Li Moskowê ti nimayiş bêyî dîzaynerê Kurd Cemal birêve naçin

Li Moskowê ti nimayiş bêyî dîzaynerê Kurd Cemal birêve naçin

Reportajeke balkêş ya karmendê Rudawê Kamîz Şeddadî

Galeriya kinc û bergan a herî bi nav û deng Galeriya Werzên Moskowê, li tenişta Meydana Sor e. Li gel navdartirîn brend û markayên cîhanê, navê bûtîkekî MD jî bala mişteriyan dikşîne. Têde kinc û bergên bi brenda dîzaynerê Kurd Mahmûdov Cemal têne pêşkêşkirin.

Mahmûdov Cemal, ciwanekî Kurdê Êzidî ye, li paytexta Gurcistanê Tîflîsê jidayîk bûye. Cemal di 10 saliya xwe de ligel malbata xwe koça Moskowê kiriye. Dê û bavê wî ne xwastine ku ew bibe dîzayner, ji ber ku di nava civaka kurdî de dirûna kincê jinan, ne weke pîşeya mêra tê dîtin.

Modelîstê Kurd Cemal Mahmûdov dibêje: “Ji bo min têgihîştin û hestkirina kultûra kurdî, ne temam e. Ji ber ku ez di zemîneke ewropî de mezin bûme. Dê û bavê min dixwestin ez bibim parêzer, an jî hiqûqzan. Min got na û wan jî qebûl kir. Dîzaynerî, di rastiyê de, karê mêran e. Hemû dîzaynerên navdar mêr in. Di pîşeya me de tenê dîzaynereke jin ya navdar heye, ew jî Koko Şanel e. Lê hemû dîzaynerên din ku bûne efsane, mêr in.”

Cemal xwendina xwe ya bilind li Zankoya Modelîkirina Kincan distîne û paşê brenda xwe diafirîne. Di maweyeke kurt de wî bala civata modayê dikşîne ser xwe. Demekî li Mala Modayê ya Mîlanê û paşê li gel navdartirîn modelîstê Rûs Valentîn Yûdaşkîn kar dike.

Mahmûdov diyar ku dema ku ew hêj li zankoyê dixwend, wî êdî fêm dikir ku ew karekî cidî ye û wiha pê de çû: “Lîstikeke cidî ye û tê de diravên mezin dizîvirin. Huner tê de cihê duyem digire û ew bi tevayî cîhaneke xapînok e ji bo civatê. Di rastiyê de her tişt, stratejiya marketîngê ye. Di civata hevçax de, zehmet e ku mirovê hunermend zikê xwe têr bike. Lewma jî ji bo min ev kar, di serî de biznis e. Lê tevî vê jî, ez mirovekî afirîner im.”

Destpêkirina hilberandina berhemên brendê xwe, ji bo Cemal asan nebûye. Lê îsrara wî êdî encamên xwe dide. Îro bi dehan sterkên sehneyên Rûsyayê brenda MD tercîh dikin.

Derbarê karê xwe de Cemal Mahmûdov dibêje: “Karkirin bi jinan re, bi giştî balkêş e. Û dema ku ew jin navdar be, stêrk be, kar hîn balkêştir dibe. Ji ber ku ew hemû ciyewazin, hemû girtî ne, ji ber ku hemû mirovên nasyar in. Lewma divê, reftar jî li gel her yekî ji wan, cudatir be. Ji navdarên Kurd, min li gel Zara kar kiriye. Çend caran Zara bi kinc û bergên me derketiye ser sehne jî. Ta niha peywendiya me bi hunermendên kurd re tenê ew e.”

Ji bo Cemal îro erkê herî sereke komkirina profesyonelan e, ku bikaribin pê re di hemahengiyê de kar bikin. Lewre tenê şiyana dirûnê di pêşvebirina karê wî de têrê nake.

Dirûnkerê ji Misrê Semîh wiha behsa karê xwe yê ligel Cemal dike: “Ez ji Misrê me û demeke dirêj e bi Cemal re kar dikim. Dema modela pêşîn me bi hev re çêdikir, min êdî fam kir ku Cemal mirovekî hunermend e û baş dizane çi dixwaze. Em ji hevdu baş têdigihêjin. Heta dema ku ez dixwazim tiştekî bêjim, ew êdî fam dike yan jî dema wî hêj gotina xwe temam nekiriye, ez êdî fam dikim ew çi model dixwaze. Bê guman, kar li ba wî dijwar e, lê balkêş e jî. Dema ku em bi hev re tiştekî nû çêdikin, ku kesekî din nikare, ez pir kêfxweş dibim. Û hertim Cemal tiştekî nû çêdike. Ya herî sereke jî ew e ku, Cemal di karê xwe de profesyonel e.”

Cemal dibêje, dema ku mirov hez ji karê xwe nake, an jî bi neçarî bi pêşeyeke ne li gor dilê xwe ve mijûl dibe, di jiyanê de berhemdarî wî jî bikêr nayê.

Dîzaynerê Kurd herwiha got: “Dema Kurdên me dizanin ku ez Kurd im, Êzidî me, ji min re dinivîsin û şabûna xwe tînin ziman, ku ez dîzaynerekî wiha me. Gelek kes ji min re dinivîsin û dibêjin: Kurê min jî dixwest bibe dîzayner, lê min nehîşt û lewma jî ew niha pê diêşe. Dibêjin: Kurê min hertim pê mijûl dibû, li ser kaxez dikişand, lê min berê wî da pîşeyeke din. Û dibêjin niha ez çi bikim? Ez ji wan re dibêjim şêwekarî, dîzaynerî bi fezayê ve, bi xwedê ve girêdayî ye. Bi hestkirina ciwaniyê ve girêdayî ye. Û ev yek, tiştekî zikmakî ye. Û gelekî ne baş e ku hewl didin zarokên wiha, di destpêka jiyana wan de bizivirînin û cîhanbîniya wan biguherin. Berevajî, divê ji wan zarokan re piştgirî bê dayîn û ew bên pêşvebirin.”

Bê guman, ji her dîzyanerê modelîst re, pêşandana berhemên xwe gelek giring e. Lewre, koleksiyon ne tenê hejmareke kinc û berge, belkî kompazîsyoneke û peyam û felsefeya wê heye. Lema jî beriya her defîleyê, Cemal felsefeya koleksiyona xwe bi menegerê xwe ve bi hûrî gotûbêj dike.

Rêveberê Cemal Mehmûdov, menejer Dmîtrîy jî dibêje: “Em hemû pêşanên xwe bi hûrî amade dikin. Amadekarî şeş meh, heta salekê dikişîne. Cemal di serî de dîzayna koleksyonê dikişîne, navekî lê dike û felsefeyekî lê diguncîne. Ya girîng ew e ku divê em wê felsefeyê bigihînin civatê. Lewma jî pêşan pir girîng in. Em beşdarî defîleyên bi dehan Heftiyên Modayê bûne, ku mesrefên pir mezin lê diçin. Ji bo nasandina navê dîzaynerê di nava civakê de, ev yek pir pêwîst e. Wekî din, gelek stêrk bo defîleyê tên vexwendin û girseya me ya hedefê yan ku mişteriyên me jî tê de amade dibin. Lewma jî her beşdariyeke di heftiya modayê de, ji bo her dîzaynerî pir girîng e û pê re jî, sal bi sal nav û dengê wî her ku diçe belavtir dibe”.

Raseriya markaya Celam ew e, ku, her kes dikare wan berheman bikire. Ji xwe brenda MD ji aliya şarezayên ve, weke klasîkeke nû tê nirxandin.

Îro ti defîleya li Moskowê bêyî koleksiyonên Cemal birêve naçin. Demekî wî li gel Heftiya Modayê ya Mercedes Benz kar kiriye. Lê ev çend salên dawiyê, ku ew beşdarê sereke yê Moskow Fashion Week e, ku salê du caran tê encamdan. Lê armanca sereke ya Cemal Mahmûdov, fetihkirina podiumên herî bi prestîj ên cîhanê ye.

records Source:https://www.rudaw.net/kurmanci/lifestyle/050820191?fbclid=IwAR2ppoleRQOe_t0Avcd6H3t3-KhotCQbNB9lxHpUh--LWcjeXlpHvh3C-HM

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *