Li dû Şerefedîn Gurbuz

Li dû Şerefedîn Gurbuz

Hevalekî gorbuhuşt Şerefedîn Gurbuz – Ahmet Zîrekê gardîyanê fîlma Yilmaz Guney ”Dîwar”, bi xwe jî artîst û derhênerekî di nava sînemegerîya firansizan da navdar, weke ku kula dilê me hemûyan bo wefata kurdekî welatparêz bi awayekî hunermendîya dramatîk-xemgîn rokirîye ser kaxez…

Îro li xanîyê Înstîtûya Kurdî a Parîsê, ku Şerefedînê gorbuhuşt gelek salan lê kar kirîye, bi sedan kurdên dilsoz û fransîyên dostên me şîna wî kirin.

 

Ahmet Zîrek

 

BI ŞEREF !

Te nîv neheqî li xwe kir…

BI ŞEREF !

Te nîv neheqî li me kir…

BI ŞEREF !

Te em êşandin…

BI ŞEREF !

Bi wê  meya xwe ya spî ya saqîyên kloşaran*, te em dibirin, nav dol û gelî û çîyayên dûr û kûr…

BI ŞEREF !

Bi  wê meya xwe ya herî sor ya Parisa kambax, te em dibirin, nav bax û bistanên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî…

BI ŞEREF !

Bi wê  kokteyla xwe ya bi ava porteqalan, te em mest dikirin û te em dibirin nav bingehên algorîtmên jîyana mişextîya bê bin bê ban…

BI ŞEREF !

Bi wê çaya xwe ya qaçax ya penaberîtîyê, te em dibirin, nav mêvandarî, mêrxasî û evîndarîyên zozanên koçeran…

BI ŞEREF !

Şîn û şahîyan, ken û girîyan û xweşî û nexweşîyan de tu em bûyî û em jî tu bûn…

BI ŞEREF !

Gava ku em diçûne seredana Qasimlo, Guney, Kaya û Şerefkendî, tu li gel gulên xwe wek fermandarekî bûyî…

BI ŞEREF !

Gava kû, te sendelyeyên cîvînan bi dil û can rêzdikirin, te em dibirin di nav demên bê wext, ilmên bê hidut û rastîyên xeyalî…

BI ŞEREF !

Te bi kenê xwe, te em dibirin  nav welatên bêsinor, dînên bêol, axiftinên bê kilam, jîyana bê jîyan û zarokatîya bê zarokatî…

BI ŞEREF !

Tu rêncberê jîyana nejîyayî bûyî…

BI ŞEREF !

Te li mala xwe , gûlên mala me sêwî hêlan…

BI ŞEREF !

Bibe wekîlê silavan, Ji goristana Père-Lachaise heta axa germ ya Seyîd Riza, Nurî Dêrsîmî û Doktor Şivan…

BI ŞEREF !

Kurt û kirmancî, te nîv neheqî li me jî û li xwe jî kir lawikê Dêrsîmî…

BI ŞEREF !

 

-Alo L’institut kurde de Paris , bonjour…**

-Désolé , mais je ne suis plus là …

 

* Serxweşên Parîsê

** – Elo, rojbaş, Enstîtuya kurdî ya Parîsê

– Biborin êdî ez ne li vir im…

 

http://www.rupelanu.com/li-du-serefedin-gurbuz-6311h.htm

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *