreş û çavbirçî dapîra belengaz daqurtandibe û belkî mumkun be ew wê xelas bike.

Nêçîrvan gule berneda, lê rahişt meqesekê û zikê gurê razayî qelişand, vekir. Dema ku zikê gur qelişî, nêçîrvan dît ku va ye Keça Kumsor û dapîra wê her du jî tê da ne.

Keça Kumsor ji zikê gur derket û got: -Ez çi qas tirsîyam! Zikê gur gelekî tarî bû!
Piştî Keça Kumsor, dapîra wê jî ji zikê gur derket.

Gur hê jî di xew da bû. Nêçîrvan Keça Kumsor şand derva da ku çend kevirên mezin bîne. Keçik bi lez çû ji derva çend kevirên mezin berhev kirin anîn û hemû xistin zikê gur. Piştra nêçîrvan zikê gur dirût û gur ji nişka va ji xew şîyar bû û xwest ji wir bireve.

Lê kevir wisa giran ,wisa giran bûn ku gur nekarî baz de û li erdê ket got tereeeeppp û mir.
Êdî dilê nêçîrvan, yê Keça Kumsor û dapîra wê rehet bû. Nêçîrvan çermê gur hungurand û bir mala xwe. Dapîrê mêwe, kilor û şerbeta ku Keça Kumsor jê ra anîbûn xwar, vexwar û bi ser xwe va hat. Keça Kumsor jî ji xwe ra fikirî got:

“Ji îro û şûn da ez ê gotinên dayîka xwe ji bîr nekim û ez ê bi ya wê bikim.”

 

Çavkanî: Zimanê Me, Malpera Perwerdehiyê

 

P.S. Kesên ku dixwezin guhdarîya vê şano-pîêsê bikin, kerem bikin li ser vê linkê bitikînin:

https://krd.riataza.com/2019/01/12/sano-piesa-kumsor-e-bi-radyoya-kurdi-a-rewane/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *